Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîski, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyen rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe.
Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata KuTmancîş'ê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.
4. Navên bajar û bajarokên Kurdistanê / 27 4.1. Kurdistana Bakurî / 27 4.2. Kurdistana Başûrî / 28 4.3. Kurdistana Rojhilatî / 29 4.4. Kurdistana Başûrê Rojavayî / 29
5. Navên welat, paytext û yekeyên pereyan / 30
6. Navên gel/netewe û zimanan / 38
7. Navên hêlan / 39 7.1. Hêl wekî navên deveran / 40
8. Navên rojan / 41
9. Navên demsalan / 42
10. Navên mehan / 43
11. Tîpa ducare û awarte / 44 11.1. Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebîyê / 44 11.2. Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanên ewropayî / 47 11.3. Di van rewşan da morfemên sade biparêze / 48 11.4. Gava ku ji du bêjeyan bêjeyeka nesade bihê çêkirin / 49 11.5. Di navdêrên lêkerî da / 49
12. Nivîsîna bêjeyên ku bi “-stan”ê dihên çêkirin / 50
13. Nivîsîna bêjeyên ku bi [i]yê dest pê dikin û bi [i]yê diqedin / 51
14. Nivîsîna hin bêjeyên bîyanî yên yekkîteyî ku di kurmancîyê da dibin dukîteyî / 52
15. Nivîsîna [î]ya berî [y]yê / 54
16. Nivîsîna [ê]ya berî [y]yê / 55
17. Peyvên dunavdêri / 56
18. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bîyanî yên kes, bajar û deveran / 57 18.1. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên latînî / 57 18.2. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên nelatînî / 58 18.2.1. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên kirîlî / 59 18.2.2. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên yûnanî / 59 18.2.3. Nivîsîna navdêrên taybetî yên zimanê çînî, japonî û koreyîyê / 60 18.2.4. Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi zimanê hindîyê / 60 18.2.5. Nivîsîna navdêrên taybetî yên erebîyê / 60 18.2.6. Nivîsîna navdêrên taybetî yên farisîyê / 63
19. Nivîsîna hin bêjeyên biyani û irani / 64 19.1. -ium->-yûm / 65 19.2. -ia- ->-îya- / 66 19.3. -io--îyo- / 66 19.4. -io- ->-yo- / 67 19.5. -oi- ->-iwa- / 67 19.6. Dîftonga [-ou-]yê -> -û- / 67 19.7. “-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî da / 68 19.8. Bêjeyên ku bi “in-”ê dest pê dikin / 70 19.9. Bêjeyên ku bi “im-”ê dest pê dikin / 71 19.10. Bêjeyên ku di dawîya wan da “-isme” heye / 71 19.11. Tîpa <-s->yê di navbera du dengdêran da / 72 19.12. Tîpa <-g->yê di kîteya dawî da / 72 19.13. Tîpa yê ya ku wekî xwe dihê nivîsîn / 73 19.14. Dîftonga [au-]yê -> o- / 74 19.15. Zayenda bêjeyên bîyanî / 74 19.16. Nivîsîna ya latînî / 75 19.17. [k]ya bêjeyên bîyanî neke [q] / 77 19.18. [q]ya bêjeyên bîyanî neke [k] / 80 19.19. [b]ya esilî neke [p] / 81 19.20. [p]ya eslî neke [b] / 82 19.21. [d]ya esilî neke [t] / 82 19.22. [d]ya bêjeyên kurdî û îranî ya esilî jî neke [t] / 83 19.23. Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin / 84 19.24. Nivîsîna bêjeyên ji zimanê erebîyê yên bi (llifc/damma) “deme’yê (-’) / 85
20. Girdek û hûrdek / 90 20.1. Girdek / 90 20.1.1. Di destpêka komekê da / 90 20.1.2. Kurtkirinên ku bi girdekan dihên nivîsîn / 90 20.1.3. Piştî cotxalê / 90 20.1.4. Nav û paşnavên kesan / 91 20.1.5. Nasnav û leqeb / 92 20.1.6. Navên qehremanên çîrokan / 92 20.1.7. Navên xweda, ferîşte, pirtûkên pîroz û cihên dînî / 92 20.1.8. Navên welat û dewletan / 93 20.1.9. Navên bajar, bajarok û gundan / 93 20.1.10. Navên tax, kolan û meydanan / 94 20.1.11. Navên parzemînan / 94 20.1.12. Navênn okyanûs, derya û kendavan / 94 20.1.13. Navên çeman / 95 20.1.14. Navên deştan / 95 20.1.15. Navên çîyayan / 95 20.1.16. Navên birc, kele, seray, koşk, pire, stadyûm, park û hwd / 96 20.1.17. Navên stêr û gerestêran / 96 20.1.18. Navên bankan / 96 20.1.19. Navên kovar, rojname, pirtûk û nivîsan/gotaran / 97 20.1.20. Navên peyman, şer û serdemên dîrokî / 97 20.1.21. Nivîsîna navên wezaret, komîsyon, komîte, şaredarî, zanîngeh, şirket, baro, komele, dezgeh û rêxistinên din / 97 20.1.21.1. Navên serokîyên dewletan yên herî bilind / 98 20.1.21.2. Navên serokên dewletan yên herî bilind / 98 20.1.21.3. Navên wezaretan / 99 20.1.21.4. Navên birêvebirinên giştî / 99 20.1.21.5. Navên komîsyonên parlamentoyan / 99 20.1.21.6. Navên dadgehan / 100 20.1.21.7. Navên partîyên sîyasî / 100 20.1.21.8. Navên şaredarîyan û organên wan / 100 20.1.21.9. Navên fakulte û zanîngehan / 100 20.1.21.10. Navên şirketan / 101 20.1.21.11. Navên baroyan / 101 20.1.21.12. Navên komeleyan / 101 20.1.21.13. Navên rêxistinên din / 101 20.1.21.14. Navên qanûn, destûr û biryarnameyan / 102 20.2. Hûrdek / 102 20.2.1. Hemû navdêrên cureyî / 102 20.2.2. Bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin / 102 20.2.3. Bêjeyên ku ji navên deveran yên xweser hatine çêkirin... / 102 20.2.4. Navên gel û neteweyan / 103 20.2.5. Tîpa ziman, zarava û devokan ya destpêkê / 103 20.2.6. Navên dîn û mezheban û mensûbên wan / 103 20.2.7. Navên eşîran û mensûbên wan / 104 20.2.8. Navên organên ku bi hûrdekan dihên nivîsîn / 104 20.2.9. Bêjeyên nava bendikan gava ku ne navdêrên taybetî bin / 104 20.2.10. Komeka ku bi reqeman dest pê dike / 104 20.2.11. Navên hêlan / 105 20.2.12. Daçek, gihanek û îzafe / 105
21. Kurtkirin / 106 21.1. Kurtkirinên bi tîpên destpêkê / 106 21.1.1. Kurtkirinên ku tîp bi tîp dihên bilêvkirin / 107 21.1.2. Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 109 21.2. Cureyekî din: Kurtkirinên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 110 21.3. Birîn (kurtkirinên birî) / 110 21.3.1. Kurtkirina navên kesan / 111 21.3.2. Tegihên rêzimanî yên kurdî bi rêya birînê dihên kurtkirin... / 111 21.3.3. Têgihên rêzimanî yên latînîyê / 112 21.3.4. Navên zimanan jî bi birînê dihên kurtkirin / 112 21.4. Kurtkirinên civandî / 113 21.5. Kurtkirinên navên pîvanan / 113 21.6. Di kurtkirinan da hertim bala xwe bide van xalan / 115
22. Tewang / 117 22.1. Tewanga navdêrên nêr yên yekhejmar / 118 22.2. Tewanga navdêrên mê yên yekhejmar / 120 22.3. Tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 121 22.4. Navdêrên ji yek mêjerê lê ji zayendên cuda / 123 22.5. Navdêrên ji yek mêjerê û ji yek zayendê / 123 22.6. Navdêrên mêjercuda / 124 22.7. Navdêrên pirhejmar lê ji zayendên cuda / 124 22.8. Bêjeyên ku bi “-an”ê diqedin / 124 22. 9. Bêjeyên ku xwedîyên referantên cuda ne / 127 22.10. Heger navdêrên zayendnêr bibin navên rojname û kovaran / 129 22.11. Heger bêjeyên ji cureyên din bibin navên rojname û kovaran / 130
23. îzafe / 132 23.1. îzafe û navdêrên nêr yên yekhejmar / 132 23.2. îzafe û navdêrên mê yên yekhejmar / 134 23.3. îzafe û navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 136
24 Parastina awayê leksemî di navdêran da / 138 24.1. Prensîpa sereke / 138 24.2. Çend nimûne ji zimanê axaftinê / 138 24.3. Navdêrên biker û bireserên hevokan / 139
29. Nivîsîna hejmarnavan / 171 29.1. Kengê tîp û kengê reqem? / 171 29.1.1. Grûpkirina hejmarnavên bi reqeman dihên nivîsîn / 176 29.1.2. Nivîsîna hejmarên telefonan / 176 29.1.3. Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê / 177 29.1.4. Xêzik di nivîsîna demê da / 179 29.2. Hejmarnavên bingehîn / 179 29.3. Tewanga hejmarnavan / 180 29.3.1. Nivîsîna gireya tewangê / 185 29.3.1.1. Li gel hejmarnavên bi tîpan / 185 29.3.1.2. Li gel hejmarnavên bi reqeman / 186 29.4. Nivîsîna îzafeyê ya li gel hejmarnavan / 187 29.5. Hejmarnavên rêzîn / 188 29.6. Nivîsîna hejmarnavên dehekî / 189 29.7. Nivîsîna hejmarnavên sedekî (%) / 189 29.8. Nivîsîna hejmarnavên hezarekî (%o) / 190 29.9. Nivîsîna hejmarnavên dabeşî / 190 29.10. Nivîsîna peyvên duhejmarnavî / 191 29.11. Reqemên romayî / 191 29.11.1. Tewanga reqemên romayî / 193
30. Nivîsîna tarîxê / 194 30.1. Standarda me / 195 30.2. Di nivîsîna tarîxê da bala xwe bide van xalan jî / 196 30.3. Nivîsîna tarîxê ya bi tîpan / 196 30.4. Nivîsîna tarîxê ya bi reqem û tîpan / 197 30.5. Tarîx û îzafe / 197 30.6. Tewang di nivîsîna salê da / 197
Komxebata Kurmancîyê bi înîsîyatîfa Weqfa Mezopotamyayê ava bûye. Di pêkînana Komxebatê da hem nûnerîya çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan hatîye girtin hem jî girîng hatîye dîtin ku Komxebat ji wan kesan pêk bihê ku di warê zimanî da pispor in û herweha bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdîyê dihên naskirin. Ev Rêbera ku li vê derê dihê pêşkêşkirin, encama heft civînên (ji 14.03.2015an heta 12.07.2017an) vê Komxebatê ye. Navên beşdarên Komxebatê, li gel pisporî, herêm û hejmara wan ya beşdarîya civînan li jêrê dihên pêşkêşkirin.
Komxebata Kurmancîyê ji van kesan pêk dihê: - Dr Bahîz Omer Ehmed (zimannas, Zanîngeha Dihokê, Başûr-6) - Bahoz Baran (zimannas, Bakur-7) - Behrûz Şucaî (zimannas, Rojhilat-6) - Deham Evdilfetah (zimannas, Rojava-5) - Dilawer Zeraq (lêkolîner, Bakur-7) - Dr Dilbirîn Evdila, (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Başûr-4) - Dr Evdilwehab Xalid Mûsa, (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Başûr-6) - Dr M. Malmîsanij (zimannas, Zanîngeha Artukluyê, Bakur-7) - Mahmûd Lewendî (lêkolîner, Bakur-5) - Mehdî Caferzade (lêkolîner, Rojhilat-7) - Mihemed Teqewî (lêkolîner, Rojhilat-5) - Mistefa Aydogan (zimannas, Bakur-7) - Dr Mîkaîl Bilbil (zimannas, Bakur-7) - Newzad Hirorî (zimannas, Başûr-5) - Samî Tan (zimannas, Bakur-6) - Dr Şoreşvan Adil (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Başûr-3) - Zana Farqînî (zimannas, Bakur-7) - Dr Zulkuf Ergun (lêkolîner, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Bakur-7)
Spasî
Em spasîya hemû van navên navbirî dikin ku li gel kar û barên xwe yên din, bi fedakarîyeka mezin û bi kêfxweşî beşdarî vê xebatê bûne. Herçend her civîneka komxebatê sê-çar rojan dewam dikir jî ev beşdarên giranbiha tu carî acizî nekirin û wan bi cidî- yeteka mezin ev xebat bi dawî kir. Dîsa em gelekî spasdarê Mistefa Aydoganê birêz in ku di nava vê xebatê da cih girt û xebata wî ya “Rêbera Rastnivîsînê” ji bo komxebatê bû bingeh. Herweha em spasîya Weşanên Rûpelê jî dikin ku ew xebat çap kiribû û ji bo.xebateka wisa bû wesîle.
Ji bilî van kesan, em spasîya Dr Dilşad Elî Mihemed Qeredaxî (Zanîngeha Sileymanîyeyê), Dr Ferîdûn Mihemed (Zanîngeha Sileymanîyeyê), Dr Sebah Reşîd Qadir (Zanîngeha Raperînê) û Eşref Keydanî dikin ku beşdarî hin komxebatan bûne û wan bi fikir û pêşnîyazên xwe piştgirî daye vê xebatê. Herweha em spasdarê wan kes û sazîyan in jî ku di qonaxa nirxandinê da xebata me xwendin û pêşnîyazên xwe ji bo me şandin û bi xêra wan me kêmasîyên xwe dîtin û ev xebat baştir bû.
Weqfa Mezopotamyayê
Ji bo rastnivîsîneka standard
Ziman, di axaftinê da û di nivîsînê da bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku mirov wekî dipeyive, nanivîse. Zimanê axaftinê bi dengan peyda dibe û bi bihîstinê dihê wergirtin. Lê zimanê nivîsînê bi nîşanên grafîkî pêk dihê û bi bînahîyê dihê wergirtin. Loma dihê gotin ku axaftin, zimanek e ku ji bo guhan e û nivîs jî zimanekî din e ku ji bo çavan e. Ji ber vê yekê ye ku gelek kes zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê hema hema wekî “du zimanên cuda” jî dihesibînin.
Gava ku mirov dipeyive, gelek awa hene ku hem alîkarîya derbirînê dikin hem jî alîkarîya têgihîştinê dikin. Ji ber ku mirov bi jest û mîmîkan, bi nîşandana hisên xwe, bi rawest û vehesê, bi guvaşa hin kîteyan, bi bilindkirin û nizimkirina dengê xwe û hwd dixebite ku alîkarîya axaftinê bike û pê ra şertên têgihîştineka rast peyda bike.
Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelalçi yên ku xwe bispêrin rêzimanê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe. Rê li ber têgihîştinên şaş venabe. Herweha naveroka zimanê nivîskî jî bi mebesta xwe ra guncayî dihê ragihandin.
Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsan- tir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê da lihevhatinên wan yên civakî hene. Lewra mirov weha dihizire ku rêberên rastnivîsînê ...
Redaksîyon: Bahoz Baran, Mikaîl Bilbil, Mistefa Aydogan Mîzanpaj: Cemîl Gundogan Bergsazî: Hasan Asan
Çapxane: Enes Yayin ve Matbaacihk Ltd. Şti. Maltepe Mah. Litros Yolu, Fatih Sanayi Sitesi No: 12/210, Topkapi - istanbul Tel: 0212 501 47 63 Faks: 0212 501 08 40 Sertifika No: 12469
Weqfa Mezopotamyayê Mezopotamya Eğitim Bilim Sanat Sağlık ve Kültür Vakfı iktisadi İşletmesi Urfa Yolu Üzeri, Serhat Plaza A - blok Kat: 11 No: 29 Kayapinar - Diyarbakir Sertifika No: 42382