Birîn
Ahmedê Hepo
Azerneşr
Xwendevanên һеја! Ev roman him ya qewmandinên dîrokêye, him ya efirandariyêye. Kevirên dîwarê wê ya dîrokîne, sîwaxa wê ya dahênerine ya nitirandina nivîskare. Hevîrtirşkê “Birîn”-ê dîroke, hevir hilhatin, nan petin behrê qelemêye. Bi nêta me him bûyerên dîrokê, him efirandina torîvan usa bi hevra hatine ristinê, mirov dijwar wana ji hev cuda bike. Yek sergovende, yên mayîn govendgirtî, xemildarin. "Birîn" ji rojên nefikirina pareke gelê kurd dijene, dibêje, dibilîne. Çawa simtê çîyayê bilind bê berf nabe, dîrok bê qewmandin, hevanîn, bê hevzêdekirin nabe. Werên empêşa wedê xuliqandina “Birîn”-ê bigirin, bixwinin, ser kirinên reş vekin, herin derêne ber dergê rastîyê.
Ahmedê Hepo - Ez hatime dunê bi dehan derb li min ketin, birîna jan da. Bona birîna min, ya te, ya wî, ya me, ya wana bicebire Yekîtî pêwîste! |