La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destan


Éditeur : Asoxîk Date & Lieu : 2005, Erevan
Préface : Pages : 232
Traduction : ISBN : 99941-4-73-5
Langue : KurdeFormat : 145 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 65Thème : Littérature

Destan

Destan

Fêrîkê Ûsiv

Asoxîk

Destanên Fêrîkê Ûsiv bi pirînsîpa xironologîyê, yanê bi,
hesabhildana wedê nivîsara wan cîwar bûne.
Xebera beşa nivîskarên Kurd, ya rex yektîya nivîskarên Ermenîstanê
û Komela rewşenbîrên Kurda li Ermenîstanê, ku ji bo wefata
Fêrîkê Ûsiv 14-ê mayê (gulanê) sala 1997-a rojnema “Rya teze”-da çap bûye,
wa hatîye nivîsarê:Poêmêd (destinêd) Fêrîkê Ûsiv - “Ûsivê Nevya”,
“Rihana Reso”, “Xewna Mîrmih”, “Hisret” û yêd
mayîn ne ku tenê sertacê efrandinêd Fêrîkê Ûsivin,
lê usa jî merî dikare wan dayne rex
“Mem û Zîna” Ahmedê Xanî.


Naverok

1 XewnaMîrmih / 5
2 ÛsivêNevya / 18
3 Zembîlfiroş / 67
4 Narê / 77
5 Hisret / 88
6 Rihana Reso / 126
7 Hubê xwedêhiz / 150
8 Heja hêle / 160
9 Dewatîyê dîlbend / 168
10 Rizayê kurmet / 171
11 îsaf / 182
12 FeqîyêTeyra / 186
13 Mem û Zîn (çend rêz) / 188
14 HebesêEvdî / 190


XEWNA MÎRMIH

Mîrmih rabû ber mirinê
Û bû terkeserî dinê,
Go: “Ez herim wî welatî-
Mirin tobe û lê qatî...

Pir çû, hindik, lê nihêrî
Va kalekî rûbingêrî...
-Selam elêkim, go, kalê,
Kalê hindav hate balê.
Go:-Hi xorto, te bi xêrî-
Bîter bûyî li vî yêrî?
Go:-Bi xêrim, ne bi şerim,
Feqet xêra tam digerim...
Sefera min ev pirsyare:
“Gelo mirin vir dîhare?”

Kenîya kalê rû-hedemî,
Go:-Rebê min bi keremî
Dinya usa torat kirîye-
Yek daye, yek dewsê birîye...
Tebyet kirîye hezar terze,
Kevn dimire bona teze:
Gulek belga diweşîne,
Dewsê dertê yeke şîne.
Çemek diçe ser berane,
Yek jî dertê cî-derane.
Çîyak dixure binê erdê,
Rexda yekî dinê dertê.
Siteyrikek tê dîhare,
Diqulive yek tê xare...

Mirin, Mîrmih, erhedeye,
Bi emirra perwedeye:
Li ku ruh û nefes heye,
Mirin jî xwe wir eseye...


Fêrîkê Ûsiv

Destan

Asoxîk

Weşanxana “Asoxîk”
Destan
Fêrîkê Ûsiv

Yêrêvan
2005

Destan

Weşanxana “Asoxîk” Yêrêvan - 2005

ISBN 99941-4-73-5

Rêzkirina kompûtorê,
korêktor û hazirkirina pirtûkê bana weşanê
Frîda Hecî Jewarî

Rêdaktor Çerkezê Reş

E-mail: frida_jawari@rambler.ru

destan_f_usiv.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues