La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Stockholmê te çi dîtiye bêje


Auteur : Bavê Nazê
Éditeur : Författares Bokmaskin Date & Lieu : 1987-02-01, Stockholm
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN : 91 7328 591 9
Langue : KurdeFormat : 125 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Naz. Sto. N° 1289Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Stockholmê te çi dîtiye bêje


Stockholmê te çi dîtiye bêje

Bavê Nazê

Författares Bokmaskin

Bi xwe heya niha zimanê min nagere, ku ez xwe ji navê kurd ê tal û şêrîn bêrî bikim. Bêrîbûna ji welat zore komîsar û xwezî te zanîba çiqasî dijware, dema navê miletê merov bi xerabî derdikeve! Xwezî te zanîba çiqasî zehmete, gava welatê merov perçe be! Ma gelo tu dikarî xwe têxî rewşek wiha û fam bikî katê ji te bitirsin: Tu ji kîjan perçeyê welatê xwe yî? Ma tê qebûl bikra terî bi te vekirna û bigotana; Tu ji kîjan Siwêdê ye? Bi xwe çar teriyên min hene û ez bi ku de herim, her li pey min tên. Lê yê te, tenê Siwêdek te heye û bi şanazî tu xwe pê bi nav dikî. Lê ez bê welatim, tevî ku welatê min heye, ez lalim tevî ku zimanê min heye û ez windayî me, tevî ku nav û warê min heye... Komîsar te niha naskir ez kî me?

Bavê Nazê, di sala 1946'an li gundê Kucuka li Bakurê Kurdistanê ji dayika xwe bûye. Sala 1953 hatiye binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê-mala birayê xwe yê mezin maye- dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Sala 1957 mala wan bi temamî hatiye binxetê, destpêkê li Amûdê maye û dûre mala wan hatiye bajarê Hesekê û li wir xwendina lîsê sala 1967 biriye serî. Sala 1969 ji bo xwendina bilind çûye Soviyetê û sala 1980 li zankoya Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora parastiye. Sala 1977 li gel rehmetiyê Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û Seadeldîn Mela “Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye” damezirandiye. Bi dehan berhemên wî yên edebî; çi roman, çi çîrok û lêkolîn çap bûne.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues