Sala 1989'an bû. Bavê min, Heciyê Cindî, nexweş bû. Her tim ji dilê xwe digazinî. Me di emrê xwe de cara pêşîn bavê xwe bê kar didît. Ew jî pirr li berxwediket, ku naxebite, nanivîse, naxwîne. Digot: "Mixabin, kaltiyê zor li min kiriye, bê hewas bûme..." Em carinan diçûn di ber bêhna wî de dihatin. Wî hey zarokatiya xwe, rojên bihurî yên reş, rojên jiyana xwe yên baş û çetin dianî bîr. Û min dinivîsî. Ji bo amadekirina vê pirtûkê min bîranînên bavê xwe, nivîsên wî, bîranînên diya xwe, arşîva mala bavê xwe û wisa jî "Şuxulhejmara 7623" ji arşîva KGB'yê (Hêzên Saloxgeriya Dewletê) bi kar anîn. Gotarên min Ji Jiyana Heciyê Cindî di rojnameya Riya Tezeyê de, sala 1994'an, di hejmarên 4-23'yan de hatin weşandin. Paşê wekî pirtûk ew bi sernivîsa Heciyê Cindî-Jiyan û Kar, cara yekemîn sala 2003'yan hatin weşandin. Lê ji ber ku di wê pirtûkê de hinek kêmasî hebûn, min careke din pirtûk di ber çavan re derbas kir, kêmasî rast kirin, çend gotar û wêneyên nû di vê pirtûkê de cîwar kirin. Ez vê pirtûkê pêşkêşî 100 saliya bûyîna bavê xwe, Heciyê Cindî dikim
Firida Hecî Cewari - Firida Hecî, li Êrêvana paytextê Ermenistanê ji dayîk bûye. Keça rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenê Kurd ê navdar, Heciyê Cindî ye. Xwendina xwe ya bilind li Zankoya Moskovayê, Para Fizîk û Matematîkê kiriye. Bi dû kutakirina zankoyê re, wekî 50 salan di dibistan û kolêjan de mamostetiya Matematîkê kiriye. Di heyna Sovyetê de, 3 salan wekî parlementera Şêwra Bajarê Yêrêvanê hatiye hilbijartin.
Naverok
Ji Xwendevanên Me Re, Dr. Çerkezê Reş / 9 Du Gotin, Firîda Hecî Cewarî / 11
Ji Bîranînên Heciyê Cindî 1. Gundê Min / 13 2. Pêşiyên Min / 16 3. Biçûktiya Min / 20 4. Koçberbûna Me / 25 5. Sêwîxane / 32 6. Gundê Qundaxsazê / 35 7. Salên Xwendekariyê / 37
Ji Bîranînên Diya Min /41 8. Ber Bi Asoyên Nû yên Fireh / 42 9. “Aha ev e Qurana me!” / 48 10. Beriya Girtinê /50 11. Girtin, Ji Bîranînên Heciyê Cindî / 56 12. Di Azadiyê De, Wezîrê Nadirî Hat Dîtina Hecî / 73 13. Salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn / 81 14. Elifbaya Kurdî ya Kinlî ya Nû / 84 15. Salên 50’yî Mîna Salên 30’yî / 86 16. “Ez Bi Dil Doktorê Zanyariyê yê Kurd î Pêşîn Bimbarek Dikim” / 88 17. Sersaliyên Jiyan û Karkirina Heciyê Cindî yên Sereke Di Salên 1965-1990’î De / 91 18. “Ez Borcdar im Alî Bikim.” / 97 19. Rûpel Ji Jiyana Welatparêzê Kurd î Bajarvan / 101 20. Rojên Jiyana Heciyê Cindî yên Dawiyê / 106
Şekroyê Mihoyî, Mirina Zanayê Kurd Heciyê Cindî / 115 Du Name Ji Swêdê /119 Eskerê Boyîk, Ji Heciyê Cindî Re / 122 Biserdezêdekirin, Der Heqa Heciyê Cindî De / 123 Heciyê Cindî û Celadet Elî Bedirxan / 126 Di Pey Mirina Heciyê Cindî De / 130 Î. Î. Sûkêrman-Xwediyê Karê Mezin / 135 Feiîkê Ûsiv-Ji Heciyê Cindî Re, Girêdayî 50 Saliya Bûyîna Wî / 139 Wezîrê Eşo-Ewledê Cimaetê yê Emekdar / 141 Fêrîkê Ûsiv-Ji Apê Min ê Hecî Re, Ji Bo 60 Saliya Bûyînê / 144 Şerefê Eşir-Qedirgirtina Heciyê Cindî, Ji Bo 70 Saliya Bûyîna Heciyê Cindî / 145 Fêrîkê Ûsiv-Heciyê Cindî, Ji Bo 70’ê Saliya Bûyîna Heciyê Cindî / 148 Fêiîkê Ûsiv-Ji Heciyê Cindî Re, Ji Bo 70 Saliya Bûyîna Wî, Bi Hezkirin / 151 Çerkezê Reş-Bavê Zargotina Cimaeta Kurd / 153 Î. Mêgrêlîzê, M. Ceferov-Kurdnasê Meşûr / 161 Biqîmetkirina Keda Rewşenbîrê Kurd / 164 Şekroyê Mihoyî-Mezinî û Şîrhelaliya Zanyar / 166 Sêsiya Ilmî Ji Bo 90 Saliya Bûyîna Heciyê Cindî / 175 Heciyê Cindî-Yevgêniya Vasîliyêva, Jaklîn Mûsayêliyan / 177 Mezinê Kurdzaniyê-Nîkolayî Hovhanîsyan / 182 Awirek Li Ser Romana Hewariyê-Perwîz Cîhanî / 185 Meziniya Xwedanê Keda Mezin-Wezîrê Eşo / 192 Zargotinzanê Kurdan ê Heri Mezin-Têmûrê Xelîl / 200 Heciyê Cindî û Muzîka (Sazbendiya) Gelêrî / 202 Eskerê Boyîk-Heciyê Cindî / 204 Sala Berê / 206
Bîbliyografyaya Berhemên Heciyê Cindî / 211 Kebaniya Heciyê Cindî / 222 Kendal Nezan-Xemgîniya We Par Dikim / 228 Eskerê Boyîk-Pîreka Heciyê Cindî Çû Ser Dilovaniya Xwe / 229 Têmûrê Xelîl-Ronakbîra Me, Zeyneva îvo / 231 Dotên Heciyê Cindî / 233 Der Heqa Heciyê Cindî De, Di Pirtûkan De / 243 Di Pey Mirina Heciyê Cindî Re Ev Gotar Hatine Weşandin / 244
Berhemên Heciyê Cindî, Ku Di Pey Mirina Wî Re Yekem Car Hatine Weşandinî / 246
Wêne / 247
PÊŞGOTIN
Ev pirtûk cara duyemîn bi bîranînan, şirovekirinan, îsbatiyên arşîvan, nirxandinan, nêrînan û wêneyan, bi hinek guhestinan ve û bi zêdekirinan ve tê weşandin. Di vê pirtûkê de, temamiya sifetê karkirina Heciyê Cindî tê ber çavan. Der heqa riyajiyana wîyaji salên zarokatiyê heya rojên wîyên dawiyê deye. Li vir, bîbliyografyaya pirtûkên Heciyê Cindî û ew nirxandin ûfikrên der heqa wî de hatine cîwarkirin, kîjan ji aliyê zanyar û rewşenbîrên neteweyên cihê cihê ve hatine dayîn. Di pirtûkê de, wekî 50 wêneyan hene.
Ji Xwendevanên Me Re
Profesor Heciyê Cindî ew şexs û şuxulvanê Kurd ê Sovyetiyê ye, bi navê kîjanî ve bipêşdeçûyîna çanda Kurdan a tomerî girêdayî ye. Wî bi rastî temamiya mektebeke zargotinzaniyê ya bibereket saz kir. Dîroka çanda Kurdan a Sovyetiyê berê ewil bi nav û hereketkarkirina Heciyê Cindî ve tê diyarkirin û nirxandin. Dota Heciyê Cindî ya hêja, Firîda Hecî Cewarî bi xemxurî, dilbaristanî û şêkirdariya ewlediyê bi riya jiyan û karkirina bavê xwe ve mijûl bûye û ev pirtûk daniye ser textê me. Ev kar bi tenê hêjayî pesindayînê û şêkirdariyê ye. Pirtûk bi xwe divê bê dîtin û biqîmetkirin wekî çavkariya naskirina jiyan û karkirina Heciyê Cindî ya herî pêşîn. Bi vê pirtûkê ye, ku ji vir û wiha de wê der heqa wî rewşenbîrê helal î xwediyê keda pirr û mezin de lêkolîn û lêgerîn bên kirin û nivîsandin. Wekî mayîn, divê ev pirtûka ku çavkaniya herî pêşîn î heqî û rastgo ye, ku divê bibe bingeha îsbatiyê-bîbliyografyayê, ji bo ku bi rastî û tam nîgar û rola Heciyê Cindî di dîroka çanda Kurd û Kurdistanê de ciyê xwe yê hêja û layîq bigire. Bi vê wateyê, karê dota wî ya pirrked, Firîdayê, bi heqî di goveka çavdayîn û metihdayînê de ye. Ev pirtûk di dereceya bibîranîn û şêkirandinê de heykelekî pirr kemal e ji bo bîranîna qehremaniya Heciyê Cindî ya li meydana çanda Kurdî.
Dr. Çerkezê Reş(,) (*)
(*) Dr. Çerkezê Reş, beriya edîsyona me, redaktoriya vê berhemê kiriye. (Lîs)
Du Gotin
Sala 1989’an bû. Bavê min, Heciyê Cindî, nexweş bû. Her tim ji dilê xwe digazinî. Me di emrê xwe de cara pêşîn bavê xwe bê kar didît. Ew jî pirr li ber xwe diket, ku naxebite, nanivîse, naxwîne. Digot: “Mixabin, kaltiyê zor li min kiriye, bê hewas bûme... ” Em carinan diçûn di ber bêhna wî de dihatin. Wî hey zarokatiya xwe, rojên bihurî yên reş, rojên jiyana xwe yên baş û çetin dianî bîr. Û min dinivîsî. Ji bo amadekirina vê pirtûkê min bîranînên bavê xwe, nivîsên wî, bîranînên diya xwe, arşîva mala bavê xwe û wisa jî “Şuxulhejmara 7623” ji arşîva KGB’yê (Hêzên Saloxgeriya Dewletê) bi kar anîn. Gotarên min Ji Jiyana Heciyê Cindî di rojnameya Riya Tezeyê de, sala 1994’an, di hejmarên 4-23’yan de hatin weşandin. Paşê wekî pirtûk ew bi sernivîsa Heciyê Cindî-Jiyan û Kar, cara yekemîn sala 2003’yan hatin weşandin. Lê ji ber ku di wê pirtûkê de hinek kê- masî hebûn, min careke din pirtûk di ber çavan re derbas kir, kê- masî rast kirin, çend gotar û wêneyên nû di vê pirtûkê de cîwar kirin. Ez vê pirtûkê pêşkêşî 100 saliya bûyîna bavê xwe, Heciyê Cindî dikim.
Fîda Hecî Cewatî
Ji Bîranînên Heciyê Cindî
1. Gundê Min
Li ser topa dinyayê, ciyê lap cinetî ji bo min gundê min e, gundê Emançayîrê ye, ku nêzîkî Qersê (Tirkiye) ye. Ez ji wî gundî, ji gundê zarokatiya xwe pirr hez dikim. Bîranînên min ên pirr şêrîn bi wî gundî ve girêdayî ne. Emançayîr, rast e, gundekî biçûk e, lê ji aliyê xwezayê ve gelekî dewlemend e: Gundê çiya, gelî û gebozan, çayîran, mêrg û çîmanan, gul û gîhê ye, gundê kulîlkên curecure; sorsorkan, beybûnan, piltanan, qilitokan, xaşxaşkan, gulên gulgeş û yên mayîn î bêhnxweş e. Navê gundê me û navê diya min bi navê xwezayê ve girêdayî ne. Kî dihate gundê me, li wan çayîr û çîmanan mêze dikir, digot: “Eman... çayîr...” Lê navê diya min jî, Zozan, hemîn ji navê zozanên me yên delal e. Li rex gundê me, du çiyayên bilind hene. Yek Çiyayê Kolik e, kê derê ziyareta me bû. Gundî diçûne ber ziyaretê, dua û dirozgeh dikirin, berx û kar şeijêdikirin. Lê ji çiyayê din re digotin, Çiyayê Şehîd. Ew hebekî dûrî gund e. Di fêza her du çiyayan de jî, av heye. Di gund de, çend kanî hene. Çemekî biçûk di nava gund re dikişe. Jê re digotin, Çemê Çaço. Havînan, çi qas tê bîra min, ava çêm dimiçiqî. Lê ewilê biharê av radibû. Belekî diketine erdê. Teyrede vedigeriyan. Leglegan havînan xwe davêtine avê. Hêlînên wan hebûn, cûcikên xwe bi firê dixistin. .....
Firîda Hecî Cewarî
Heciyê Cindî: Jiyan û Kar
Lîs
Weşanên Lîs Diyariya Ji Bo 100 Saliya Jidayîkbûna Heciyê Cindî Heciyê Cindî: Jiyan û Kar Firîda Hecî Cewarî