Êşbazî
Yaqob Tilermenî
Sî
Afirandin pêvajovek e ku mirov tê de ji xwe dide. Yaqob jî, dema ku gerdûna çîrokên xwe ava dike, seraqet ji xwe dide. Pêlewanên ku ew diafirîne hêmayan pêşkêşî me dikin ku di cîhana dengan de, eger mirov wan rastî wate û demê bike, wê hingê şirove dibin. Gava ku vê yekê dike jî, sersarivê nake, zimanê helbestê tîne ba zimanê çîrokê û van bi hêmanên zargotinî pêşkêş dike. Çav jî, seraqet li ser wê civakê ne ku em tê de dijîn.
Yaqob Tilermenî, di sala 1972'an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Nivîs û çîrokên wî di kovarên weke Jiyana Rewşen, Nûdem, Hîwa û Pelînê de û di malperên înternetê yên weke Mehname, Amûdê û Kulîna Kulîlkan de derçûne. Eşbazî pirtûka wî ya yekemîn e. |