Kurdên Yarsan: Dîrok û Mîtolojî
Shahab Valî
Avesta
"Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.
Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011 an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.
Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin." Shahab Vali, ji pêşgotina çapa kurmancî
Shahab Vali di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî a Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.
Shahab Valı - (1973 îran) Perwerdahiya xwe ya lîsansê li Tehranê, li ser dîroka ol Û tesewûfê kiriye. Lîsansa bilind (2003) li Unîversîteya Jean Moulin-Lyon li Langues et Identitês Culturelles (Ziman û Nasnameyên Kultûrî), doktora jî (2008) li EPHE-Sorbonne Parisê ii beşa Religions et Systêmes de Pensêe (Ol û Sîstemên Hizrî) li ser bîrûbaweriyên kurdên Yarsan kiriye.
Salên 2008-2012an li Tehranê li Institute for Research in Philosophy xebitî û li Unîversîteya Be- heshti dersên mîtolojî û tarîxa tesewûfê da. Ji sala 2013an ve li Unîversîteya Artuklu a Mêrdînê kar dike. Li ser dîrok û sîstemên hizrî yên kurdan bi kurdî, fransî, farisî û tirkî kitêb û gotarên wî hene.
Naverok
Kurtebêje / 9
Pêşgotina çapa kurmancî / 11
Beşayekem
Dîrok û Bawerî / 13
1.1 Li serYarsanan û peyva "Yarsan" / 13
1.2 Nêrîneke dîrokî û doktrîna li ser Kurdên Yarsan / 18
1.3.Têgehên bingehîn di baweriya yarsanan de / 33
1.3.1 Zat: Zatê Tlahî / 33
1.3.2 Dûnadûn (Koçkirina Ruhî an kirasguhertin) / 37
1.3.3 Li cem yarsanan tecelliyên îlahî di laşên însanan de / 44
1.3.4 Ferîştenas iya Yarsanan / 55
1.4 Edebiyata Dînî ya Yarsanan / 62
1.4.1 Kelamên Yarsanan / 64
1.4.2 Edebiyata Yarsanan û Şahnameya Fîrdewsî / 70
Beşa Duyem
Mîtolojî / 75
2.1 Li ser Mîtosê / 75
2.2 Pênasekirina Mîtê / 77
2.3 Cureyên Mîtê / 80
2.4 Mîtosa Afirandinê / 81
2.5 Mîta Afirandinê ya Kurdên Yarsan / 82
2.6 Kesayetên Îranî / 84
2.6.1 Xanedana Keyanî û kesayetên wê / 84
2.6.1. a Keyûmers: Yekemîn însan / 85
2.6.1. b Hûşeng / 88
2.6.1. c Cemşîd / 93
2.6.1. d Ferîdûn / 109
2.6.1. eîrec / 115
2.6.1. f Peşeng / 117
2.6.1. g Menûçêhr / 118
2.6.1. h Nowzer / 120
2.6.1.1 Tûs / 122
2.7. a Key Qubad / 125
2.7. b Key Kawûs / 130
2.7. c Siyaweş / 138
2.7. d Rîwnîz / 166
2.7. e Key Xusrew / 167
2.8. a Lohrasp / 187
2.8. b Goştasp / 190
2.8. c Isfendiyar / 192
2.8. d Behmen / 205
2.9 Malbata Nerîmanî û kesayetên wê / 209
2.9. aSam / 210
2.9. b Zal / 228
2.9. c Rustem / 250
2.9. d Zevare / 296
2.9. e Suhrab / 298
2.9. f Feramerz / 308
2.10 Malbata Guhderz / 313
2.10. a Guhderz / 313
2.10. b Gîw / 319
2.10. c Behram/326
2.10. d Roham / 328
2.10. e Bîjen / 330
2.11 Kesayetên îranî / 336
2.11. a Kawa/336
2.11. b Gorgîn / 341
2.11. c Ferhad / 344
2.11. d Camasp / 345
Beşa Sêyem
Kesayetên Neîranî / 349
3.1 MalbataTûraniyan / 349
3.1. a Selm û Tûr / 350
3.1. b Efrasiyab / 356
3.1. c Şîde-Peşeng / 367
3.1. d Surxe /369
3.1. e Menîje / 371
3.2. Takekesên ne-îranî/ 373
3.2. a Zehak / 373
3.2. b Mihrab / 387
3.2. b Tehmîne / 389
3.2. d Werazad / 391
3.2. e Eşkbûs / 392
3.2. f Ketayûn / 394
Beşa Çarem
Aferîdeyên Mîtolojîk / 397
4.a Sîmurq / 397
4.b Rexş / 406
4.c Dêw / 417
4.C.1 Erjeng Dêw / 419
4.C.2 Dêwê Sipîd (Dêwê Spî) / 421
Encam / 423
Ferhengok / 431
Bibliyografya / 439
PÊŞGOTINA ÇAPA KURMANCÎ
Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala i988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.
Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.
Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.
Di çapa fransî de, Kelamên Pîroz ên ku stûnên bingehîn ên pirtûkê ne, ji bo fransî hatibûn wergerandin. Lê belê di çapa kurmancî de, ji bo ku em ji kurdî bo kurdî wergerê nekin, Kelamên ku bi gûranî ne, rasterast hatin latînîzekirin û pêşkêşî xwendevanan bûn. Latînîzekirina kelamên ku bi gûranî hatine nivîsîn, bê guman karê herî zehmet ê çapa kurmancî bû. Min nivîsîna kelaman a bi latinî girt ser xwe. Ji ber ku bêtir kurdên ku alfabeya latînî bi kar tînin dê vê berhemê bixwînin, bi gelemperî min şêwaza nivîsa îro bi kar anî. Bê guman û bivênevê di karê latînîzekirinê de hin şaşî jî çêbûne.
Ji bo ku hin peyv û têgehên ku di kelaman de derbas dibin an jî bi tenê di gûranî de têne bikaranîn çêtir bêne famkirin, di dawiya pirtûkê de wek pêvek ferhengokeke gûranî-kurmancî jî hatiye zêdekirin.
Hevpîşeya min a hêja Sevda Orak-Reşitoglu ji fransî bo kurmancî wergera vê berhemê kir, çendîn caran li her beşekê nêrî û bi fedakarî xwe da vî karî. Ez wisa bawer dikim ku ew li gorî berpirsiyariya akademîsyeniyê heq ji vî karî derket. Spasiya xwe jê re dikim.
Hevalê min ê hêja Sami Çeliktaş (Hêzil) wergera kurmancî ya berhemê bi hendazeyî xwend û edîtoriya wê kir, spasiya wî dikim. Hevalê min ê din Murad Dildar bi baldarî ev berhem xwend û nirxand, ji ber vê spasiya wî jî dikim. Her wiha hevalê min ê rêzdar û gerînendeyê weşanên Avestayê Abdullah Keskin pêşniyaza wergerandina vê pirtûkê kir bo kurmancî û bi sebreke mezin li benda pêvajoya wergerê ma. Hem ji bo weşandina vê pirtûkê, hem jî ji bo xebatên wî yên giştî yên li ser çand û dîroka kurdan, gelek spas dikim.
Her wiha spasiya dostên xwe yên hêja Mesut Keskin, Yilmaz Özdil, Cumhur Ölmez, Ekrem Yildiz, Erol Şaybak û Mutlu Can dikim, ji ber ku ji bo weşandina wergera kurmancî ya vê pirtûkê hem ez teşwîq kirim hem jî her dem li cem min bûn.
Herî dawî, wekî her caran minetdarê hevjîna xwe ya bi qîmet im ku hemû neyînî û zehmetiyên jiyana me bi rûkenî pêşwazî dike, digel hemû zehmetiyan piştgiriya karê min û xebatên min dike.
Shahab Vali
Mêrdîn 2017
Beşa Yekem
Dîrok û Bawerî
1.1 Li ser Yarsanan û peyva “Yarsan”
Civaka kurdan bi piranî sunnî ye û yên şiî jî hene." Ji xeynî van her du komên misilman dînên din ên ji aliyê kêm kesan ve tên paras- tin jî hene ku di nav wan de ewil êzîdî û yarsanî tên. Bi texmînî di nav kurdên îranê de nêzî 2 mîlyon yarsan hene1 û xwedî dîrokeke dûdirêj in ku ji aliyê misilmanan ve gelek hatine çewisandin. Baweriya yarsan li îranê wekî dînên kêmar tên hesibandin.3 îro yarsan bi piranî li rojavayê îranê li bajarên Kirmaşan, îlam û herêma Loristanê di nav hev de dijîn.4 Çend civatên yarsanan jî li başûrê Kurdistanê li bajarên wek Kerkûk, Xaneqîn û Silêmaniyê dijîn. Piraniya yarsanan kurd in. Lê li Azerbaycan û li derên din ên îranê jî çend civatên yarsanî hene ku ne kurd in.
Yarsan li herêma Kirmaşanê bi awayê eşîran baweriya xwe pêk tînin.5 Eşîra herî mezin a yarsanan Gûran e.6 Li gorî Minorsky, gelek şaxên dînê gûranî hene di nav gelên negûran ên îranê de û li welatên derûdor.7
Hemû baweriyên yarsanan wekî, terîqetên cihê yên kurdan, ji hêla xwezaya xwe ya girtî ve bala lêkolîneran kişandiye. Bi piranî bawerî û pêkanîna yarsanan an xirab an jî kêm tên nasîn, ji ber ku dînê yarsan di nav doktrînê de xwe veşartî hiştiye. Ji ber vê ye ku em tu car nikarin bi awayekî zelal vî dînî nas bikin û bibin xwedî nêrîneke eşkere.
Ewil divê em pênaseya navêyarsan ji aliyê doktrînê ve bidin. Bêyî ku ser navê wê bibin xwedî fikrekê, em nikarin wateya rast a dînekî hîn bibin.
Matti Moosa nîşan dike ku li rojavayê, xebatên li ser doktrîn û dîroka dînê yarsan heta Joseph Arthur û Comte de Gobineau dirêj dibin (m. 1882)8. Lê belê ji serî ve ne lêkolînerên rojavayî ne jî yên rojhilatî di mijara navlêkirinê de lihevhatî ne. Di her berhemê de em navên cihê dibînin ji bo vî dînî.
Ji bo navlêkirina dînê yarsan li rojavayê têgeha herî navdar û herî zêde tê bikaranîn Ehl-î Heqq e ku wateya wê “Mirovên Rastiyê” ye. Li gorî Minorsky cara ewil Comte de Gobineau ev nav ji bo vî dînî bi kar aniye.9 Minorsky nîşan dike ku divê mirov navlêkirinên cihê ...
1 Ji bo lîsteyeke berfîreh a ser îslama kurdan bnr. van Bruinessen, M., “Bibliographie Sêlective de l’Islam Kurde” dans Martin van Bruinessen û Joyce Blau (êd.). Islam des Kurdes, les armales de l’autre Islam. No: 5. Publication de l’ERISM. Equipe de Recherche Interdisciplinaire sur les Sociêtês Mêditerranêenes Musulmanes, Institut National des Langues et Civilisations Oriantales. Paris, 1998. rr. 371-382
2 Kjeilen. T., “Ahl-e Haqq”, Encylopaedia of the Orient.
3 Boyle, K., Sheen, J. (êd.), Freedom of Religion and Belief à World Report, Rout- ledge, London, 1997, r. 418
4 Ji bo Loristan bnr: Edmonds, C.J., “Luristan: Pish-i-Kuh and Bala Gariveh” GJ., Vol. 59, No. 5 (May, 1922), pp. 335-336/ Edmonds, C.J., “Luristan: Pish-i- Kuh and Bala Gariveh”, GJ., Vol. 59, No. 6. (Jun., 1922), rr. 437-451
5 Ji bo eşîrên kurdan bnr: Oberling, P., “Kurdish Tribes", Enc. Ir., http://www.
iranica.com/newsite, 2004
6 Minorsky, W., “The Gûran”, BSOAS, University of London, Vol. 11, No. 1 (1943), rr. 75-103/Mac Kenzie, D.N., “Guran”. E12. vol. II. 1965. rr. 1166-1167
7 Minorsky. W. “The Tribes of Western Iran’’ in TJRAIGBI, Vol. 75, No 1/2. (1945). r. 79
8 Moosa, Matti, Extremist Shiites, The Ghulat Sects, Syracuse University Press, New York, 1988, r. 185
9 Minorsky, W., Notes sur la secte des Ahlê-Haqq, I-II Paris, êdition Ernest Leroux, Extrait des volumes XL et XLV de la Revue du Monde Musulmans, 1920-1921, r. 8
Shahab Valî
Kurdên Yarsan
Avesta
Weşanên Avesta
Avesta | Mezopotamya: 598 | 21
Les Yarsan: Aspects Mythologiques - Aspects Doctrinaux (Paris, 2011)
Kurdên Yarsan (Dîrok Û Mîtolojî)
ShahabVali
Wergera ji fransî: Sevda Orak Reşitoglu
Berpirsê Giştî: Abdullah Keskin
Edîtor: Sami Hêzil
Xwendin: Murad Dildar
Dîzayna Bergê: Azad Aktûrk
Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2018 Stembol
Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdöğen Davutpasa Cad.
Güven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / Istanbul
Tel: (0212)61312 11
© Shahab Vali- Avesta, 2018
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi ti awayî nayê zêdekirin
Sertifika no: 13193
Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Muzik Daöıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi Basma Tulumba Sokak No: 5
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 251 44 80
www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com
https://twitter.com/avestayayin
https://instagram.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995
http://www.facebook.com/wesanenavesta
ISBN: 978-605-2246-00-9