Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destpêka Edebiyata Kurdî


Nivîskar : Mehmed Uzun
Weşan : Beybûn Tarîx & Cîh : 1992-05-01, Ankara
Pêşgotin : Rûpel : 110
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Uzu. Des. N° 2446Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Destpêka Edebiyata Kurdî


Destpêka Edebiyata Kurdî

Mehmed Uzun

Beybûn

Herwekî ku tê zanîn, daxuyaniyên siyasî û edebiyatê zêde li hev nayên û ev celeb îzeh û daxuyanî edebiyatê dewlemendtir nakin. Lê mixabin ku ez jî divê bi daxuyaniyeke siyasî dest bi vê kurtelêgera edebî bikim. Ji ber ku çaxa meriv bixwaze behsa ziman û edebiyata kurdî bike, bivênevê, berî her tiştî, meriv bêgav e ku li ser rewşa siyasî ya welatê Kurdistanê jî raweste. Li Kurdistanê, her tişt, edebiyat jî tê de, bi siyasetê û jiyana civakî ve girêdayî ye. (Heye ku li tu aliyê dinê, edebiyatek tune be ku mîna ya kurdî, bi siyasetê, evçend, bi zexmî girêdayî be.)¹

Mehmed Uzun, 1953, Siwêrek, heta niha berpirsiyarî û gerînendeyiya çar kovar û rojnameyên çandî û edebî yên kurdî kiriye. Wî di gelek weşanên kurdî, swêdî û tirkî de nivîsarên çandî û edebî nivisîne. Heta niha çar romanên wî, bi kurdî, derketine. Ew endamê PEN-Klûba swêdî, Yekitiya Rojnamevanên Swedê,Yekitiya Rojnamevanên Cîhanê û endamê Komîta. Birêvebir ya Yekitiya Nivîskarên Swêdê ye. Ew li Wezareta Çandî ya Swêdê, mîna pisporê edebiyatên biyanî, dixebite.
Romanên wî: Tu, 1985; Mirina Kalekî Rind, 1987; Siya Evînê, 1989; Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, 1991
Werger - Zimanê Çiya (Mountaign Language), Harold Pınter, 1990



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar