Balûlka Şekirê
Ew pirtûk bi riya kek Xalid gehişte destê me. Dema me dît, ku nivîskar ji başûrê welêt e û xwestina wî heye ku bi latînî pirtûka xwe çap bike, em pê kêfxwaş bûn. Piştî ku me pirtûk di çav re derbas kir, me dit çewtiyên rênivîsê gelek bûn ...
Ji ber hendê çapkirina wê dereng ma. Rastkirina rêzimanê wê me li gor rêzimanê Mîr Celadet Bedirxan nivîsî û ferhengokek biçûk jî, di dawiya pirtûkê de berhevkir. Ji bo vî karî, em spasiya Beşîr Botanî û Amed Tîgrîs dikin.
Em hêvidar in ku birayên me li başûr û rojhilata welêt jî, weke me bi latînî binvîsin. Ew jî da ku em ji hevdu têbigehin.
Di gel silavên germ!
Weşanên Apec
|