La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destên Vala


Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2012-01-01, Stembol
Préface : Pages : 76
Traduction : ISBN : 978-605-5279-11-0
Langue : KurdeFormat : 13 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dog. Des. N° 5438Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Destên Vala


Destên Vala

Lorîn S. Doğan

Avesta

Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir.
Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat.
Mijara leyistikên wan tenê şer bû...
Destên vala yên ku li têhna destê bav diğerin, hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn, bibin hêt... Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin, Mîrza bênavber dibêje:
- Destê bavê min... Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!..
Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî, cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala... Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî, di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû, li desten vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin.

Lorîn S. Doğan - Ji Nisêbînê ye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Biyolojî qedandiye. Kitêba wê ya yekem “Kirasê Teng" (Çîrok, Avesta / Şahmaran, Stembol, 2007) e.






Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues