Palyaço
Jana Seyda
Avesta
Deriyek hebû, mêr û jinek hebûn...
Mêr di bêdengiya xwe de dilûsiya
û gotinên xwe yên tikadariyê kedî dikirin..
Jin dike ku gurmîniyê ji derî bîne.. û derî...
Her vekirî ye.
Jana Seyda - Di sala 1976an de li Amûdê hatiye dinyayê. Ji destpêka salên 90î ve şi'r û nivîsên wê di gelek kovar rojnameyên kurdî û erebî de derketine. Şi'rên wê bi navê Şeva Dawî (2001). Destê Sibê (2004). Ber (2007) derketine. Romana Ehlam Misteganmî, Bîreweriya Laş, ji erebî wergerandiye kurdî (2006).
Naverok
Laşê jinekê li ser sifreyê / 9
Jinek im dema tu diçî / 10
Palyaço / 19
Dayikek / 23
Kore çavên xwedayê min / 25
Rawestgeh / 29
Facebook / 30
Hevdîtinek / 31
Herdu çavên wê yên winda / 32
Odeyek Cama pencereyê, perde, kursî û guldank / 33
Jinek û Cinek / 34
Teqwîma jinekê / 36
Duşem / 37
Sêşem / 38
Çarşem / 39
Pêncşem /4 0
În / 41
Şemî / 42
Yekşem / 43
Endezyarî (mijûliyên jinekê) / 44
Giroverî / 45
Sê qorzî / 46
Çarqorzî / 47
Kevan / 48
Rewşa hewayê (bendemanên jinekê) / 49
Baran / 50
Berf / 51
Ezmanê sayî / 52
Lehî / 53
Pêla germê / 54
Qşa / 55
Dem (tirsên jinekê) / 56
Demborî / 57
Îro / 58
Paşeroj=Pêşeroj / 59
Du kêlîkên Hawa / 60
Kêlîkeke ji xunavê / 61
Kêlîkeke ji ewran / 62
Wêneyê Adem / 63
Nameyên mêrekî / 64
Name 1 / 65
Name 2 / 66
Name 3 / 67
Name 4 / 68
Name 5 / 63
Posta 99 / 70
Têk çûnên mêrekî / 71
Derî / 73
Balgehê wê / 74
Derbasbûn / 75
Hejîn / 76
Bendeman / 77
Bêrîkirin / 78
Gurmînî / 79
Kesk / 81
Sor / 82
Zer / 83
Şîn / 84
Spî / 85
Reş / 86
Dengê wî / 87
1. Dengê wî di sibehekê de / 88
2. Dengê wî di şevekê de / 89
3. Dengê wî di evînekê de / 90
4. Dengê wî di xatirxwestinekê da / 91
5. Dengê wî di dûriye de / 92
6. Dengê wî dixapandinêde / 93
LAŞÊ JINEKÊ LI SER SIFREYÊ
Lûleya tivinga xwe raserî wê kiriye, çavên wî rojên wê talan dikin û kenê wê yê ku daristan hêmin dikirin.
Çavên wê jî tikadar in, naxwazin ronahiyê verê bikin, naxwazin ji gulavê dûr bikevin.
Destên wê ji çinîna gulan reng daye. Laşê wê xwe davêje bextê ewran;
Eger ewrek bikaribe wê hilgire! Eger ezman bikaribe welatekî jê re xêz bike!
Eger bîna barûdê bikaribe hinekî xwe ji mejiyê wê vedize!
Çavên wê du zarokên sêwî bûn di kolanên hêviyan de, du destên vekirî bûn parsa hebûnekê dikirin. Dilê wê têla kemanekê bû, bi lêdana kevanê qederê dihejiya..
Tiliya wî çakûçek e li ser tetîka dîwarê bêdengiyê..
Du gulleyên weke beyabanekê vala ji çavên wê dikevin. Gulleyek. ber bi ya dîtir ve direve, wê bi tirs hembêz dike.. û herdu digirîîîn.
Jinek im dema tu diçî
1.
Weke her jinê, min jî bîra bîreweriyê bi siya mêrekî dixetimand û her li bendî destdana wî diman... (Ez şaş bûm).
Ey mêrê ku li ber taveheyva xewnên min rawestiyaye, bibûre ku ez ê ne stêrka te bim. Ne jî hîva ku şevên te ronî dikir, bibûre ku ez ê êdî te bi xapînên te re bihêlim da ku bibî şitleke hişkbûyî di deştên demboriya min de.
Kîjan evîn te hîn dike ku tu sirweyên min bicivînî, di çenteyê xwe yê piçûk de bipêçî û ji min koç bikî. Kîjan daristan te ber bi xwe ve dikşînin da ku darebiyek bim di bendemana te de.
Tu mêrekî ji gulenaran î, her ku ezmanekî sayî dibînî bera pey ewrekî didî. Mêrekî ji barana bêhedan î, ji bîna axa şil û simbilên nû şînhatî yî.
Mêrê şevên tarî û sibehên bê oxir î.
Pêl di çavên te de li hev diketin û laşê te bengiyê bagerekê bû.. (Ew bager ne ez bûm).
Ji çaxa ku tu ji siya min reviyayî tu ji sikakan re mayî, tu di siya wan de dibeziyayî, wan jî tu dikirî siya zilamekî.
Ji çaxa ku destên min ji destên te dûr ketin, di rê-guherîna êşekê de ku veqetandinek diyarî me kir.
Tu mêrê sikakan î, weke giyanekî tê de diherikî û di her sikakekê de kavilan li pey xwe dihêlî (Navê wan kavilan ez im).
Tu her mêrê gunehan î, ji mêyekê direvî da ku di yeke din de niştecî bibî..
Hemû jin weke hev in canê min... evîndarî te dibin, te vedixwin, te perçe perçe dikin û te binax dikin... Tu yî, ey mêrê mêrkuj û kuştî di hembêza jinekê de.. (Ew jin ne ez im).
Tu peleke kesk î, weke xwe yî, ne payiz dikare te biweşîne ne jî zivistan dikare te bi sermayê bitirsîne, peleke geş î her tim..
(û şaxên min î zer pê dilîze).
Tu mêrê saetên dereng û koçkirina lezgîn î, mêrê ewran î ne yê stêrkan, mêrê şer î ne yê evînê, tu mêreki ji hêrsên rêwî û bişirîneke naçar î.
(Ez jî jinek im dema tu diçî.)
.....
Jana Seyda
Palyaço
Avesta
Weşanên Avesta
Avesta | Edebiyat: 381 | 64
Palyaço
Jana Şeyda
Editor: Abdullah Keskin
Dizayna Gişti: Ahmet Naci Fırat
Berg: Azad Aktürk
Mizanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2011, Stembol
Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdöğen Davutpasa Cad.
Güven San. Sit C Blok. No: 239
Topkapı / İstanbul
Tel: (0212) 613 1211
© Avesta, 2011
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê
bi tu awayf nayê zêdekirin
Sertifika no: 13193
Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi
Atıf Yılmaz Caddesi öğüt Sokak No: 7
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 251 44 80
Fax: (0212) 243 89 75
Ekinciler Caddesi,
Nurlan Apt Giriş Katı No: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Faks: (0412)223 58 99
www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com
ISBN: 978-605-5585-85-3
palyaco_j_seyda.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document