Versions: - Xezal [Kurdî, Stockholm, ]
Xezal
Sîma Semend
Haypêthrat
Bhar bû, bhara Elegezêye gulîne hênik. Kê çûye Elegezê zef rind dikare bîr bîne wî wedê cinetî, wî wedeyî, gava kulîlkê wê dibişkivin, gul-sosinê wê şîn dibin, ê ku rûk didne meriv. Lê xule-xula ava kanîêd wêye sar, ku bela dibe deşt û mêrga, çîya û banîê wê ji kîjana bi sewteke xweş çîve-çîva çîvîka û qibe-qiba kevotka tê, ku tevî dengê kilamêd qîz û xorta dibin û nava pêlê hewêda diçin û digihîjne heylo ...
|