The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sîno bû efendî


Author : Bûbê Eser
Editor : Doz Date & Place : 2006-10-01, Stembol
Preface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 975-6875-87-5
Language : KurdishFormat : 130x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Ese. Sin. N° 1946Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Sîno bû efendî


Sîno bû efendî

Bûbê Eser

Doz

Sîno kîsikê destê xwe dirêjî jinêkê kir, wê jî ew ji destî wî girt. Yek bi yek derxist lê mêze kir. Carnan jî wê di bin çavan re li Sîno dinerî ku bê hela bala wî li ku ye. Sînoyê reben ketibû tatêla nanê zikê xwe û zarokan. Ma wî ji ku bîra tiştên din dibir. Jinika bejn zirav, xweşik ku hemû bedena wê di bin wî kirasê tenik de xuya dikir, çavek dida xiyaran û yek dida Sîno. Maneyek di wan nerinên wê de hebû, lê rebenê Sîno ji ku dizanîbû ku ew çi dêbêje. Qederekê weha sekinandî man.

Bûbê Eser di sala 01.01.1955-ê de li gundê Xozberiya yê Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Wî dibistana xwe ya ewil li Qesra Qenco, navendî û amadeyî jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973-yê de qedand û di sala 1975-ê de dest bi xwendina bilind li Ankara Iktisadi Ticari İlimler Akedemisi ku li Ankerê bû, kir.
Di 1971-ê de ket nav siyasetê û her çalak e. Ji ber vê, di sala dawîn a xwendina xwe de, li Diyarbekirê (02.01.1980) hate girtin. 72 rojan di bin çavan de ma û gelek îşkencê dit, nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha Diyarbekirê ya "5 nolu”yê de ma. Di 19.05.1982-yê de hate berdan.
Piştî vê ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe welatê xwe terikand û di 24.11.1983-yê de li Swêd-ê bicîh bû. Berhemên wî yên din ev in: Gardiyan - roman, Jiyanek - roman, Zewaca Şaş - piyes.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals