La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xewnên Zîvîn


Auteur : Fatma Savci
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2007-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 978-9944-382-27-4
Langue : KurdeFormat : 120 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sav. Xew. N° 1935Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xewnên Zîvîn


Xewnên Zîvîn

Fatma Savcı


Avesta


Di vê kitêbê de; "tayên Nêrgizan, gazinên Ehmedê Xanî, hêviya jinên 'dara şikestî', helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran, bîranînên zarokên berdêliya welatekî... "Hesreta du Qumriyan, fira Kevokan, firîkên genim yê deşta Qoserê, kenê Xecîcokan yên li hinarikên rûyê Nîsanê, tama ava kaniya zozanan, hêstirên çavên Xezalan...
"Şîretên rîspiyên êlan, hepriya jineke koçber, pelikên dara gwîzê, kildankek tije ji kilê Siphanî, emrê dara çinarê, dengê bilûrê, xeyala eşqiyayekî demê, giriyê girtiyekî mêr yê veşarî...
"Neynikek şikestî, şehek ji hestî, straneke birîndarya mişextiyekî, bêdengiya gundekî kaviltirî...
"Şerbikek suryaniyan, şekirê îda ermeniyan, agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke êvara Midyadiyan..." hene.

Fatma Savcı, di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatiye dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê yê li ser Midyadê ye. Wê dibistana seretayî li Girêmîra xwendiye. Di wan salan de, qedexeya li ser ziman hebû, ew zû mezin kir û bi firê xist. Dem hatibu ku dilê xwe veke, lê ne bi tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin, îcar kurdî jî qedexe bû. Ew li peyvên veşartî yên kurdî digeriya, çiyan çav lê kir. Wê jî xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû ku ne lênûsk û ne jî pênus hebû di destê wê de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirki nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê tîpên nepenî hîn bû. Berf diheliya, lê wê tîp li hişê xwe dinexişandin... Di sala 1992yê de, ji ber raman û çalakiyên xwe hate girtin. Wê di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê kurdî kir û “guneh”ê xwe girantir kir. Panzdeh sal ceza wergirt û li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriya. Wê çîrokên keç û kurên kurd ên heşt girtîgehan li paş deriyên hesinî dane hev. Di sala 2003yê de, bi dîwaneke helbestan ya li ser pelên cixarê nivîsî ku bikaribe veşêrê, derket. Dîwana “Gulên Qasid", ku di sala 2006ê de, ji Avestayê derket, ji nav van helbestan, wek berhema wê ya yekê derket. Niha jiyana xwe li bajarê Stenbolê, di hezna çavên mişextiyek zelal de didomîne.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues