PÊŞGOTIN
Gava ez li pêş mirovên, ku di diroka gelê me yê bindest û bextreş de gewre ne, radiwestim û dixwazim gotinekê der mafên wan de bêjim, hîngê hem tirsek û hem jî rêzek min digrin, û dudilî dikin, ka bêjim an na.
Sedema vê yekê ew e, ku civaka me, heya îro jî, sînorên rêzgirtina pêşiyan nenasiye. Pêşiyên me her tim serê rastiyê di destên wan de ye, hemû gotin û tiştên wan kirine, ne tenê rast in, belê rêbazên herhe ne jî, divê mirov li pêş wan destbest raweste; ango di heyam û çerxa wan de bijî, û dem û dewrana dinyayê ji bîra bike.
Her mirovê ji vê çarçewê derkefe, wê bête kevirkirin, û bibe erk û mebesta zimandirêjiyên erzan, bêyî ewana bizanibin ku aşkerekirina kêmasî û şaşiyên wan pêşiyan tiştekî ji rûmeta wan kêm nake, blê hîn wê rûmetê zêde dike, ji ber ku lêgerînên zanistî çirûskên, ku wan rêzdaran di zanîn û jiyanê de pêxistibûn, geştir dikin.
Sedemeke din jî bi taybetî li gel Osman Sebrî girêdayî bû. Ji ber ku ev mirov, dîsan heya îro, di civaka me de, bûye qurbana du nerînên cuda; her du jî, ji ber rika xwediyan, ji sînorên zanistî bi der ketine.
Nerînek weha diçe, ku ew mirov her tim li rastiyê bû, hemû gotin û kirên wî di bizava rêzanî û wêjeyî de rast û dirist bûn, lewre jî rexne û rexnekirin nikarin nêzî wî bibin. Nerîna din jî tersî vê diçe, û hemû posîtîvên (erênî) gotin û kirên wî ji bîra dike, tariyê dikşîne ser wan, û pîlê dide ser şaşiyên wî, û wan mezin dike. Her du nerîn jî, bê hemd, ji hêlekê de ewî ji sînorên mirovekî bi der dixin, û ji bîra dikin, ku mirov; her mirovek, ji şaşiyan ne şûştî ye, û ji hêla din de kêm caran xwe nêzî warê wî yê wêjevar û dikin, eger hin caran bikin jî, nerîna wan dîla helwesta wan dimîne.
Evan her du sedeman ez xistinbûme bin siya saweke mezin. Û li milê din, her mirovek bi dilsojî dixebite, û li gel wê xebatê dilsoz dimîne, nikarim rêza wî negrim. Ev her du curehest(tirs û rêzgirtin) jî dikarin lêgervanan ji rê bêxin, û lêgerînan ji sînorên zanistîyê dûr bikin.
Lê gava min Osman Sebrî xwend, li berhemên wî hûr bûm, min alîkariyeke mezin ji wî wergirt, ku ew tirs ji dilê min bi der xist, û ew rêz jî ji warê hesteweri kişande warekî hişmend. Pêre jî ew dudiliya paşkêş ji pêş min avêt.
Osman Sebrî di gotarekê de dibêje: "Mafir em bav û diyên xwe ên mirî bin ax dikin, divê em bi ramanên mirî negirin, û wan jî bin ax bikin. Ji bo kesên xweş ne raste bi ramanên mirî bigirin. Rahîştina ramanên mirî bê ku me bikuje, bi kêrî me nayê".
Ji ber vê yekê min dest bi karê xwe kir, mebesta min ewe, ku ez bi awakî zanistî û pirsiyar wêjeya wî bixwînim, vekolim,û li huneriya wê bigerim.Lewre jî warê wî yê partîzanî nebûye kar û barê vê xebata min.
Berî pêşî, min gotarek, bi boneya bîranîna 93 saliya wî, nivisand. Sernavê wê "Helbestvaniya Osman Sebrî" bû. Ev gotar sala 1998ê, li Şamê, li mala wî hate xwendin, û di kovara "Pırs" hejmar 13 de hate weşandin. Di dû re min ew firehtir kir, û di sêmînarê, ku roja 13.01.2001 ji bo 96 saliya wî li bajarê Bad Salzuflen ( Elmanya) hatibû li darxistn, min ew xwend, û di kovara "Pênûs" hejmar 8, di bin sernavê "Osman Sebrî wek helbestvan û ramanbîr" de hate weşandin.
Ji wê rojê de meraqa têrkirina vê babetê di dilê min de mezin bû, û ez ber bi civandina jêderan de têvedam.
Ev karê min ji destpêkekê û sê birran pêk hatî ye. Berî pêşî min serdema Osman Sebrî peland, û li goreyî cihên jiyana wî û kartêkerên wê, min ew serdem kire du beş. Di beşê yekem de min berxwe da, ku bûyer û bizavên rêzanî û rewşenbîrî, ku li Kurdistanê di navbera şoreşên her du Şêxan de (Şêx Ûbeydulah Nehrî û Şêx Seîdê Pîran. 1880 - 1925) qewimîne, bînim bîrên xwendevanan, û di beşê duwem de ez li nik rewşa rêzanî, civakî, wêjeyî û rewşenbîrî li Jêrxetê rawestiyam, û diyardeyên wê ta dawiya çerxa bîstê diyar kirin.
Piştî wê, min karê xwe li ser sê birran parve kir. Dîroka Kesayetî ya Osman Sebrî para birrê yekem bû, ku ez li nik jiyana wî rawestiyam,û qunaxên wê, li goreyî jêderêm ku di destên min de hene, diyar kirin, di dû re jî min berhemên wî bi kurtenerinekê dane nasîn, ta hate xuyakirin ku Osman Sebrî para xwe xistiye gelek warên nivîsîne. Min çapên dîwanên wî diyarkirin, û çîrokên wî jî li goreyî naveroka wan, ji hevudu cuda kirin, û dawî min gotarên wî dane nasîn.Hêjayî gotinê ez bêjim keda min di vî warî de tenê civandin , berhevkirin û danasîn bû.
Wêjeya Osman Sebrî barê birrê duwem bû. Li destpêkê min hewilda, ku kesayetî ya wî nas bikim, ji ber ku kesayetî ya her wêjevanekî bandûreke mezin li ser wî heye, ne tenê cureyê ramana wîz belê şêweyê derbirina wî jî bi şopên xwe direngîne.Weh ez gîhame wê boçûnê, ku Osman Sebrî di bingeha heşê xwe de ji bandûra rêzana eşîrtî û fewdal rizgar nebûbû, belê pêdiviyên wê pirîcar serên helwestên wî badidan, lê nikarîbûn ewî her tim dîlê buhêrekê bihêlin, lewre jî ramana wî doza hemdemiyê li civakê dike. Her weha di vê navberê re ez li nik giringtirîn babetên wêjya wî jî rawestiyam.
Gava ez çûme birrê sêyem, beriya ez huneriya wêjya Osman Sebrî vekolim, min berxweda ku pêşiya xwe bipelînim, ka tiştek nêzî babeta min, li ba hevalkar û wêjevanên Jêrxetê heye. Weha min gelek jêder nerîn, û li ba gelekan min ev warê nirxandinê, bi gelemperî, û Osman Sebrî, bi taybetî, peland, lê mixabin nivîsar û rayên ku di destên min de peyda bûne ez tî hêştim, û nikarîn bersivên, ku lê digerim, bidana.Lewre bi tenê, û bê alîkaran derbazbûm hundir wêjevaniya Osman Sebrî.
Min ew li ser sê beşan parve kir. Pêşî min li helbesta wî nerî, û bingeha wê vekola. Alavên derbirinê, şêweyê axiftinê û awayê avakirina helbesta Osman Sebrî ji çarçewa rêbazê kilasîk bi der neketine, lê hinek helbestên wî bi giraniya mercên wî rêbazê hunerî hestedar bûne, û li hember hêza kêşê û rêzbendê milxar nema ne, belê bi meraq xwe nêzî hulma hestewerî kirine, û pê re jî awaza wan piçekê nerm bûye, û bergeha, ku rêbazê kilasîk di navbera peveka helbestî û ya hestewerî de dirêj dike, hinekê kurt kirine. Lê nivisandina wan di nîvê temenê wî yê wêjeyî de, û dubarenekirina wê bizavê didine xuyakirin, ku ew bi vê helewstê ne bawer bû ye.
Çîroka Osman Sebrî para beşê duduwê bû . Min gelek çîrokên wî xwendin û vekolan, û hêmanên hunera vî celebê tore di wan de peland, ta ji min ve diyar bû, ku çîrokbêjî (xeberdan, serd) di çîrokên wî de hêmanê serkeftî ye, û gelek hêmanên din birîndar in, pê re jî avahiya çîrokê jihevketî xuya dibe, û tevna wê ji gurd dikefe, nemaze jî pirrên wana, an bê hevpeyvîn in, an jî ev hêman di wan de gelekî kêm e. Bi baweriya min ev diyarde rûçikekî kesayetî ya nivîsevanê me diyar dike. Lê xalekek berbiçav xwe li vir diyar dike, ew jî ev e, ku pirrên çîrokên Osman Sebrî civandî ne, ne aferînî ne.
Di beşê sisiyê de min gotara Osman Sebrî xwend, pilan û avahiya wê vekola, û hêmanên pilana vî celebê wêje peland, ta hate diyarkirin ku pirrê gotarên wî ji hêla naverokê de ramanîn e, û ji hêla şêwe û pilanê de jî zanistîn e, û gelekî kêm xwe nêzî gotara wêjeyî kirî ye. Li dawiya vî beşî, min gotara AGIRI, ku serkefttirîn gotara wêjeyî ya wî dibînim, bi awakî fireh vekola.
Dawî. Evê lêkolîna min ez gîhandim hinek encaman, ku cîgehê Osman Sebrî , wek helbestvan û nivîsevan, di rêveçûna wêjeya kurdî de diyar dikin. Ev encaman para paşgotina lêkolînê bûn.
Li dawiyê min hêja dît ku sê berhemên Osman Sebrî dubare bikim; yek helbest e, ku min ew ji dîwana (Bahoz) wergirtî ye; ew jî helbesteke, dikare, Ii gel her du helbestên JAN û BAHOZ, bêtebatiya helbestvanê me, li hember kêş û rêbaza kilasîk diyar bike, û rûwê wî ber bi helbesta pexşane de bide, pêre jî tê xuyakirin ku helbesta kurdî berî ya miletên derdora Kurdan gelek kend û bendên kilasîkê şikandine. Her duwên din min ji kovara HAWARê wergirtine; yek gotar e, û ya din jî çîroke. Her du jî, li gor baweriya min, ji hêlekê de berztirîn nimûneyên pexaşana wî ne, û ji hêla din de hueriya evan her du celebên wêjeya wî diyar dikin.
Hêjayî gotinê ye, ku bêjim, min xwe bi ser rêbazekî wêjeyî hunerî sînorkirî de pal neda, belê min berê xwe da gelekan, çi dîrokî, civakî, pisîkolojî, kilasîk, û wêneyî, min ji gelekan, çi kevin, û çi nuh, sûde wergirt, û nebûm dîlê yekî bi tenê ji wan, lew ez weha bawerin, ku ev helwest dikare lêgerîna min dewlemendtir bike.
Çiqas ez di evê xebata xwe de bextewar im, ku min karek kiriyê, ewqas jî ez xwe deyndarê gelek dost û hogiran dibînim, ji ber ku ewana di warê bi destxistina jêderan de alîkarên min bûn.
Belkî ev yeka li nik pirr kesan hêsan be, lê yekî wekî min, ku pirtûkxaneya xwe li şûn xwe hêştî ye, û çar-pênc salên wî li evan welatên Ewrupayê têper nebûbin, û li goşeyeke teng û dûr ji welatê Elmanya, yê fireh, cîwar bûye, teqez wê gelek cefa di riya bidestxistina jêderan de bikşîne.
Bi evê baweriyê min têkilî li gel pirr dostan çar û germ kir, hem bi telefonê, hem bi postê û hem jî bi seredanan, heya ku ewan têkliyan li nik hinek rêzdaran kef da, û her du dostên delal Memo Cimo ji Feransayê, û Hoşeng kurê Osman Sebrî ji Elmanyayê pirrên berhemên O. Sebeî ji min re bi rê kirin, û bira û dostê hêja û rehmelê Hemreş Reşo jî bîranînên Osman Sebrî (heya sala 1930) ji min re peyda kir, lê mixabin ew ne orîjînal bû, belê nisxeyeke wergerandî ser zimanê erebî bû, bi komputerê hatibû nivisandin, û hîna çap nebûbû.Piştî demeke dirêj, ku ez di nîvê karê xwe de bûm, rojekê telefona min lêda, min bihîstoka wê rakir, li hêla din bira yê hêja Hoşeng Sebrî bû, dibêje min va ye min orîjînala bîranînan peyda kir, û ez nisxeyekê ji te re dişînim. Ew nisxe jî ne çapkirî bû, belê mîna ya wergerandî bi komputerê hatibû nivisandin. Hêjayî gotinê ye bêjim, ku naveroka evî birrê bîranînan tenê heya nîvê salên siyên çerxa çûyî ye, ne tevayê temen û jiyana OsmanSebrî ye.
Ji van bi şûn de, bidestxistina jêderên alîkar jî ne hêsan bû. Lê mixabin pirrên ku ketine destê min, nemaze ewên tiştek li ser Osman Sebrî nivisandine, xwe nêzî wêjevaniya wî nekirine. Lewre ev karê min, bi babeta xwe, ta roja îro, wê bizava pêşîn û yekta be. Vê lomê, wek Kurd dibêjin, goşt bê hestî nabe, wê ji kêmasiyan ne şûstî be. Kêmasiya herî mezin ewe, ku min nikarîbû hemû berhemên Osman Sebrî bicivandana. Ev yeka jî lekeyekê digîne evê xebata min, belkî navandina wan berheman, û diyarkirina cihê weşandina wan, di siyaqa vê lêgerînê de, hinekê ji ziyan û bandûra wê lekê kêm bike.
Erk û mebesta min ew e, ku di vî karê xwe de ji rastîya wêjeyî û hunerî ve nêzîk bûbim. Heke min ev yeka bi cih kiribe, ew e hêviya min, û ger qe ne be jî, ez bi dilsojî xebitî me, û min deriyek ji bo pelandina wê rastiyê li nik wêjevanên Jêrxetê vekiri ye.
Heyder Omer
Elmanya-Stade
07. 04. 2004
Serdema Osman Sebrî
Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîskarekî, kesayetiyekê, an diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, bike mijara lêkolînekê, bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemû diyardeyên mirovane, çi zanistî bin, çi ramanî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye.
Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan, li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li ser du beşan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî de dest pê bike, û weha biçe ta şoreşa Şêx Seîciê Pîran, û yê din wê ji jêrxetbûna wî de dest pê bike.
-1-
Jiyana rêzanî, civakî û rewşenbîrî di navbera şoreşên herdu Şêxan de
(Şêx Ubeydullah Nehrî û Şêx Seîdê Pîran)
Dema Osman Sebrî çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di Kurdistanê, û hundirê împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê, ji herdu hêlên civakî û neteweyî de gelekî dijwar bûbû, ta bûbu sedema sereke ji bo xebata rizgarîxwaza hemû milet û neteweyên împeretoriya nexwaş, çi li Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û demoqrat, di bin bandûra êdolojiya burijwaza ewrupî de, derbasî nav Tirkan bûn, û di heşên gelek ronakbîran de lûs ji xwe re dîtin. Partiya Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewilda ku împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya neteweyî biparêze(1) û hemû hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hundirê refekî. Pirsa neteweyî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemû tevgerên azadîxwaz ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke neteweyî, ta ku nema agirê vê xebata rûmetdar vedimre.
Gelê Kurd, wek hemû gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek şoreş û serîhildanan pêxist, nemaze şoreşa Şêx Ubeydullah Nehrî sala 1880ê, ya ku tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê şoreşê pirogrameke numa hebû, hemû nîr û rewşên der û hundir li pêş xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin berjewendiyên Tirkan, Farisan û Rûsan gîhane hevudu, û hêzên wan her sê dewletan ew şoreş ji her sê aliyan ve dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovane û xwînî perçiqandin, û gelek kesên kurd kuştin û penaber kirin, û gelek gundên wan bi qadê re dûz kirin(2).
.....