La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk


Auteur : Orhan Çelik
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2006-03-01, Istanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : Salihê Kevirbirî ISBN : 975-8794-67-1
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Lic. N° 3115Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk


Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk

Orhan Çelik

Elma

Zulmat Beg, Ziboyê serşivanê Gundê Gewro îsal bi tena serê xwe şandibû ber pêz û jê re gotibû ewê paşê çend kuçik bide wî. De were keriya qirase bi tena serê xwe bêyî kuçikan îdare bike! Nexasim jî bi şevan! Ji tirsa gûr û çeqelan dilê Zibo wekî aşê seradê lê dida. Holika xwe ya sala par ku ji bo parastina baran û tîna rojê û razana şevê; bi qirş, dar û pariyên naylonê saz kiribû, îsal bi zor û heft bela di nava çend rojan de çêkiribû. Di salên borî de wî ev kar di nava rojekê de dikir. Rebeno vê carê ji ber bizinan derfet nedîbû ku zûtir holika xwe lê bike. Bi gav û saet li pey wan bû. Ya bi xêr ji ba Xwedê ku vê carê baran nebarî bû û rezîl û riswa nebûbû! Ji ber ku bizinan dabû hev, êdî dikaribû bi rehetî berika xwe raxe ber holikê û ji hewana xwe ya avê re jî cihekî baş bibîne. Hinek çavên xwe bigirta û raza dê çawa bûya gelo? Kûmê xwe ji serê xwe derxist û bi hinceta balgîvê, li ciheke baş danî. Dema ku çavên wî çû ser keriya bizinan ku her yek bi cihekî ve belav bûye, dev ji niyeta razanê berda. Bêhna wî teng bibû. Bi awayekî hêrsbûyî xwe bi xwe got: “Tifî li we! Pezê zindiq jî li xwediyê xwe çûye. Jixwe gotina weliyan e ku dibêjin; Keriya ku li xwediyê xwe neçe heram e! Ma qey ne pezê Zulmat Beg e? Pezê wî jî lê çûye! Ka lê binêre lo, pezê wî berazî ji êma ber xwe naxwe, ilehîm wê bibeze cihên dûr ku biçêre. Ziqûma li ber xwe bixwin ha!"

Orhan Çelik di sala 1959an de li Gundê Çiftlikê yê Qarlîovaya Çewlikê (Bîngol) hate dinyayê. Di sala 1977an de Lîseya Depê / Qereqoçan, di sala 1979an de jî Enstîtuya Perwerdeyê ya Çewlikê qedand. Li gundên Navçeya Akkuşa bajarê Orduyê, bi qasî çar salan mamostetî kir. Ceribandinên wî yên kurteçîrokan yên destpêkê di vê demê de destpê kir. Piştre li Gundê Çaliyê yê Bazîda Agiriyê mamostetî kir. Di sala 1984an de romana wî ya yekem “Buyuk Dagda Kucuk Koy / Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk” hate çapkirin. Ji ber vê pirtûka xwe hate sirgûn kirin. Di sala 1988an de tayîna wî bo Ermeneka Konyayê derket. Ji sala 1993yan ve jiyana xwe li Hamburga Almanyayê berdewam dike. Du romanên wî yên din; bi navê "Sagirtaş", 2001, Weşanên Belge, Stenbol û "Kumluk Diyar" 2003, weşanên Belge, Stenbol, çap bûne. Her sê roman jî li zimanê almanî hatine wergerandin.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues