Çîyayên Bi Xwînê Avdayî
Bavê Nazê
KJKS
Çeto û Gulê jî mîna hemû kurdan, heya bi zimanê zikmakî peyivîn, di gelek qunaxan re derbas bûn. Ez bi xwe bê sînor bextîyar û kamûran im, çimkî lehengên "Çîyayên bi xwînê avdayî", wê bi zimanê me yê şêrîn bi xwendevanan re bipeyivin. Ev roman cara pêşî sala 1978’an bi zimanê erebî derket. Paşî sala 1981’ê bi zimanê rûsî belav bû. Mebest ev e ku lehengên romanê, tevî ku bi kurdî dipeyivin, ferî du zimanên biyanî bûbûn. Dîyarî ji bo dostê hêja û delal Aro-Rezo yê ku bi saya wî, ez bûm nivîskar. |