La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nigarên Kul û derdên jiyanê


Éditeur : Emîral Date & Lieu : 1996, Beyrût
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Seb. Nig. N° 3863Thème : Poésie

Nigarên Kul û derdên jiyanê

Nigarên Kul û derdên jiyanê

Mehmûdê Sebrî

Emîral

Evîndarê Xemgîn, navê wî Mehmûdê kurê Sebrî ye, di sala 1937an de li gundê Çetelê, devera Dirbêsiyê ji parêzgeha Hesekê - Cizîra Binxetê hatiye cîhanê. Û ji sala 1970î de li bajarê Hesekê bi cih bûye.
Li nik mellayên Kurd, bi zimanê Erebî Xwendina wî zanistiya oldariya Islamî bû, paşiyê dest bi xwendina zanistiya nûjen kir û bawernameya yasa (hiqûq) ji zanîngeha Şamê, di sala 1970 î de wergirt.
Ji ber kawdan û mercên dijwar dereng dest bi nivî -sandina zimanê Kurdî kir ango piştî sala 1986 an de.
Berhemên wî çi gotar bin û çi helbest bin di hin kavaran de hatine belavkirin,ewkovarev in:Xunav, Gurzek gul, Zanîn û Gulîstan.
Evîndarê Xemgîn yek ji endamên Komîta nivîskarên kovara Xunavêye.
Hin lêkolînên wî hene hêj ne gihiştine dawiyê ew jî ev in:
-Nêrînek li terezûya ristên Kurdî.
-Serdarê evîndaran Mellayê Cizîrî.
-Zincîrek gotar li ser sinçên jina Kurd.
-Çend gotarên cûre-cûre li ser dîroka Kurd,û hin li ser Folklorê Kurdî (Zargotin).
Ev babetên jorîn bere-bere di hejmarên kovara Xunavê de hatine belavkirin.


Fehrist

Xwediyê dozê / 11
Pêtiya sor û şîn / 13
Rabe ey gelê Kurd / 15
Welat talane / 17
Awirên bi hêrz / 19
Bobelata Helebça / 21
Şoreş û pilingên / 24
Şerme / 26
Diyarî ji Xanî re / 30
Birakujên şîretxweş / 33
Yûbîla zêrîn / 35
Şoreşa Êlûnê / 37
Ji govara Bihar re / 40
Di gel jina Kurd / 42
Li ser zimanê / 46
Xizm û hevalên / 48
Durvên sipehî / 53
Surên hişkêş / 55
Serdara dil û hiş / 57
Çelengê bêhêz / 59
Cenga Zeriyê / 61
Çiraxa pencerê / 64
Evîna nijdevan / 67
Kevoka devê çeqel / 70
Êşkinca bisk Teterê / 74
Hevala can / 76
Sereka rûkeleşa / 79
Bironîkên çavan / 81
Gewhera zîba / 83
Firişta sitemkar / 85
Evîna damarên dil / 88
Peyxama evînê / 91


PÊŞGOTIN

Di jiyana me de kul û şahî têkilî hev in.her wusa serdestî û sitem li hember azadî û dadmendiyê ne. Kulên jiyanê alafa xwe ya dijwar digihînin dilên hestdar,dilên evîndar û ristvan û hunermendan... Kehnezuwê hi wan dixin.û e'wrên reş li hawîr wan dtlan dicivînin.Lê ji wan e'wrên kulan ,gelek caran-razên pîroz û peyxemherî diharin, hi şêweyên rist û gotin û nivîsandinê... û li ser hahetên renga reng, hestên xwe yên rast û dilovan derdixin, hi awakî ku kuldar hixwe xweziya xwe tînetku kulên wî dirêj hihin,da herhemên wî yên nazik û tenik li pey hev ji kaniya dilovaniyê der hihin.

Şahiyên jiyanê herhemên kulên wê ne,şahiya rast naête naskirin bê dîtina dijwariyê,her wekî xweşiya ava hênikpiştî tihniyê tête zanîn. Û mihrivanî û tenikiya dil piştî dijwarî û zora jiyanê xuya dibin, û rastî û xweşiya evînê li pey keserên kûr bi cih dibin.

Azadî radeya mirovatiyê hdind dike,azadîxwaz ji dijwariyê natirse,û bêhêvî nabe,çikû ew bi raman û karên qenc,hi xurtiyê û bi sinçên bilind zengîn e, û haweriya xwe bi kêjêrat û aftrandinê tîne; ji bo armancên pîroz.

Azadîxwaz ji mirinê natirse, çikû jiyanê têkoşîn û serkeftin dihîne,û gava ku dişikê sinçên giranhiha dide xuya kirin, wekî elmaz dema dişikê qeşengî û xurtiya tevaya perçeyên xwe dide xuya kirin.

Ji bo pêkanîna azadiyê tevrabûn û serhildan divên, divê ku guhertinên kûr bikevin ramanên kes û komelê me yê Kurd, divê em sinç û baweriya xurt hixin dil û derûnên xwe, û divê em vîna xurt hixin hundirê damar û canên xwe.Çendî ew sinç û bawerî û vîn linik me henejê nepenîne,divê em wan li ber çavên cihanê diyar hikin.

Zor û sitem li ser gelê me giran in.Sitemkar me helav dikin,me ji cih û welatê me hildikin,bi durişm û sozên derewîn me dixapîninji bilî dek û pîlananju riftarê mirovatî hi me re nakin. Dixwazin me hipişêvin,me riswa hikin,me herû her hikin rencberên xwe,da welatê me digel gencîneyên xwe hi wan himînin.Dest dan ser samanên welatê me û bi wan yelê me dipelêxin û dixwazin wî winda bikin. Di van çend perçeyên ristan de-em bi wan babetan kul û şahiyên xwe didin der,tî di pêşiya wan de em bi umîd dibêjin: Bila xurtiya dadmendî çekên xwe hilgire , bila dengê azadiyê li çar hawîr bike zingîn,bila dilê ge/ê Kurd bibe volkan û çipikên xwîna Kurdan bi bin pirîskên ayir,da zorker û sitem-karan bisojin . Bila dara azadiyê li nav xak û ava welatê me kat bide > û geş bibe,û hi kulîkên evîn û şadiyê bi xemile, û bihna xwe bide gelê Kurd û cihanê.

Mehmûdê Sebrî

Birê konevanî û Civakî

Xwediyê dozê

Bi soza lehengan / bi sûnda giran,
Bi doza bi gori / dibin pakrewan,
Bi xakê ji xwîna / temîz têr vexwar,
Me jînek bi riimet / divê”yan ne man”,

Serî hilde pêşeng / li hawîr binêr,
Li dîrok û holên / xebata gelan;
Tu nabîne yek gel / ji dest koledar,
Sitem dît wekî Kurd / bi ah û fîxan.

Li çerxa me şewq dan / sitêran bi rêz,
Li Pîran û Barzan / û Saplax tevan.
Me hildaye ala / xebata welat,
Me şoreş kirî eş- / kera bêguman.

Hekarî li ber E- / virîn raperî,
Şikestûn û Bîngol / digel hev gihan,
Senendec li hawîr / bi halan û ceng,
li Kerkûk û Zaxo / xuyabû beyan.


Mehmûdê Sebrî


Nigarên Kul û derdên jiyanê

Emîral

Çapxana Emîral
Helbest
Nigarên Kul û derdên jiyanê
Mehmûdê Sebrî
(Evîndarê Xemgîn)

Mafê çapê parastî ye

Navê dîwanê: Nigarên kul û derdan.
Helbestvan: Mehmûdê Sebrî.
Derhêner û kombiyûter: Şengo Dumilî.
Çapa yekemîn.
Çapxana Emîral
Beyrût Libnan
1000/12/1996

nigaren_kul_u_derden_jiyane_m_sebri.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues