Pala Bêşop
Xemgîn Temê
Sara
Çi kuştin û vebirîn (katlîam), ji kuştin û vebirîna çerxa bêdengî û tarîtiyê, reş û dijwartir tune ye. Ji lewra hingê, millet bêserî û tevayiya laşê wî jî tevizandî, li nav dest û lepên neyarên bêbext dirêjketî, li ber bext û dilovaniya dijminî ye. Heger dîsan em bibêjin ’dîroka me, tenê ji bêdengî û tarîtiyê pêk ne hatiye û me gelek rabûn û serîhildanên dîrokî jî hene... Hingê divêt em vê yekê jî baş bibînin, ku çi ji wan rabûn û serîhildanên dîrokî, nikaribûne weke vê rabûn û serîhildana hevdemî, ya nûjen, ew bêdengî û tarîtiya tund û reş, biçirînin. Me îro pir ne maye ku em azadiya netewî ya pirî derengmayî, bi vebirî (qat’î) bi destxin. Loma, divêt em, xwe bi hezar û yek awayî, dilxwaz û bêgavê (mecbûrê) piştgirvanê vê dozê bibînin. Di Pala Bêşopê de, çêla keça kurd a zana û dilovan Xebatê, çêla berxwe-danek ji kûrahiya evînî û zanebûna hişyariya netewî ye. |