Evîna dijwar: "Yan Kurdistan yan neman!"
Mihemed Dehsiwar
Apec förlag
"Em şer naxwazin û baş dizanin bê şer dikare çi felaketê bîne serê gelê me. Kes mîna kurdan nizane bê şer çi bela ye û çiqas dijwar e, lê bila herkes bizanibe ku kurd dev ji mafên xwe bemadin. Ger hikûmet otomonîya kurdan îlan neke, kurd ê tevî her zoriyê jî heta dawî şer bikin û doza veqetandinê bikin. Heke ew di nav Iraqê de otonomî nedin, em ê mecbûr bimînin ku serxwebûna xwe îlan bikin."
Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çêbûye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li wir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye. Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike. |