La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê: Kurtedîrok


Auteur : Hasan Kaya
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2002, Stenbol
Préface : Pages : 176
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, Turc, AnglaisFormat : 170 x 235 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Eng. Kay. Ens. N° 6393

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê: Kurtedîrok

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê: Kurtedîrok

Hasan Kaya

Z. Abidin Kızılyaprak

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


Ramana damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji danezana avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derket, ku li heman bajarî di sala 199 l’ê de hatibû avakirin. Di danezana NÇM'ê de, warên çalakiyan ên vê saziyê wek hüner, çand û zanîst hatibûn amajekirin. Pişti damezirana NÇM'ê, ev her sê beş hatin pêkanîn û bi beşdariyên berfıreh dest bi xebatan hatin kirin. Lê belê, bi zêdebûna xebatan, hewcedariyên nû xwe dan xuyakirin. Bi vê yekê re, ramana ku divê beşa zanîstê wek enstitü xwe bi rê bixe serdest bû.
Di pey avakirina NÇM'ê bi qasî 8 mehan bi şûn de, serokê damezirîner ê NÇM'ê İbrahim Gürbüz, ev hizir û ramana xwe ji hevalên xwe yên xebatê yên NÇM'ê re got: “NÇM têrî me nake...Divê em beşa zanîstê ya NÇM'ê wek Enstîtuya Kurdî rêkxistî bikin. Êdî pêwîst e ku enstîtuyeke Kurdan jî hebe. NÇM, divê li ser xebatên çand û henerê raweste ...


Naverok

İçindekiler
Contents

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê I Kurtedîrok / 3
Istanbul Kürt Enstitüsü / Kısa Tarih / 61
Istanbul Kurdish Institute / Short History / 119


PÊŞGOTIN

Bêguman, mirovayî bi qasî ku karibûye raborî û vebîra xwe bi bîr bîne, bi pêş ketiye. Em deyndarê vê behreya mirovahiyê û windanekirina vê vebîra wê ne ku, dihêle em îro li pişt xwe bizivirin li wan diyardeyan binêrin, di wan bigihîjin, wan bidin vegotin, bidin zanîn û her wiha di wê meşa ber bi pêş de, em xwe bi wan ders û tecrûbeyan agahdar û tije bikin.

Mirovayî, rewşa berbiçavbûyî ya vebîrê ango hafizayê di nivîsê de dîtiye; eger îro em dikarin ji kesatiyên dîrokî ku yekî ji me jî rûyên wan nedîtine, ji wan bûyerên ku bi sedan salan berê qewimîne li dibistanan, di jiyana xwe ya rojane de, di gotûbêjên xwe yên entelektuelî de behs bikin û ji vê prîzmayê der barê ayendeyê de nirxandinan bikin, divê ji bîr nebe ku em vê yekê tevde deyndarê vebîra nivîskî ne.

Karê nivîsandin û tomarkirina vebîrê, hiştina wê ya ji nifşên nûhatî û paşerojê re, bi awayekî giştî dikeve nav sînorê zanista dîrokê. Lê bele dîrok, ango mêjû xwedî maneyeke wisa ye ku tenê mirov nikare wek qadeke hinek pisporan bihêle. Ku mirov angaşt û îdeaya 'pêkanîna karên mezin' li aliyekî bihêle, divê her kes vê biwêja hanê 'dîrok nivîsandin1 ji xwe re bike berpirsiyek. Dîrok, ku sîstemeke hewldan û bilîbûnan e, xwe ji dîroka civakî dirêjî dîroka cihkî û ji wê jî xwe dirêjî'dîroka kesîdeyî û şexsî dike. A bi derketina van hêman û diyardeyên girîng, nasnava 'zanist'ê lê bar dibe; ne ku bi xebat û lêgeranên li laboratuvaran...

Bi vê xebata di dest we de, hewl hafiye dayîn ku piçek be jî ew berpirsiya li jorê jê hafiye behskirin, bi cih bê: Dîroka saziyekê hafiye vegotin...
Mixabin li coğrafyaya me, amadekirina kurtedîroka saziyê hîn nebûye adet û kevneşopiyek. Lê belê, kurtedîroka saziyan ji bo zanîsta dîrokê, alîkariyeke girîng e. Ji hêla din ve sazî, ku rêxestinên hilberînê yên madî û manewî yên mirovahiyê ne, divê xwedî vebîrekê be û rêxîstî be, ji ber ku mirovayî ber bi pêş ve rê bikudîne, ew yek, ji pêwîstiyên sereke yên wê ne. Ev kurtedîrok, erk û peywireke wisa jî bi cih tînin ku haya mirov ji kadroyên berê yên saziyan çêbe û mirov maf û heqê wan bide wan; ligel vê yekê, heye mirov bibe sedem ku sêr û adetekî welê li vê cografyayê jî bi cih bibe.

Bi rastî jî, li xaka me, di civaka me de, ew kesên ku saziyekê ji cihekî hiltînin dibin cihekî din, tam bi awayekî têr û baş nayên rûmetdarkirin; şêkirkirin kêm e û deynê wefayê, hîn di nav wan deynan de ye ku nehatiye dayîn. Lê, eğer ku mirov vî deynî nede, sibeh roj nikare deynê xwe jî bistîne...

Di vê pirtûkê de, ji dîroka Ensfituya Kurdî ya Stenbolê behs tê kirin; berpirsiyek bi cih tê anîn. Belê ev ne dîroka tiştekî ku li paş maye an jî tiştekî ku qewimiye, çêbûye û çûye. Em ji saziyeke ku hîna jî çalakiyên xwe berdewam dike behs dikin. Eger mirov di gehînekeke peresînê ango werariyê de (ku ew gehînek ji deh salan zêdetir be) wê vebîrê derbasî nivîsê bike, dê havildar be.

Em naangijînin (îdea nakin) ku ev pirtûka hanê, ku tevî hev ji deh salên Enstîtuyê behs dike, tekûz û bêkêmasî ye. Heye ku hin çalakî, diyarde û hwd. ji bîra me çûbin an jî nehatibin bîra me. Divê xwîner bizanibe, ev xebata ku dixwaze bi kurtasî kurtedîroka saziyekê ji roja damezirandinê wê heta dawiya sala 2002'yan bide xuyakirin, bi zanebûn tu tişt ji bîr nekir û xwe li nedîtinê jî dananî. Eger kêmasî çêbûbin, divê li xetayên me yên ku bi bêhemdî çêbûne, bên girtin; ji ber ku em bi xwe dixwazin bi vê xebata hanê bibine nimûne.

Belê, ev pirtûk ji dîroka enstîtuyê behs dike. Lê ne enstîtuyeke remakî û ji rêzê, enstîtuyeke ku dorhêla wê bi dijwarî û bêderfetiyan hafiye rapêçandin. Mebest ji peyva dijwariyê bi tenê ne ew e ku, ji ber ev enstîtuyeke Kurdan e lewma tengaviyên derveyî hene. Na, ji ber rewşenbîrên ku potansiyela jênager a enstîtuyê ne - em yên awerte deynin aliyekî - radibin ji xwe re warên balkêş wek mînak qadên siyasî tercîh dikin. Ji bo ku çalakiyên lêkolîn û lêgerînê ne li ber çavan e, karên dijwar û gelşeyî ne, gelek mirovên me yên têgihîştî û xwedan civarî nadin ser vê riya dirêja bi zor û renc, lê belê meyi û hemla xwe didin ser riyên kin ên bêrenc û dilbijok. Li aliyê din, ji bo ku li ber dest kerese û malzemeyên lêkolîn û lêgerînê nîn e da ku rahêje wan ji xwe re li gor mebest û ormanca xwe bişêwîne. Digel vê yekê, çendî ku mîraseke çandî ya zengîn heye, berevajiyê wê jî qelsiyeke akademik li rastê li ber çavan e. Di serî de em ji vê dorpêçkirîbûna enstituyê behs dikin. Li hêla din, ji ber hindikbûn û qîmnekirina derfet û delîveyan, îstihdamkirina kadroyên kêm; çendî ku di dest me de hin proje hene jî nebûna hêza aborî dibe sedem ku em nikarin wan pêk bînin. Tê zanîn bê ji xebatên zanistî re çi qas diravdanî pêwîst e, lê belê em ji vê yekê bêpar in û gelek tengaviyên me yên din hene. Ev pêker û faktorên ku me li jorê ji wan behs kir, di nav dezavantajên vê saziyê de ne.

Lê dîsa, ligel van yekan, ji roja avabûnê heta niha, riya ku me kudandiye em pê şanaz û serbilind in. Diyardeyên sereke yên vê riyê hûn dê di vê kitêbê de bibinin. Ji ber sedemên edîtorî û hinek jî, ji ber 'nefsbiçûkiyê' me hemû fişti di vê xebatê de dananî ber çavan. Wek mînak di van demên dawîn de, dan û stendinên me yên diplomatik zêdetir bûn. Tenê di pêvajoya REHE'yê (Rêxistina Ewletî û Hevkariyê ya Ewrûpayê) de me bi niwînerên 45 welatên biyan re ku di nav wan de serokdewlet û serokwezîr hebûn, têkilî danî û dîdarî pêk anîn. Me hewce nedît ku em yeko yeko van dan û standinên xwe vebêjin. Her wiha em bi kitekit li ser rewşa doman û qonaxa damezirandina enstituyê, tengasî û gelşên wê çaxê jî ranewestiyan.
Ji serê ser de, armanca me ew bû ku em bibin enstituyeke nûjen, hem bi profesyoneli û arastina wê û hem jî bi civariya wê ya akademik û projeyên wê ve... Ev armanc hîn jî di rojeva me de ne. Digel hemû bêderfetiyên me, em xwedî wê baweriyê ne ku gav bi gav nêzikayî li wê armaca xwe dikin.
Di çaxê helwdanên me de, bêyî ku em endîşeyên ideolojik û hwd. bikin me çavê xwe kuta vê armanc û hedefê. Rêberê me zanîst bû, bi vê rêberê me nêzikayî li mijarên wek ziman, çand û wêjeya Kürdi kir. Di nav me de hevalên ku ji medreseyan rabûbûn tim hebûn; bi ahengeke gelek xweş, bi rênîşanderiya zanîstê em gihan hev.

Dema nû, yanê pêvajoya ku em digihijin normên Yekîtiya Ewrûpayê (çendî ku bi zor û zehmet be jîj dike ku em enstîtuya xwe hîn bêhtir karîgertir bikin. Bi vê zanebûnê, em amadehiyên pêngavên nû dikin.

Di vê navê de, em dikarin vê mizgînê bidin, wekî ku me soz dabû em dê di demeke nêzîk de xebata li ser ferhenga xwe ya duyemîn jî bibin serî. Pişti ferhenga Tirkî-Kurdî vê carê jî ferhenga Kurdî-Tirkî hazir dibe (ji ber alîkariya wê ya madî ku daye amadekirina vê ferhengê, em spasiya Konsolosxaneya Holandayê dikin).

Hîn gelek proje li ber destê me û di rojeva me de ne. Em dê hêzê ji bira xwe, ji civariyên raboriya xwe bistînin û pêşveçûna xwe bidomînin.

Berfanbar 2002
Hasan Kaya Serokê Ensfîtuya Kurdî ya Stenbolê

Damezirîn

Ramana damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji danezana avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derket, ku li heman bajarî di sala 199 l’ê de hatibû avakirin. Di danezana NÇM'ê de, warên çalakiyan ên vê saziyê wek hüner, çand û zanîst hatibûn amajekirin. Pişti damezirana NÇM'ê, ev her sê beş hatin pêkanîn û bi beşdariyên berfıreh dest bi xebatan hatin kirin. Lê belê, bi zêdebûna xebatan, hewcedariyên nû xwe dan xuyakirin. Bi vê yekê re, ramana ku divê beşa zanîstê wek enstitü xwe bi rê bixe serdest bû.

Di pey avakirina NÇM'ê bi qasî 8 mehan bi şûn de, serokê damezirîner ê NÇM'ê İbrahim Gürbüz, ev hizir û ramana xwe ji hevalên xwe yên xebatê yên NÇM'ê re got: “NÇM têrî me nake...Divê em beşa zanîstê ya NÇM'ê wek Enstîtuya Kurdî rêkxistî bikin. Êdî pêwîst e ku enstîtuyeke Kurdan jî hebe. NÇM, divê li ser xebatên çand û henerê raweste û bi giranî bala xwe berde ser van waran...”

Gürbüz, pişt re ev ramana xwe ji kesatiyên naskirî yên Kurdan wek Feqî Huseyn, Cemşîd Bender, Abdurrahman Durre, Musa Anter û Yaşar Kaya re vekir. Hema bibêje tevan bi kêfxweşî nêzikayî li vê projeyê kirin û dan xuyakirin ku wê piştgirî lê bikin û tê de jî cih bistînin. Di dawiyê de biryara birêxistina vê peşniyazê hate dayîn.

Du gelşên sereke li pêşiya damezirandina enstîtuyê bûn ku divê bihatana çareserkirin; pêkanîna binyata qanûnî ya enstîtuyê û bi awayekî berfıreh tevlîkirina ronakbîr û lêkolînerên Kurd ku her yek ji wan li devereke welêt bûn. Di destpêkê de biryar hat girtin ku enstîtu di nav çarçoveya peymana şirketa NÇM'ê de bê çêkirin; xala 39. a şirketê derfet dida vê yekê.
Rewabûna wan li aliyekî, bi awayekî qanûnî ji avakirina yekîneyên lêgerînê, civatên zanîstê û enstîtuyan re wekî din rê tune bû, tenê dikaribû di binyata şirketan de ev tişt çêbibûna. Ji ber ku di mewzûata Wezîriya Perwerdehiya Neteweyî de ji bo enstîtuyan palpişteke qanûnî ya cihê û taybet nm bu.

Dor hatibû ser kar û xebata avakirina enstîtuyê. Digel mercên zor û dijwar (ku her roj 5 -10 kuştinên kiryar nediyar dihatin kirin, li navrojê li ber çavan bêpirs û pirsyar mirov dihatin kuştin, di rûpelên rojnameyan de her roj nûçeya valakirina gündeki...



Hasan Kaya

Z. Abidin Kızılyaprak

Kurtedîrok
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Kurtedîrok
Hasan Kaya
Z. Abidin Kızılyaprak

Stenbol 1992

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları
Istanbul Kurdish Institute Publications
29

Amadekarê Weşanê
Yayına Hazırlayan
Editor
Z. Abidin Kızılyaprak

Ê ku ji Kurdî Wergerandiye Ingilîzî
Kürtçeden İngilizceye Çeviren
Translated from Kurdish to English by
Necat Ayaz

Serarastkirina Ingilîzî
İngilizce Redaksiyon
English Redaktion
Nurettin El Hüseyni

Çapa Yekemin
Birinci Baskı
First Edition
Berfanbar Aralık December 2002

Çap
Baskı
Published by
Berdan Matbaacılık

Zend Bilim-Kültür-Eğitim Ltd. Şti.
İstiklal Cad. Ayhan Işık Sok. No: 23/2
Beyoğlu-İstanbul

Tel: (0212) 251 08 14
Fax:(0212)251 29 14

web: www.kurdishinstitute.org
e-mail: info@kurdishinstitute.org

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues