Selpakfiroş
Kawa Nemir
Weşanên Rewşen
Tevbigere, vegere ey Kelama Qedîm! Ji zikên belekiyên ku diçilkin, diqerisin; em qît dibin, şikeft in çavên me, sin in li ser pişta bayên bêlan hêviyên garan, li dû paletên debabeyan baran bêrm in. Sedsalên polat ji xafil de dadidin, pişta qewmê min ê çiyayî bi te rast e, tevbigere, vegere ey Kelama Qedîm!
Kawa Nemir: Di sala I975-an de. li bajarê îdirê ji dayik bûye. Helbestkar û wergêr e. Di zaningehên Hacettepe û Stenbolê de, çend salan Para Ziman û Wejeya ingilîzî xwend, ev par kuta nekir. Bi tirkî dest bi nivîsandinê kir. Ji 1993-an û vir de ye bi kurdî dinivîse; nêzîkî deh salan e ji Wejeya Ingilîzî. Emerîkan û Tirkî berhenian werdigerine kurdî. Ji birrek helbestkar û çîroknûsên bijarte yên ingiliz û emerîkan helbest û çîrok wergerandin kurmanci. Bi kovara Jiyana Rewşenê ve. di sala 1997-an de, dest bi kovargeriyê kir, niha jî edîtorê kovara Rewşen-nameyê ye. Gelek helbest û wergerên wî di kovarên kurdî de derçûn. Selpakfîroş yekem dîwana helbestkariya wî ya deh salan e. Berhemên wî yên çapbûyî: -Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mitolojî, werger, Weşanên Jiyana Rewşenê. -Mirin Niqutî Dilê Firokevaneki Îrlandî. William Butler Yeats. 83 helbest, werger. Weşanên Sî. Naverok
Terra Incognita / 7 Li Pey / 8 Qiseta Hespên Esmanî / 10 Serkîsof / 12 Siwarên Berbangê / 13 Heyva Li Serê Riyan / 14 Xwetelandin / 16 Star / 17 Ro Li Ava / 18 Li Zomê / 19 Nîn-daristan / 20 Amadekarî / 21 Destgirêdayî / 22 Peng / 23 Binemalekê Serî Hilda / 24 Şevnem, Şev, Kanîzil / 25 Poş / 27 Cîwarbûn / 28 Tiralî / 29
Di Nava Gezgezkan De / 30 Hêwirîn / 31 Qewimînek / 32 Dagêrbûn / 33 Poşmaniya Li Nîvê Rê / 34 Şêwekarê Nemir / 35 Zerik / 36 Qerimîn / 37 Li Hêviya Siwaran / 38 Mayîn / 39 Takarof / 40 Antropomorphosis / 41 Kobra / 42 Mifta Heyînê / 43 Dûrikek Li Ser Zivistanê / 44 Balindeyên Penaber î Dawîn / 45 Afirîneke Biçûk / 46 Madama Li Ber Pencereyê / 47 Piştî Baranê / 48 Ferman e (Bi devê jinekê) / 49 Jinebî / 50 Vebûn / 52 Meytname / 53 Rêpanî / 54 Cûcikên Çolê Yên Li Esmanan Diçêrin / 55 Payîn / 56 Ji Govendekê / 57 Kuçeya Gulehingivînan / 58 Veguhirîn / 59
Cercîsê Kurdistanî Pîlanên Xwekuştinê Dikêşe / 60 Pêjgîra Qîçik / 61 Daxil / 62 Dûr / 63 Kevir / 64 Diya Min Xezaleke Çavşîn e / 65 Senatoryûm / 66 Bextewariyên Belek / 68 Masiyên îyot / 70 Selpakfiroş / 72 Li Ber Pencereyên Sedsalan / 98 Pesn / 99
TERRA INCOGNITA*
Ev odeya te ye, tevli min û text Te text divêtin, min jî divê bext Salar û Mîdya, Cegerxwîn
hewşên gîhatehl ji bîr bik meçî daristanên cîran kesera te yekpare, sêzaravayî soz û bext, ji te re hoz û rext va qutabiyê birînên devê te ji çiyayên çaxên bilind dageriyayî tiliyên min pak digerin li ser janan ne li dûr, ne jî li dûryanan li berava firmêskên kilaman di navbera zozan û zeryayên bilûr di guhê te de dinalim dildar ez im parzemîna tu yê bi rê bikeviyê navê min: Terra Incognita
*Terra Incognita: Parzcmîna ku nchatiyc kifşkirin.
Li Pey
I Tav çawa jî yaşîkên li ser banê xênî rohn dike! Wisa hêşîn dike deşta ku dirije bintara Elegezê, çolistan e ew! Fireh berdidin kokên xwe yên girdav, kavilên rez û bax û bostanan, dimijin guhanê axê. Asîka jineke nemir e hiltê, dibe aqûd û zimrûd û rengê xwe dide darebiyên bêar, dargerînkên reng û rûçik matmayî û sar.
Ro asoyê qam dike, jin mergeyê radike. Xurêlên di bêxçe de serî radikin. Xirexira zerîpoşa li ber derwazeyê heyatê sekinî, bi ser Radyoya Yêrêwanê de digire.
Birûkiyekî surman û angosiyekî êzdî li Celleyê rastî hev tên, piştî salan.
II Ev ba, tarewgeh e; ev, aramiya terkeser, li ber deriyê ku êvara derketiyan difîkîne; tîna destên pêşkê delal ê kevaniyekê, pênc hezar salî, diya min, welatê min.
Du tişt mane, bi tenê du dîmen: Jina ku li ser bên rişte dibirre û du çavên ku xwe li pişt e'şayê telandine.
Li jêrê, otoban dirije parzemîneke din.
.....
Kawa Nemir
Selpakfiroş
Weşanên Rewşen
Weşanên Rewşen-nameyê Weşanên Rewşen-nameyê: 1 Rêza Helbestê: 1 Selpakfiroş Kawa Nemir
ISBN 975-92316-0-3
Bergsazî A.Rahman Çelik Rolyefên Bergên Pêş û Paş Hale Işsever “Deriyê Koçê, 2001” Çapa Yekemin Gulan 2003 Stenbol Çapxane Kayhan Matbaacilik
Weşanên Rewşen-nameyê İlkbelediye cad. No: 37/7 80070 Tünel - Bcyoglu Istanbul 0212 292 62 96 Rewsenname@hotmail.com
selpakfiros_k_nemir.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document
|