Derdo
Alan Osman
Gornepaş
bes tenê ji te re lêvên min bendewar in ey girnijîna li malzaroka hêvî ya avis di girêkê de di qalikê hêkê de tu hatîyî givaştin pêçandin ? ji canên kuştiyan ji xewnên birçîyan ji hêrsên sêwîyan tu hatîyî veristin ..... Naverok
1 - stêr 2 - gimijîn 3 - pakrewan 4 - çîrok 5 - dinya 6 - viyan 7 - dilo 8 - demsal 9 - mûristan 10 - findikê
11 - amed 12 - mêzopotamya 13 - hingiv 14 - heste 15 - derdo 16 - qaxbûn 17 - dînê me 18 - xwîna te 19 - tol 20 - gixe bive
21 - berf 22 - zindane 23 - bawerî 24 - vên 25 - helebçe 26 - pêl 27 - mûdêl 28 - islam 29 - temeno 30 - zinzane
31 - dîlan 32 - mizgîne 33 - azadî
STÊR
stêra komika sêwîyan buhira çete û rêwîyan demsalên jîna te ji qûma hîcazî raxistî ne gulzarên mejîyê te ji qata yemenî çandî ne li ser rêka kadizan ji komika sêwîyan tu xûneke kurdî dinisilî werrê bêdeng di tayê de diqilqilî li nav çeteyan di tenayiyê de dişerpilî sîwana te ji mêj de tarîye li ser bênderên solan şal û şapikên bi xûn fire fire vegirtî ne pencerên te dergehên te ji şûnîyê re vekirî ne nalên ciwanî-hespekî pêlavên mendalekî û rextê canbazekî bi wan ve daliqandî ne û çavên te kovîyan dibarînin û gîya hişke mîna xûnê reşe erê û hûn ey kujerên kovîyan de bihêlin bihêlin bera kovî biçêrin bera gulle bera xencer di noqan de bimînin nîşanên civata merivatîyê bimînin bimînin bes tenê bihêlin bihêlin bera kovî biçêrin rêka wan pirr dûr e hawîrdora wan zûruzûr e û ew mijûl in diponijin li panavên mejîyan dûrbûnan dipîvin rûtkirî bê çek di cengên ramanan de di nav ar û dûmanan de wan kurt dikin dikujin û Qertel ji doxên xenceran ji şopên gulleyan dilopên navdilan gulavên sorgulan dialêsin dimijin dialêsin dimijin
Gîrnijîn
bes tenê ji te re lêvên min bendewar in ey girnijîna li malzaroka hêvî ya avis di girêkê de di qalikê hêkê de tu hatîyî givaştin pêçandin ? ji canên kuştiyan ji xewnên birçîyan ji hêrsên sêwîyan tu hatîyî veristin hûnandin? ez jî yekî evîndar im ji te re ez bendewar im ey destpêka kenê min û girnijîn .....
Alan Osman
Derdo
Gornepaş
Weşanên Gornepaş Derdo Helbest Alan Osman
dîwana - 2 - an mafê çapê parastîye çapkirina sala 1995 an çapxana gormepaş
|