Gunde me
Emerîkê Serdar
Vmv-Prînt
R’okurtkê payîzê bûn. Xebata deştê k’uta bûbû, gundya êrîkbêrîka xwe dîtibûn, debr-dir’lik dabûn ser hev û destbi defde’wata kiribûn. Hela çend r’oja pêşda cahil mala T’êcoda berev bûbûn, dara ze'vê dixemilandin, pêr’a jî bi deng dilîstin, pêşya de'watêda diçûn. Şayî îdî k’etibû gund. Wê r’ojê, nîvro şûnda, mala Têco gazî sazbenda kir. Braze’va jî hat, dara ze'vê ji mal derxist, cahil lê berev bûn û bi def-zur’nê nava gund ger’andin. Qûjînya zur’nê bû, qeydê ,,Nava mala,, lêdixist. Dengê wê best-beyara bela dibû, dik’ete ...
|