Qesra Balindeyên Xemgîn
Bextiyar Elî
Avesta
Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice. Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn. Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e... êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be'siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê "birakujiyê" re rengê qesrê diguhere, dibe; "Qesra Balindeyên Xemgîn".
Bextıyar Elî - Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehende. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin. Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistanê, di sala 1960an de ji dayik bûye. Her li wir xwendina seretayî li dibistana Şêx Selamê, navendî li ya Ezmirê, amadeyî jî li ya Helkewt kuta kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, li fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn, beşê Jeolojî xwendiye, lê xwendina xwe temam nekiriye. Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de xwe bi tevayî dide karê edebiyatê: |