The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Girtî


Editor : Aram Date & Place : 2007-08-01, Istanbul
Preface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 978-9944-222-05-1
Language : KurdishFormat : 140 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. And. Gir. N° 4801Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Girtî


Girtî

Melîh Cevdet Anday

Aram

Bûyer, li waletekî wisa derbas dibe ku polîs bêyî ku biryara tewqîfkirînê hebe, dikare kesekî bêdawî di bin çav de bihêle.
Çîroka mamosteyekî ku sêsed û çil û pênc roj in ku di bin çav de ye. Melîh Cevdet Anday ku di nav wêjeya tirkî de xwedî cihekî mezin e, di vê lîstika xwe de balê dikişîne bandorên neyînî yên ku şert û mercên girtîtinê li girtiyan dike.
Kesekî bindest çawa veduguhere zordestê xwe, bi awayekî wêjeyî nîşanî temaşevanan dide. Dîsa mijarên wekî zayendîtî, namûs û dilsoziyê dide nîqaşkirin. Di warê de zanistê de weke felsefe, civaknasî, dîrok, derûnnasî û siyaset, Di warê çand û wêjeyê de weke helbest, çîrok, kurteçîrok, ceribandin, raman, şano û sînema, Di warê perwerdehiyê de, di warê jiyana rojane ya bajêr de, warên sereke ne ku divê zimanê kurdî bê pêşvexistin û ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî bê bikaranîn. Ji wergerandina berhemên sereke ne ku di van waran de bi zimanên din derketine.
Berhema ku di destê we de ye parçeyeke hewldana dabînkirina vê pêdiviyê ye. Dil dixwaze ku altor û niwînerên çandî, siyasî û civakî ku ji bo azadiya gelê kurd dixebitin, şaredariyên me, pêdivî û girîngiya wergerê bibînin û alîkariyê bikin û piştgiriyê bidin hewldanên bi vî rengî...

Melîh Cevdet Anday, di sala 1915’an de li Stenbolê ji dajik dibe. Ji bo xsvendina civaknasiyê di sala 1938an de diçe Belçîkayê. Ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedigere welêt. Di sala 1942an de di Miduriyeta Weşanê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî de dest bi şêwirmendiyê dike. Piştre di Pirtûkxaneya Enqereyê de karmendî dike. Di rojnameyên "Tercuman", "Bûyuk Gazete", "Tanin" û "Cumhuriyet"ê de rojnamegerî, nivîskariya pêkenokan û rêveberîtiya rûpelên hunerî dike, nivîsên ezmûnî dinivîse. Di sala 1954an de di Beşa Şanoyê ya Konservatuara Şaredariya Stenbolê de mamostetiya fonetîk û dîksiyonê dike. Di sala 1977an de ji wir teqawît dibe. Di nav salên 1964 û 1969an de di Lijneya Rêveberiyê ya TRTyê de cih digire. Di sala 1979an de wekî Şêwirmendê Çandê yê Navenda Giştî ya UNESCOyê diçe Parîsê. Di sala 2002yan de jiyana xwe ji dest dide. Bi dehan berhemên wî çap bûne.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals