The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Arzeba


Author : M. Zahîr Kayan
Editor : Weşanên Sî Date & Place : 2001-03-01, Istanbul
Preface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 975-6560-04-5
Language : KurdishFormat : 135 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Kay. Arz. N° 755Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Arzeba


M. Zahîr Kayan

Kurde



Ey bayê sir veşarî, tama te li ser zimanê dilê min dilopên şîr û hingiv in,
dilopên ku bi zanyariya hozanên rûheyv hatibin xemilandin, guhdagirtî be tu
Her ez dizanim fetlên te çerxa bagerek dilhelîn e
Sura rizgariyek binxwilî ye ku ev nenas dem in
laşek qalikzîv e bi dilqê meytan çîlik dide
ji nişkav de pêldana te ey bayê felatiyê
Tu di bin baskên başokan de sehdarê şîna çilkezî,
dîtiyê sitêrkên di asîmanên mirinê de daliqandî yî
Te dengê Evdalê Zeynikê dizî ye
Bezîna te li ser golegenyên bilûra şivanên
keserdax serdan şopandine
Wisa kûr in beznalînên te ey bayê gumanê
Guhê min li ber sewta te peritî dimîne û
dibim firîkên li ser sêlê diqelim/diqelim de bibîne

M. Zahîr Kayan, di sala 1964'an de li Agiriyê, gundê "Xano" hate dinyayê. Li Erzêromê Fakulteya Fen-Edebiyatê, beşa "Turkolojiyê" xwend, wî ev beşa, di sala sisiyan de dev jê berda. Kayan di sala 1992'yan de hate Stembolê, di rojnameya Welat de xebitî. Di vê hengê de pirtûka wî ya "Destanek ji Bihûşta Winda" di nav weşanên Berfînê de derçû (1993). Kayan demek şûn de di NÇM'yê de xebitî, di Kovara Jiyana Rewşen de cih girt, di vê kovarê de helbestên wî û nivîsên wî yên li ser estetîkê hatin weşandin. Kayan di vê hengê de dest bi xebata Arzebayê kir. (1996) Arzeba helbesteke epîk e, pirtûka wî a duwemîn e.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals