Simoê Şemo, Baxçê Payîzê
Rizganê Simo
Nairi
Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye. Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû. Her gav-deqe ...
Rizganê Simo, nixurîyê Simoyê Şemo, sala 1953-a, li gundê Şênavanê (marza Armavîrê) ji diya xwe bûye. S: 1979-a institûte Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Pey xilazkirina întêrnatûrayê ra heta şala 1984-a wek doxtir xebitîye marza Armavîrêda (gundê Qamûşlû-Zartonk). S, 1985-ada wek dersbêj (lêktor) ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê’ye dewletêda kar dikê. S. 1997-2005-a usa jî cîgirê dêkanê fakûltêta doxtirîye tomêrîbûye. Xudanê weke 25 gotarên zanyarî û 4 ktêbên dersaye. S. 1991-ê têza kandîdatîyê xweyî kirye. Bavê 3 kura ye. Rizgan, çawa ewledê Simoyê Şemoyî şîrhelal, time bi xemxurî berbirî mîrata bavê xweye wêjeyî (edebyetî) bûye. Aha pey wefatbûna bavê ra wî arşîv û destnivîsar hildane dest xwe. Ev berevok Rizgan bi xwe hazirkiryê û daye weşandinê. Karekî bi rûmet û layîqî pesnandinê û şêkirdarîyê hatye kirinê, kîjan kemala edebyetî-dîrokî dest tine. |