Sorgul
İbrahim Sunkur
Nûbihar
İbrahim Sunkur ji bajarê Miksê, hemşehriyê Feqiyê Teyran e. Helbestên wî jî mîna yên Feqiyê Teyran asan û rewan in û bi wezna erûzê hatine nivîsandin. Ji vê hêlê ve dikare wekî berdewamiya helbesta klasîk ya Kurdî were dîtin. Dema ku li helbestên wî tê nêrîn xezelên helbestvanên klasîk têne bîra meriv. Naveroka helbestên wî jî meriv dikare bibêje ku bi piranî li ser evînê û evîna welat in...
Îbrahîm Sunkur, di sala 1953an de li gundê Mezra Şêxa (Ünlüce) yê girêdayî navçeya Miksê ji dayîk bûye. Li gundên Miksê, li Berwara Sêrtê, Hizana Bediîse û Erdîşa Wanê û li navenda Wanê xwendina xwe ya medresê û Erebî qedandiye. Piştî derbeya 12ê îlonê tayîna wî derxistine Lîseya Kawaşê/Westanê. Heta 1985an li wir wek mamoste û alîkarê gerînende xebitiye. Di sala 1985an de wek midûr çûye Lîseya Ozalpê, heta sala 1989an ku tayîna wî derketiye Miksê li vir wek gerînende xebitiye. Di sala 2007an de ji hêla dewletê ve hatiye girtin û di zindanê de maye. Di pêvajoya DTPê de gelek caran hatiye darizandin û binçavkirin. Niha jî wek siyasetmedarekî ku siyaset lê qedexe, li Wanê dijî. Naverok
Afıtab / 9 Barêevînê / 12 Bêwê Nabe / 15 Belayê Evînê / 17 Belqîs / 20 Berav / 23 Berbızî / 25 Bese / 28 Bırîn / 31 Bûz / 34 Çêjandım / 36 Çl B’kem / 39 Derdo / 45
Manken / 51 Mergêzelal / 56 Merheba / 61 Meşkêvjalım / 65 Mertalî / 69 Mırcan / 72 Murîd / 75 Name / 77 Navê Te / 81 Nexşêxweda / 84 Nıvîsaenyê / 88 Pêjîn / 92 Perwane / 95 Pıjam / 98
Pîvok / 102 Pızot / 107 Qesra Dılberê / 111 Qestamın / 114 Rabe / 117 Rewşa Dılberan / 119 Roj E / 122 Rûçık / 125 Semyan / 129 Serbılınd Im / 132 Sılav / 135 Sînem / 137 Sıtî / 141 Şemam / 145 Şerab / 148
Şerbet / 151 Xezal / 154 Xurşîd / 159 Yaradelal / 162 Yar / 165 Zalim / 168 Zekat / I71 Zînî / 173 Beybûn / 177 Peyal / 180 Kakıl Agûzê / 183 Kewamın / 186 Dermanêdıl / 189 Destegul / 192 Dıjwar / 195 Dılo / 199
Dînê / 202 Dobe / 205 ‘Ebakejê / 207 Er'er / 213 Eşqa Mecazî / 216 Evîn / 220 Evînamın / 224 Ew / 227 Ewyar / 230 Ez Im / 232 Fırçe / 236 Gılîdarım / 239 Gul / 244 Gulûbılbıl / 246 Horî / 248
Kewser / 252 Ferheng / 255 AFITAB
Xweş direşînî tîran Ew çi guzim xîtab e? Şolî çavkan’ya Pîran Bes bi cewr û cefa be.
Li vir jiyan dembor e Çerxa felekê dor e Geh li jêr geh li jor e Bi keyf û bi sefa be.
Rêya te da borîn sal Li benda te yarê kal Çima nakêşînim bal Rewşa min pir xirab e.
Li min çivin êş û jan Hiş bilav, mejî ji jan Hinav û mêlak pijan Dil parêv û kebab e.
Dildar mîna terman e Hiş çû ne ji serman e Pirsîna te derman e Evîna te şerab e.
Şerbet li min bû şorav Dev zuwa, nayê dorav Ji kezebê tê zoxav Tijî xwîn û ‘edab e. ..... İbrahim Sunkur
Sorgul
Nûbihar
Weşanên Nûbiharê Nûbihar: 74 Sorgul İbrahim Sunkur
Edîtor Süleyman Çevîk
Sererastkirin Huseyn Şemrexî
Berg İHB Reklam Ajansı
Rûpelsazî Dawud Rêbiwar semalmedya@gmail.com
Çapxane Kilim Mat. Bas. Yay. ve Kağ. San. Tic. Ltd. Şti Orta Mh. Fatin Rüştü Sk. No: 1 - 3 / A Bayrampaşa / İstanbul Tel: 0212 612 95 59
Çapa yekem 2011
ISBN 978-994-360-89-0
Yayın Sertifika No 16919
Nûbihar: Pak Ajans Yayıncılık Ltd. Şti. Büyük Reşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi No: 22 / 29 Vezneciler-İstanbul Tel: 1212 519 00 09 e-mail: info@nubihar.com nubihar@gmail.com
sorgul_i_sunkur.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document
|