La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Jineke Xinanî


Auteur : Şêrzad Hesen
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011-01-01, Stembol
Préface : Pages : 80
Traduction : Besam Mistefa ISBN : 978-605-5585-81-5
Langue : KurdeFormat : 130 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hes. Jin. N° 5429Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Jineke Xinanî


Jineke Xinanî

Şêrzad Hesen

Avesta

...Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bu ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dljîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?...
...Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perişan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e.

Şêrzad Hesen - Li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di navbera 1951 û 1952an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di 1974-75an de li zanîngeha Bexdayê ziman û edebiyata ingilîzî xwendiye.
Nivîsên xwe yên pêşî di 1975-78an de di kovara Roşinbîrî Niwê de, ku li Bexdayê derdiket belav kirine. Di navbera 1978-82an de kurteçîrokên wî di kovarên Beyan û Hawkariyê de derketine.
Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî. Wî gelek çîrok û romanan nivîsîne: Tenahî, Gula Reş, Hesar û Segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê dijî.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues