Li Bin Dara Biyê
Roşan Lezgîn
Mîr
Dîsa, rojekê ew jinik hat mala me. Min kêr li destê xwe xistibû. Wê û diya min pev re destê min pêçan. Diya min her dipilpilî, û diçelpand pişt stûyê min ku lewma jî ez digiriyam. Wê ez kirim hembêza xwe. Serê min hişk di nav her du memikên xwe yên qelew de jidand. Wisa bêhneke xweş ji memikên wê hate pozê min. Ez xweberî aşt bûm. Giriyê min di cih de sekinî. Aveke şîrik li hemûyê bedena min wergeriya. Min qet jî nedixwest ew serê min ji nav memikên xwe hilde. Bila wisa bimaya, heta bi heta...
Roşan Lezgîn di sala 1964'an de li gundê Dingilhawa ya Licê hatiye dinê. Ji sala 1996'an û vir de ye ku dest bi nivîsînê kiriye û ta niha gelek nivîsên wî yên mîna çîrok, helbest, maqale, hevpeyvîn, berhevokên folklorîk... li kovar û rojnameyên mîna Vate, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar, Zend, Gulistan, War, Azadiya Welat, Tîgrîs, Hîwa û Özgur Politikayê weşiyane. Kitêba Suzan Samanci "Suskunun Gölgesinde" bi navê "Siya Bêdengiyê"ji Tirkî wergerandiye Kurmancî û ji Weşanxaneya Aramê derçûye. Kitêba Sadiq Hîdayet "Se Qetreh Xûn" jî, bi navê "Sê Dilop Xwîn" ji Farisî wergerandiye Kurmancî û li ber çapê ye.
Ev kitêba Roşan Lezgîn pêşî bi zaravê Kirmanckî (Zazakî) hatiye nivîsîn, di sala 2002'an de li Swêdê ji Weşanxaneya Apecê bi navê "Binê Dara Valêre de" darçûye û xelata edebiyatê ya Apec Förlag AB'ê wergirtiye. Dû re, ji alî nivîskar ve li zaravê Kurmancî hatiye wergerandin.
Naverok
Huzna / 7
Beraz Pirr bûne / 13
Rev / 18
Baba / 28
Li Bin Dara Biyê / 30
Îtîraf / 39
Şeva Spî / 53
Diyarbekir Seranser Eşq / 55
Çûyin / 62
Ta / 66
HUZNA
Ji bo hemû keç û xortên welatê min ên ku mirad di çavên wan de maye.
Huzna gula sor a biharî
Porê reş, gulî mîna marî
Qama dirêj, bejna barî
Ax û yeman te Huznayê
Ev sewtê sotî; janeke teze, naşî û saf, ji nav cîgereke paqij derdiket û li çiyan belav dibû. Newal bi newal, geli bi gelî olan dida. Wisa melûl, ji dil û ewçend jî tîz. Mîna tama ribêsan, mîna bilbizêk û pîvokan, mîna tama bihîvterkan; wisa tirş û ewçend jî miz. Heta ku xwe digihand nav dilê Huznayê.
Huzna gula sor e; teze gul firriyaye dêmên wê. Hîn nuh avê xwe berdaye şiqoqê. Dilê wê mîna çivîka sibatê dipirpire. Lêvên gewez tijî bûne, qirik dirêj; mîna qirika şînwerdekên Çemê Muradê. Cotek sêvên şîrîn di hembêzê de werimîne. Sermemik mîna hebên tûyên romî yê dara li pêş mala wan gihane; wisa sor û tarî. Qorikan goşt girtiye, hêt dagirtî. Dengê wê guheriye, mîna kewmariyekê dinehwirîne.
Wexta ku Huzna satilan diavêje zendên xwe û jor de mîna kara xezalê bi çindikan diçe ser Kaniya Jêr, memikên wê yên teze mîna ku guliyên bi pelg ên dara bîşengê li ber bayê bilerizin, ew jî wisa dihejiyan û pê re av ji devê xortan diherikand.
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cergêm tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
Kaniya Jêr, kaniya esîl; warê evîndaran. Li bin siya dara çinarê ya ku bi wan guliyên xwe yên narîn wan deran hemû kiriye destê xwe. Pelgên wê yên nazik dibişirin; kesk û kehlî. Seranserê havînê tu car jî ew dar nahêle tîrêjên rojê xwe bigi- hînin ser ava kanî. l\i dibêjî qey wisa bi bengînkî dil berdaye ava kanî û bi hesûdî, bi çavnebarî avê diparêze. Gava ku bayê hênik ji Çiyayê Xaloziwanê berjêr, çem û çem, ber bi alî Çemê Maseynî ve tê, guliyên dara çinarê jî wisa narîn û nazenîn pê re dikevin dîlanê û bi hev re xuşşêniyeke nerm dirijînin ser xule xula ava Çemê Qilboxê. Walwalok û çivîkên ber çem jî bi wîle wîl û çîve çîva xwe bi wan re dikevin hemberiyê. Û tev bi hev re senfoniyekê dijenin; mîna ku destaneke qedîm, kilameke kevn ku bi hezaran salan bi eşq û evîn stirîne û lewma jî di hunera xwe de bûne hosta. Li vî alî û wî aliyê kanî kemên dirîreşkan şewl dane; wisa hêç û ewçend jî bitr. Dibêjî qey nobedarên esîl in; sernerm û şahidên bêziman ên hezaran eşq û evînan in.
Serê kanî kesk e
Binê kanî kesk e
Memkê qîzan girek e
Nefsa xortan tenik e
Dirîreşk sor bûne; gewez. Mîna lêv û dêmên Huznayê. Gelo Huznayê rengê lêvên xwe daye dirîreşkan yan dirîreşkan rengê xwe ji lêvên Huznayê re bexş kiriye? Gelo dara çinarê bejna xwe bi şanî Huznayê daye yan jî bejna Huznayê bi dara çinarê re ketiyê hemberiyê? Û ava kani wisa paqij, wisa zeiai. Spî, mîna şîr. Mîna şîrê dayikê helal Havînan sar, cemidandî mîna qeşa; zivistanan hilmeke germ jê difure, mulahîm û şîrik. Mîna hilma devê Huznayê. Ha rengê avê ha rengê ger- dena wê. Helanê binê avê mîna tehta eniya Huznayê dibiriqe.
Serê kanî xilor in
Binê kanî xilor in
Memkê qîza gilor in
Nadinê xortan bixwin
Kaniya Jêr, kaniya eşq û hezkirinê; warê bengiyan. Kê ji ava Kaniya Jêr vexwariye û dil bernedaye keçikekê, kîjan keç û xortî li wir dil neberdaye hev?
Ji kemên dirîreşkan bêhna memikên keçan tê.
Pelgên dara çinarê dimînin destên Huznayê. Dest, bi wan tiliyên xwe yên nazenîn, nerm û teze. Cara pêşî li wir, li ser Kaniya Jêr ji Huznayê re çav hate şikandin. Wey Xwedê! Ew çi tofan bû? Qelbê wê kir ku hema singê wê biqelêşe û jê derkeve, bifirre here û hey here...
Êdî tîr ji kevanan derketin!
Huzna keçeke kubar e
Brû bi tîr in, rû bi xumar e
Dilêm li ser birîndar e
Ax û yeman te Huznayê
Kaniya Jêr, çawa mirov dikişîne ber bi xwe ve! Ev çi tilism e? Ev çi sirr e tê de veşartî? Huzna dema ku ji jor de xwe berdide ser Kaniya Jêr, rê li ber dibe du gav. Ji jêr de hêdî hêdî. Cara pêşî moriyên stûyê Huznayê li wir qetiyan; maçekê! Bi lêvên agirîn. Bêhna qehweya fincanên ferfûrî ku di destê xatûnên ...
Roşan Lezgîn
Li Bin Dara Biyê
Mîr
Weşanên Mîr
Li Bin Dara Biyê
Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn
Li Bin Dara Biyê
Çirokên Mîr: 3
Edîtor Miîslûm Yucel
Çapa Yekem Gulan 2003
Çapxane Kayhan Matbaacılık
ISBN 975-92460-7-4
Weşanên Elma
İlkbelediye cad. No:37/6 80070
Tünel Beyoglu / İstanbul
0 212 243 77 80
elmayayiniari® hotmail.com