Agirbanû
İlhamı Özer
Elma
Bêyî min tu kes nizane. dilê min çima bi du can e. de bibêje! tu yê pîriktiyê bikî an salên li paş min mane?
bêyî min tew kesek nizane. dilê min çima bi jan e? de bibêje! min heftê û heft sal kevn kirin, ên min nû bikin kîjan e?
bêyî min qet kesek nizane. van mûyên canê min, çima mîna moz û kêzan e de bibêje! zayîna min a dubare kengî ye, bêyî te kî zane? |