La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xewna Pîrepindan


Auteur : Şêrzad Hesen
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 72
Traduction : Besam Mistefa ISBN : 978-605-5585-69-3
Langue : KurdeFormat : 130 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hes. Xew. N° 5431Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xewna Pîrepindan


Xewna Pîrepindan

Şêrzad Hesen

Avesta

Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.
Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.
Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî ü cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.

Şêrzad Hesen - Li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di navbera 1951 û 1952an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di 1974-75an de li zanîngeha Bexdayê ziman û edebiyata ingilîzî xwendiye.
Nivîsên xwe yên pêşî di 1975-78an de di kovara Roşinbîrî Niwê de, ku li Bexdayê derdiket belav kirine. Di navbera 1978-82an de kurteçîrokên wî di kovarên Beyan û Hawkariyê de derketine.
Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî. Wî gelek çîrok û romanan nivîsîne: Tenahî, Gula Reş, Hesar û Segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê dijî.
Berhevokek çîrokên wî bi navê “M” (Avesta, 2011) bi kurmancî çap bûye.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues