Leyla Fîgaro
Îbrahîm Seydo Aydogan
Elma
Wek ku ji nişka ve dile min rawestiyabû û dîsa hatibû ser xwe, ez sekinîm. Min ji êşan berê xwe ji wê guhert, bi dû re min bala xwe dîsa da wê. Gava lê niherî ku min bala xwe dida wê û dîsa weke hercar li wê temaşe dikir, bişirî, dengê xwe jî nekir û wê jî ji xwe re li min temaşe kir. Cara yekem bû ku tevgereke nû pê re peyda dibû. Min fahm kiribû, wê ê dev ji inin berdaya.
Li gora «Pirtûka Evînê», gava ku hezkiriya te mîna te kir, tê wê mahneyê ku te ew xistiye bin bandora tevgerên xwe û ji lewra ew hedî hêdî dişibe te; lê li gora «Rexneya Pirtûka Evînê» gava hezkiriya te an jî hezkiriyê te qayiş bi te re kişand li te çi kir wê an jî wî jî weha kir, tê wê mahneye ku ew nema weke berê ji te hez dike. Lê di «Qedera Fîgaro» de dibêje «hemû peyvên ku hatine kirin, derew in; lewra di evînê de tu zagon tuneye.»
Bi dû re got, «tu ê ji min re nebêjî be tu ji bo çi weha lı min temaşe dikî?»
Vê carê tu şika min jê nemabû. Mîna biyaniyekê dinihêrî û dîsa mîna biyaniyekê pirsîbû. «Qedera fîgaro» dibeje «ji bo ku hûn bizanin bê rastiya wê çi ye, li çavên wê an jî li çavên wî binihêrin; hûn hoste bin jî ne hoste bin jî, hingê hûn ê fahm bikin bê ew ji we hez dike an na. Ji ber ku yê/a hez dike û ye/a hez nake qet nabe yek.»
Di «Qedera Fîgaro» de, di beşê bi navê «Şowalyeyên Evînên Têkçûyî» de dibeje «û hemû hezkiriyên wî piştî ku weha ji dil soz dida wî, nedima du rojan ku dev ji wî berdida.»
Îbrahîm Seydo Aydogan, di sala 1976an de li Qosera navçeya Mêrdînê ji dayik bû. Li Diyarbekirê, li Zaningeha Dîcleyê, beşê Mamostetiya Edebiyat û Zimanê Tirkî xwend û li Stenbolê, li Lîseya Sultanahmedê, sê salan xebitî. Di ber karê mamostetiyê re berpirsiyarî û edîtoriya kovara edebî û çandî Pelînê kir.
Di 1999an de romana wî ya yekem Reş û Spî di nav weşanên Dozê re derket û di 2002an de jî çapa wê ya duyem li ser malpera Nefelê hate belavkirin. Leyla Fîgaro romana nivîskêr ya duyem e.
1
“Ha mejiyê mirov, ha dojeh...”
Qedera Fîgaro, beşê 1. bendê 76.
1. Leylê
“Iro min dev ji mêrê xwe berda, belkî jî do bû, ez nema dizanim...”
Adaptasyona ji Biyanîya Albert Camus
Diçû. Wê sar bû an na, hayê wê bi xwe jî jê tunebû. Ne wexta rîhan û kulîlkan bû êdî; biharê ji zû ve rahiştibû çakêtê xwe û çûbû. Havîn bi xwe jî îsal zû derbas bû. Hertişt hevdu dehf dide, di jiyanê de hertişt zû diguhere, û beyî ku mirov lê hay bibe, wext derbas dibe. Dema bihurî ji poşmaniyê pê ve tiştekî din nahêle li peyxwe. Û tim em dereng dimînin. Tim birîneke nedebirî di nava dilî de...
Bayê kur, şaxên daran yên tazîbûyî û tabelayên dikanên ku vê saetê hê venebûbûn, li gora dilê xwe û bi wê awaza xwe ya ku êdî ji bo payizan ne nenas bû, dihejandin û dikir ku pelên ku berî niha bi mehekê dest bi weşînê kiribû, di nav daran de, li erda ku ji ber barana do êvarî şil bûbû, bi vir de û bi wê de di ber wî re biçûna û bihatana. Barana do, aax barana do çi xweş bû! Heta ku ez ji xwe ber di xewê re çûbûm jî bariyabû. Te ê bigotaya qey bayê ku pişta wî bi wê barana ku heta ber destê sibehê jî berawestan bariyabû neşikestibû, ji xwe re bi pelên zerbûyî ku li erdê belawela bûbûn dilîst û sebra xwe bi wan dianî; ew berê bi bêhneke fireh dimaltin, bi baldariyeke ecêb û hêdî hêdî bi ser hev de dianîn û bi dû re jî bi derbekê û ji nişkan ve bi hemû hemda xwe pifî wan dikir û ew dîsa ji hev belav dikirin. Mîna hemû bermayiyên biharekê.
Xemgîn bû û wê gavê wê bi xwe jî nema zanîbû bê li çi difikirî. Gelo wê sar bû? Fîgaro? Gelo ew di xewê de bû? Derziyên qeşayê di pişta wê re rabûn. Qerisî. Niha rabûye gelo? Rewşa wî ya vê sibehê qet ne baş bû. Êşiya. Gelo hayê wî jê hebû ku min ew dîtibû? Di qiraxa çavên xwe yên birqokî ku di biniya mijangên dirêj re dixuyan re rêyên vala saxtî kirin. Belkî jî qet ranezabe, ma mirov ji ku dizane? Do êvarî ew qasî melûl û bêçare li wê niherîbû ku dilê wê bi wî şewitîbû. Kerb! Bêhna wê teng bû. Bêtir qerisî. Gava cara dawîn lê niherîbû, wê bi xwe jî hîs kiribû bê Fîgaro ketibû çi rewşê û gava ku bi ser de bêhnberdana wî ya ji bêvilê jî û bişirandina derewîn ku têra veşartina hêrsa wî nedikir jî dîtibûn, gotibû qey wî ê niha ji hêrsan bigotaya “gurm!” û biteqiyaya. Jan! Wê rûyê Fîgaro tucarî ew qasî mat nedîtibû. Eş!
Leyla. Jineke weha kubar û bedew ku mirov fedî dikir li rûyê wê biniheriyaya. Bejin û bala wê zirav û bilind û delal, wek kihêlekê; porê tarî ku niha li ba dibû weke şevê, carê diket ber çavên wê yên reş û dîsa ji xwe ber berê xwe diguhert, bi ser kêlekê de diqelibî û bi dû re dîsa vedigeriya ser eniya wê û diket nav çavên wê. Xetên rûyê wê ew qasî zelal bûn û ji eniya wê bigire heta bi çeneya wê ya ku ji biniya guhên wê mîna xeteke ku dora heyvê temam dikir dadiket û bêvila wê ya xweşik ku di navbera çavên wê yên nîvkûze ku xezal dianîn bîra mirov û ji ber wê te nema zanîbû bê dikira bigiriyaya an bikeniyaya û lêvên wê yên ziravik de mîna pireyeke delal û lihev dixuya, ew qasî bêqisûr bûn ku mirov digot qey ji destê wênesazekî şareza derketibû. Ma wênesazên mezin hunermend in an afirîner? Ma hunermend Xwedê ne, an Xwedê hunermend in? Qirika wê ya ku niha di biniya wê şala ku li dorê gerandibû re dixuya û bê lê dixist, weke şûşa lempeyê, mirov dixwast hema devê xwe têxistayê. Yê ku ew nas nekiraya an jî ji berê de nedîtibûya, heke bidîtaya, dê bigotaya qey xeyalek e û ji wî pê ve jî kes nabîne û ji ber wê, ji bo ku jê ewle bibûya bê tiştê ku didît xeyal bû an rastî bû, tavilê dê rê hinin din bidaya û gişan dê bi hev re çong bera erdê bidana, destên xwe vekirana û bi hêsirên çavan şikuriya xwe ji Xwedê re bianiyaya ku ew bi dîtina bedewiyeke weha dilşa kirine.
Belê, rûxweşikeke weha bû ku agir bi dilê mêran ve dixist.
Gava ku wê jî ev li derdora xwe didît, bi tenê di ber xwe de bi serê lêvan dibişirî. Erê, ji ber ku xelkê gişî li wê diniherî fedî dikir, lê dîsa jî nikarîbû înkar bikiraya ku vê yekê kêfa wê gelekî dianî û dikir ku carinan hema çer ku vedigeriya malê, berê xwe bidaya neynikê û haye wê jê tunebûya jî, ji kêfan devê wê jihevçûyî, li xwe temaşe bikiraya. Ma jineke biaqil dê ji vêya bêtir hêviya çi bike? Fîgaro jî roja yekem gava ku em bi tena serê xwe mabûn ji min pirsîbû û gotibû, “tu çima ew qasî bedew î, çavên te çima ew qasî reş û xweşik in? Çima wek qahweya fincana zelal?” Ma wê ê ji ku bizaniya? Mirov sebeba heyîna xwe nizane, ma qey îcar ew ê rabe û sebeba bedewiya xwe bibîne? Tew!
Herçî Fîgaro bû, piştî ku têra xwe li wê temaşe dikir û qey gava tê digihîşt ku jê têr nedibû (ji ber ku wî bi xwe weha digot), kesereke kûr dikişand, xemgîn dibû û bi dengekî westiyayî û jihaldeketî dipirsî: “Te ev efsûn ji ku aniye bêje, ev ken ev niherîn? Te ji ku aniye ji bo Xwedê ev esmeriya ku...” û dawiya wê tucarî nedianî. Ax! Nedianî... Kezeba min ji ber wî reş bû lê wî dev ji vî tebîetê xwe berneda!
Leyla di wan deman de fêrî vî tebîetê wî bûbû êdî. Min ji tiştên ku wî ji min re digotin bêhtir, her bala xwe dida tiştên ku wî ji min vedişartin. Min fahm dikir ku wî bi evîneke weha ku “nedihat gotin” (wî bi xwe weha digot) ji min hez dikir, lê ji ber ku tim nîvco dihişt, min bêtir dixwast ku wî bigotaya. Lê gava lê diniherî ku min dixwast li dawiya peyvên wî yên ku behsa bedewiya min û hezkirina wî ya ku “nedihat gotin” dikir guhdarî bikiraya, rengê dengê wî diguherî û te digot qey ez Xwedayek bûm, berê xwe dida min û gotin dida pey gotinê.
Min gelekî fedî dikir wê gavê, lê wê gavê qey ez gelekî kawik bûm ku gava min li wî guhdarî dikir tu nedima ku bask bi min re çêbibûna û ez bifiriyama...
Lê dewam nedikir. Di devereke peyva xwe de dengê xwe bi temamî dixist (dibe ku ji ber çikîna bêhna wî be, lewra lerzeke nedîtî jî bi dengê wî ve diket.) digot “terq” û dibirî, serê xwe bi ser stuyê xwe de xwar dikir û digot “bi kurtî, xanimê, ez ji te hez dikim.” Gelek hevokên xwe weha mîna ku mirov rêyê li ber çemekî bigire, dibirîn û nîvco dihiştin. Bi dû re min ê fahm bikiraya ku her nîvcohiştina wî ya hevokan an jî her bêdengiya ku di pey re dihat dê em ji hevdu hebekî din bi dûr bixistana. Wê gavê mîna ku çavtirsandî bûbû û digel ku dixwast jî newêribû bipeyiviyaya dixuya. Dixwast bigotaya, dixwast dilê xwe rehet bikiraya, dixwast hema bi vî awayî bûya jî xwe jê xelas bikiraya, lê mîna ku hinan ew bi tiştekî bizdandibû, dev li lêva xwe dikir, her weha dev li dilê xwe jî dikir (diêşiya,) disekinî, serê xwe ji tiştin nexuyayî re dihejand û berê xwe ji min dida alî. Bêdengî... Ji dûranê dengê kilamekê tê qey? An carinan dengê bêdengiyê bi mirov wek kilamekê tê? Ez aniha li mala xwe bûma, bi tena serê xwe bûma, min ji xwe re kaseteke kevin daniyaya ser teybê û li qesîdeyan ğuhdarî bikiraya. Ez ji xwe re bi rehetî û têra xwe bigiriyama. Min serê xwe li dîwaran bixistiya, bixistaya û bişikandaya û di pey re dîsa di nav kilamên bêdengiya xwe re bi dû awazên îskeîskan ve biketama...
Vaye bi dawî bû, Fîgaro. Niha êdî tu ji wî barê giran ku mecbûriya vegotina hestan datanî ser milên te rizgar bûyî. Lênûska di bêrîka xwe de digirt, mîna ku dixwast hebûna wê ya li wira saxtî bikiraya an jî ji bo ku ew wenda nekiraya, di nav destê xwe de eciqand.
Qey ji bo gihîştina deverekê dereng mabû, belkî jî ne weha bû, lê mîna ku ji tiştekî direviya dixuya. Di peyarêka fıreh ya ku di qiraxa parqa mezin ku bi darên curbecur dagirtî bû re, beyî ...
Îbrahîm Seydo Aydogan
Leyla Fîgaro
Elma
Weşanên Elma
Weşanên Elma: 21
Roman: 1
Leyla Fîgaro
Îbrahîm Seydo Aydogan
Edîtor Müslüm Yücel
Bergsazî Onur Öztürk
Çapa Yekem Stênbol, îlon 2003
Çapxane Kayhan Matbaacılık
ISBN 975-8794-09-4
Weşanên Elma
Ilkbelediye cad. No:37/6
80070 Tünel - Beyoğlu / İstanbul
0 212 243 77 80
elmayayinlari@hotmail.com
leyla_figaro_i_s_aydogan.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document