Dûriya Welêt
Can Salar
KSFE
Ji bo rastiyê divê em zanibin, ku şoreşa Kurdistana Başûr ya 14 salî, di navk û nava xwe de û bi daxwazên xwe ne kevneperest bû, lewre hêviya hemû kurdên dilsoz bû, tev kêmaniyên xwe. Wek mestirîn û bihêztirîn şoreş di dîroka miletê Kurd de dijminên wê jî, yên hundir û derve ne kêm û bê hêz bûn (weke ku hate xuyakirin). Ji ber vê pêwîst bû, ku hemû niştimanperwer û têkoşer ne tenê pişta vê şoreşê bigrin, lê di nav de bixebitin ku rû û berê wê bidin dostên stratejîk, li ser rêçek pêşverû û durist û ji alîkî din de dengê xwe bighînin dost û hevalên gelan, da ku pişta vî miletê reben bigrin.
Di van helbestan de, ku hin ji wan ... |