
M. Zahîr Kayan
Kurde
Sî
Ey bayê sir veşarî, tama te li ser zimanê dilê min dilopên şîr û hingiv in, dilopên ku bi zanyariya hozanên rûheyv hatibin xemilandin, guhdagirtî be tu Her ez dizanim fetlên te çerxa bagerek dilhelîn e Sura rizgariyek binxwilî ye ku ev nenas dem in laşek qalikzîv e bi dilqê meytan çîlik dide ji nişkav de pêldana te ey bayê felatiyê Tu di bin baskên başokan de sehdarê şîna çilkezî, dîtiyê sitêrkên di asîmanên mirinê de daliqandî yî Te dengê Evdalê Zeynikê dizî ye Bezîna te li ser golegenyên bilûra şivanên keserdax serdan şopandine Wisa kûr in beznalînên te ey bayê gumanê Guhê min li ber sewta te peritî dimîne û dibim firîkên li ser sêlê diqelim/diqelim de bibîne
M. Zahîr Kayan, di sala 1964'an de li Agiriyê, gundê "Xano" hate dinyayê. Li Erzêromê Fakulteya Fen-Edebiyatê, beşa "Turkolojiyê" xwend, wî ev beşa, di sala sisiyan de dev jê berda. Kayan di sala 1992'yan de hate Stembolê, di rojnameya Welat de xebitî. Di vê hengê de pirtûka wî ya "Destanek ji Bihûşta Winda" di nav weşanên Berfînê de derçû (1993). Kayan demek şûn de di NÇM'yê de xebitî, di Kovara Jiyana Rewşen de cih girt, di vê kovarê de helbestên wî û nivîsên wî yên li ser estetîkê hatin weşandin. Kayan di vê hengê de dest bi xebata Arzebayê kir. (1996) Arzeba helbesteke epîk e, pirtûka wî a duwemîn e. |