The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Reşê Şevê


Editor : Avesta Date & Place : 2011-01-01, Stembol
Preface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 978-605-5585-49-5
Language : KurdishFormat : 130 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Zen. Res. N° 5447Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Reşê Şevê


Reşê Şevê

Berfîn Zenderlioglu


Avesta

Pêşî xebat û xwendina me li ser dorpêçkirina mirovan bû. Me dît çerxeke wisa heye ku pitikek çawa tê dinê bi carekê re dipêçin û dixin qundaxê. Pitik hinek mezin dibe, bi zordestî û parastina dê û bavê re dûçar dimîne. Paşê dest bi dibistanê dike û heta dibistanê diqedîne vê carê jî sîstema perwerdehiyê wê/î dorpêç dike. Paşê mêr be diçe leşkeriyê, jin be mecbur li benda leşkeriyê û zewacê dimîne. Pişt re dizewicin, zarok çê dibe, derdê debara dinyayê heta

Berfîn Zenderlioğlu - Şanoger, şanonûs, perwedekara afirandina dramayê. Li Bedlîsê hati-ye dinyayê. Li Stembolê di navbera salên 1998-2003yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê kovara mehane Jiyana Rewşen de xebitî û li ser mûzîkê jî perwerdehî dît. Di sala 2004an de li Şanoya Seyr-î Meselê dest bi perwerdehiya şanoyê kir. Di salên 2005-2007an de li KHEMê beşa şanoyê de perwerdehî dît. Di 2008an de wê û Mîrza Metîn bi hev re DestAR-Theatre ava kirin. Di 2010an de di avakirina Şermola Performansê cîh girt û xebata xwe li wir didomîne.

Mîrza Metîn - Lîstikvan, derhêner, şanonûs. Di sala 1980yî de li Kaxizmana Qersê ji dayik bûye. Di salên 1994-95an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersa şano, mûzîk û reqsa gelêrî dît. Di 1995an de li beşa perwerdehiyê Teatra Jiyana Nû ya Şanoya Hêlîn de dest bi perwerdehiya şanoyê kir. Di 2003yan de yek ji avakarên Şanoya Seyr-î Meselê bû û heta 2008an wek lîstikvan, rêvebir û perwerdekar xebitî. Li Konservatuara Zankoya Teknîkî ya Stembolê demekê li ser reqs û mûzîkê xwend. Demekê jî li ser pandomîmê xebitî. Di 2008an de ew û Berfîn Zenderltoglu bi hev re DestAR-Theatreê ava kirin. Di 2010an de yek ji pêşengê avakarê Şermola Performansê bû. Niha li DestAR-Theatreê xebatên xwe didomîne.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals