Seyid Qedrî Haşimî
M. Nesim Doru
Nûbihar
Cizîra Botan di dîroka Kurdan de wek hiş û qelb e. Zanyarên vî bajarî bi çêkirina hizra Kurdî û bi nûnertiya ziman û edebiyata Kurdî, hem ji aliyê hişî û hem jî ji aliyê qelbî û manewî ve bûne rêberên gelê xwe.
Seyid Qedrî Haşimî (1898-1961) jî endamekî ji vê kevneşopiyê bû. Berhema Seyid Qedrî ya bi navê Dîwana 'lrfan, di vê kevneşopiya ku me behskirî de cihekî girîng digire.
Naverok
Pêşgotin / 9
Jiyan û Dîwana Seyid Qedrî Haşimî / 13
Jiyana wî / 13
Berawirkirina Dîwana ‘Irfan û Dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê naverokê / 15
Metnê Dîwana ‘Irfan / 25
1. Gerçî Ez Sewda û Dîn Im / 27
2. Ez Im Îro li Meyxanê / 30
3. Min Bitewfîqa Xuda / 33
4. Çi Bû l’ Behra Fenayê / 34
5. Lutf û Îhsanate ya Reb / 35
6. Ey Şêrînan Ez Berayê Heq / 37
7. Qedriya Dil De Bi Destê Dilberê / 38
8. Peyrewê Şahê ‘Elî Bûm / 40
9. Min Di Dil Tên Û Derin / 42
10. Tu Dizanî Lite Ez ‘Aşiq Im / 44
11. Ev Çi Husn E Lite Ey Şah / 46
12. Eydil Bidirrîn / 47
13. Me Ji Destê Te Şirînê / 49
14. Qe Nabînim / 59
15- Niyazek Dilberê Carek / 60
16. Ketme Ez Ber Çeperê / 62
17. Esrarê Ezel / 63
18. Bi Diltûrim / 65
19. Ahûnalên Dil / 67
20. Murxê Dilbazî / 68
21. Min Dî Liwechê Dilberê / 70
22. Aşunayan Gewherek / 72
23. Qewlê Zahid Batilest / 73
24. Bulbulê Efxan Û Agir / 74
25. Ev Si'et E Roj E / 75
26. Îro J’ Nesîmê Sorgulan / N
İq. Şuhûda Behrê Xeybê / 79
28. Tuyareb / 80
29. Texmîs / 82
30. Kes Hewara Min Nepursî / 86
31. Her Hûn Bikin Zikrê / 89
32. Me Meqsed Dilberê Bête Muqabil / 90
33. Qet Meke Ba Emrê Murşid Ra Cedel / 92
34. Cama Ji Reng Mişkatekî / 94
35. Me Seyrek Kir / 96
36. Îro Me Dît / 98
37. Nû Ferxê Xuda / 100
38. Çiraxê Rûyê Şehzade / 101
39. Ma Murîdê Şahê Şehbaz / 103
40. Xerqeberdoşê Firaxim / 104
41. Muptelayê Husnê Yarim / 105
42. Tu 'Eyn Û ‘Eyanê Men / 106
43. Were Dilber / 108
44. Ez Revem / 110
45. Tu Nûra ‘Erşê Rehman î / 112
46. Dilê Min J’ Rewzeya Husnê / 115
47. Dilê Min Dil / U8
48. Ew Şu'leyê ‘Işq In / 120
49. Texmîs / 121
50. Yara Ku Şêrîn / 124
51. Delîlê Ma Dibit / 126
52. Dila Bulbul / 128
53. Her Wekî Roj Im / 130
54. Dil Hikmet E Heqbîn / 132
55. Xerîqê Behrê ‘Isyan Im / 133
56. Texmîs / 134
57. Ewel Me Nêrî / 138
58. Çar Mezheb Hest / 140
59. Kaşaneyê Şehbazê Şeha / 142
60. Sehermin Dî / 143
61. Dilşûşeye / 144
62. Ayetulahê Şerîf / 145
63. Ji Bêhnasorgulê / 149
64. Zulfê Şîrîn 0 Hor / 152
65. Tesdîs / 154
66. Elaeydil / 158
67. Egertu Pursê Bikirî / 160
68. Hebîbê Ger Me Ra Xemxar / 163
69. Bi Hemdillahî We’l-Minne / 165
70. Şah’im Husam / 167
71. Ji Sûzê Dil Dinalê / 170
72. Kesê Bînit Heqîqet / 171
73. Dilberek Yekta 0 Hurr / 173
74. Camadilê Min / 175
75. Çi Norek Der Dilî Zahir / 177
76. Dilem Ez Helqeyê Şehper / 179
77. Meded Ya Xewsê Geylanî / 180
78. Îro Çîmen Xweş Bû / 181
79. Ehlê Dila Zanîn / 182
80. Ger Tu Bî Nûrêizafî / 183
Ferhengok / 185
PÊŞGOTIN
Di dîroka îslamiyetê de gelek bajarên wek Bexda, Şam, Qurtûba, Buxara û Qonyayê hene ku bi zanist, çand, huner û şaristaniyê têne nasîn. Cizîra Botan jî bajarekî ji wan bajarên dirokî û bê hempa ye. Sedan alim, edîb û mutesewifên ku eslê xwe ji Cizîrê ne di dîrok û pêşveçûna zanistên dînî û me'newî de roleke girîng dîtine û cihekî mezin bi dest xistine. Bo nimûne em dikarin navên alimên wek Ebu’l-izz el-Cezerî û ibnu’l-Esîr el-Cezerî di vê çarçoveyê de bi bîr bînin. Ji aliyekî dî, Cizîr na- vendeke çand û edebiyata zimanê Kurdî, nemaze zaravayê Kurmancî bû. Bi taybetî ji sedsala XVIan ve li Cizîrê muhîtek edebî û ilmî bi eşkere xuya bûye. Lewra di wê serdemê de mîrên Kurdan ji aliyê siyasî û aborî xurt bûn. Welê xuya ye ku mîrên Cizîrê girîngiyeke zêde dane zanistiyên dînî, nemaze Tesewufî û edebî. Di encama vê xwedîderketin û teşwîqkirinê de alim û edîbên wek Melayê Cizîrî, Remezan Cizirî û Feqiyê Teyran per- werde bûne. Em dikarin vê serdemê wek destpêkek ji bo edebi- yat û hizra Îslamî ya Kurdî qebûl bikin.
Di sedsala XlXan de piştî pevçûna mîrên Kurdan û desthilat- darên Osmaniyan li Kurdistanê serdema mîrektiyan xelas bû û ji aliyê ilmî û civakî ve valahiyeke mezin derket holê. Piştî demeke kin tevgereke Tesewufî ya bi navê Xalidîtiyê ev valahî tijî kir û çend navendên ilmî û edebî li Kurdistanê xuya bûn. Digel ku navenda tevgera Xalidîtiyê Şehrezor jî bû, navendên wek Cizîra Botan, Nehrî, Tewîla û Besret jî di tijîkirina vê valahiyê de roleke mezin dilîstin. Di vê pêvajoyê de alim û edîbên Kur- dan ên wek Mewlana Xalid Şehrezorî, Şêx Ubeydullah Nehrî, Seyid ‘Elî Findikî û Şêx Seyda bi çalakiyên xwe yên ilmî, edebî û me‘newî rêbertî kirin. Ev kevneşopî ji sedsala XlXan heta îro jî dewam dike.
Cizîra Botan li ser vê bingeha xwe ya zanistî, edebî û Tesewufî navendeke xurt bû û ev hêza wê ya di vî warî de bûye taybet- mendiyeke sereke ji bo bajêr. Di encamê de, em dikarin bibêjin ku Cizîr di dîroka Kurdan de wek hiş û qelb e. Zanyarên vî bajarî bi çêkirina kevneşopiya hizra Kurdî û bi nûnertiya ziman û ede- biyata Kurdî hem ji aliyê hişî û hem jî ji aliyê qelbî û me'newî ve bûne rêberên gelê Kurd.
Vêca Seyid Qedrî Haşimî (1898-1961) jî endamekî ji vê kevneşopiyê bû. Berhema Seyid Qedrî ku bi navê Dîwana ‘Ir- fan, di vê kevneşopiya ku me li jor behskirî de cihekî girîng di- gire.
Dîwana ‘Irfan, cara yekem di sala îgögan de ji aliyê Mele Ebdurrehman Erzen ku kurê Seyid Eliyê Findikî yê navdar bû, hatiye îstinsaxkirin. Me jî di latînîzekirina Dîwanê de pirranî ji vê nusxeyê îstifade kir. Destxeta duyem ji aliyê Cemal Dogramaci di sala I978an de hatiye îstinsaxkirin. Destxeta sêyem ji aliye Mele Ebdullah Dêrgulî bi navê Diwanu’l-Işq we’l-Irfan bi tîpên Erebî hatiye îstinsaxkirin. Ev destxet di sala 2002yan de bi navê Divan-i îrfan bi tîpên erebî digel werger û hin şiroveyên Suleyman Kaya bi Tirkî ji nav berhemên Weşanxa- neya Nûbiharê li Stenbol hatiye çapkirin.
Her wiha du çapên dî yên Dîwanê jî di destê me de hene. Dîwan, di sala i99öan de ji aliyê Suleyman Kaya di nav pirtûka bi navê Gönill Sultanlari ve Hak Sohbetleri de digel berhema Şêx Seîdê Merhûm (Şêx Seîdê Meczûb) ya bi navê ihsan Yolu li Enqereyê hatiye çapkirin. Ev çap; latînîzekirin, wergera wê ya bi Tirkî û cih bi cih şi- roveyan jî dihewîne. Lê mixabin di vê çapê de şaşiyên rastnivîsê ewqas pirr in ku Dîwan bi vî halê xwe ji aliyê xwendevanan ve bi zehmetî tê xwendin û fêhmkirin. Dîwan, di sala 2OO9an de ji aliyê Tehsîn Îbrahîm Doskî ve bi navê Dîwana Seyid Qedriyê Cizîrî li Duhokê bi tîpên Erebî hatiye çapkirin.
Îro bi taybetî li Tirkiyê û li Welatê me Kurdan, latînîzekirina klasikên Kurdî ihtiyaceke akademîk e. Ji ber vê sedemê me xwest bi terzekî rast û durist ev Dîwan dîsa bê çapkirin. Ez bawer im û hevîdar im piştî latînîzekirina Dîwanê derfetên xebatên akademîk û analîzên li ser Dîwanê wê berfirehtir bibin.
Ji ber amadekirina latînîzeya Dîwanê spasiya çend navan pêwist e. Pêşî de ez ji ber arîkariya wî ya ji bo temînkirina çav- kaniyan û xebatên derheqê Seyid Qedrî û nusxeyên Dîwanê de spasiya kurê wî yê hêja û dilsoz Seyid Haşim HAŞIMÎ dikim, Her wiha di xwendin û duristkirina şaşiyan de ji bo arîkariya dostên hêja Zulkuf ERGÛN û Adnan BAYAR minetdariya xwe tînim ziman. Spasiyek jî ji bo Abdurrahman ADAK tînim ziman ku min îstifade ji kutupxana wî ya taybet kiriye. Di dawî de ji bo amadekirina çap û weşana Dîwanê spasiya xwe ji xebatkarên weşanxaneya Nûbiharê û kekê hêja Sûleyman ÇEVÎK û Huseyn Şemrexî re jî pêşkêş dikim. Ez hêvîdar im çapa vê Dîwanê bibe sedema belavbûna ilm û huner û estetîkê li welatê me.
M. Nesim Doru
îlon 2016-Mêrdîn
Kurtebêje
b.d.: bê dîrok
bnr.: binêre
Dêrgulî: Seyid Muhemmed Qedrî Hezîn, Dîwanu’l-Işq we’l- Irfan, îstinsax: Mele Ebdullah Dêrgulî, b.d.
- Seyyîd Muhammed Kadrî Hazîn, Divan-i irfan, wer- ger û şîrove: Çelebi Suleyman Kaya, Nûbihar, Stenbol,
2002.
Dogramaci: Seyid Muhemmed Qedrî Hezîn, Dîwan-i Irfan, îstin- sax: Cemal Dogramaci, 1978.
Doskî: Seyid Qedriyê Cizîrî, Dîwan, Berhevkirin û vewijar- tin: Tehsîn îbrahim Doskî, Duhok, 2009.
Erzen: Seyid Muhemmed Qedrî Cizîrî, Dîwan, îstinsax: Mele Ebdurrehman Erzen, 1389 koçî.
Kaya: Çelebi Suleyman Kaya, Gönül Sultanlan ve Hak Soh- betleri (ihsan Yolu&Dîvan-i irfan), Ankara, 1996.
Jiyan û Dîwana Seyid Qedrî Haşimî
Jiyana wî
Seyid Qedrî Haşimî, di sala 1898^ mîladî de li Cizîra Botan hatiye dinyayê û di sala xgöiê mîladî de wefat kiriye. Navê wî yê tam Seyid Muhemmed Qedrî Hezîn Haşimî ye. Di Dîwana xwe ya bi navê Dîwana ‘Irfan de mexlesên ‘Qedrî’, ‘Hezîn’, ‘Zeynî’, ‘Bedrî’ û bi kar aniye. Malbata Seyid Qedrî malbateke seyid in û neseba wan digihîje Hezretê Huseyin ku di Dîwanê de ev babet wek taybetmendiyeke sereke xuya dike. Bo nimûne di helbeste- ke xwe de wuha dibêje:
Kî men em Qedriyê ewladê Resûl ez ehlê wefa Ki men em şublê Huseyn alê ‘Elî ebdê Xuda1
Seyid Qedrî ji zarokatiya xwe ve di medreseyên Cizîrê de dest bi xwendina zanistên ilmî û edebî kiriye. Perwerdeya xwe ya medreseyê li Cizîrê li cem alimê herî mezin ê wê demê Mele Ebdurrehman Xoserî temam kiriye. Li gorî agahiyên ku li destê me de, Mele Ebdurrehman Xoserî alimek hem ji aliyê ‘ilmê zahirî hem jî ji aliyê ‘ilmê me’newî qabil û ustadek li herêmê bû û yek ...
Seyid Qedrî Haşimî, Dîwana ‘Irfan, (îstinsax: Ebdurrehman Erzen), 1969, r. 23
M. Nesim Doru
Dîwana 'Irfan: Seyid Qedrî Haşimî
Nûbihar
Weşanên Nûbiharê
Dîwana 'Irfan: Seyid Qedrî Haşimî
M. Nesim Doru
Pak Ajans Yayıncılık Ltd. Şti. Büyük Reşitpaşa Cad.
Yümni iş Merkezi No: 22 / 29 Vezneciler - Fatih / İstanbul
Tel & Faks: 0212 519 00 09
www.nubihar.com | email: nubihar@gmail.com
Yayın Sertifika No: 16919
Weşan No: 231 | Klasîk
Dîwana Irfan
Seyid Qedrî Haşimî
Edîsyon-Krîtîk-Amadekar
M. Nesim Doru
ISBN: 978-605-9413-04-6
Çapa yekem: 2016
Gerînendeyê Weşanê
Süleyman Çevik
Edîtor û Mîzanpaj
Huseyn Şemrexî
Berg
İHB Reklam Ajansı
Çapxane
Alioglu Matbaacılık Bas. Yay. ve Kag. San.
Tic. Ltd. Şti. Orta Mah. Fatin Rüştü Sk.
No: 1-3/A Bayrampaşa - İstanbul
Tel: 0212 612 95 59