Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Silava Bajariyan


Nivîskar : Menaf Osman
Weşan : Azad Tarîx & Cîh : 2013-01-01, Mersin
Pêşgotin : Rûpel : 144
Wergêr : ISBN : 978-605-64041-0-8
Ziman : KurdîEbad : 135 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Osm. Sil. N° 5440Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Silava Bajariyan


Silava Bajariyan

Menaf Osman

Azad

Li gundê me, devera ku Xelefo lê bûya kêf û şahî jî li wir bû, ji ber ku henekçiyê gundê me ew bû. Kê bixwesta bêhna xwe der bixe, li Xelefo digeriya. Şevbihêrka ku Xelefo tê de bûya, bêmecal dê heta sibehê berdewam bikira. Ji ber ku destê kesî ji sohbeta wî nedibû. Ku mirov li kêlekê rûdinişt mirov nizanibû bê wext çawa derbas dibe. Ji her kesî bêhtir jî, jin û zarokan ji civata wî hez dikirin. Gelek çîrokên xweş, gelek dûrik, gelek stranên xweş li balê hebûn. Çi qasî bigota jî nediqediyan. Ya rastî min jî ji stran û çîrokên Xelefo pir hez dikirin.
.....

Menaf Osman, di sala 1965’an de li Hasekê çê bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lise li wir temam kiriye. Piştre li zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Pir zû dest bi nivîsansdina çîrok û gotaran kiriye, lê ji bo nivîsandina bi zimanê xwe pir dereng maye.
Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993’an de hatiye girtin û cezayê mûebedê stendiye. Di 2003yan de, romana wî ya bi navê 'Girê Şêran' û novela wî ya bi navê ‘Namûsname’ jî, di 2012yan de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye weşandin. Kitêba wî ya çîrokan ya bi navê 'Şînok' 2012yan de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin. Kitêba Nîzar Qebbani ya bi navê 'Helbestên Xezeblêhatî' ya ku Menaf Osman wergerandiye Kurdî, ji aliyê Weşanxaneya Azad ve di 2013yan de hatiye weşandin.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar