La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotinên Mezinan


Éditeur : Han Date & Lieu : 2013, Berlin
Préface : Pages : 124
Traduction : ISBN : 978-3-942735-33-9
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bak. Got. N° 6616Thème : Littérature

Gotinên Mezinan

Gotinên Mezinan

Nûredîn Baksî


Han


Dibên merivekî gundî diçe çolê û bi adodeyê qencelîz (rehê gîyayekê reş û bi poçik e, dimîne mişkê) dertîne. Merivek saf jî di wê re derbas dibî. Û jê dipirse, bira tu çi dikî? Mêrik lê vedigerîne:
„Ji xwe re qencelîzan dertînim."
Mêrik dibêje;
„Xêra bavê xwe tu adodeya xwe bidî min jî. Ez jî ji xwe re hinek derînim.“ Mêrikê saf qenclîzan nas nake: „Adodeyê hildide dest pê dike ku qencelîzan derxe, di binê deviyekê de adodeyê dixe binê gîyayê qencelîzê. Nişkeve jiber adodeyê mişkek derdikeve. Mêrik hema zû zû mişkî digire, dide ber diranê xwe ku biqeşêre û bixwe, dibe çîza çîza mişkê reben. Mêrik jî wî dide ber gezan û wiha dibêje:
„Tu biçîzî neçîzî qencelîzî!"


PÊŞGOTİNEKE PÊWÎST...

Her çi qas di pêşgotina vê pirtûkê de agahiyeke berfireh hatibe dayîn jî, wisa bawer dikim ku îlaweyeke kin dê baştir be. Wekî ku di pirtûka yekem ya bi navê "Xewnerojka min" de hatibû diyarkirin, nivîsandina vê berhemê di destpêka salên 70'yan de pêkhatibe jî, weşandina wê di sala 2013 de bi derfet bû. Sedema ewil ya vê rewşê jî, ev bû ku zimanê Kurdî û xebatên di vî warî de di wan deman de qedexe bû û jiber vê yekê jî ev berhemên bi nirx bi salan di binê axê de hatibûn parastin. Bi taybet di Darbeya 12 îlonê de nivîskarê van berheman Nûredîn Baksî dê hatiba girtin û demeke dirêj zulim, şikence, heps û sirgûn dê bibûya para wî.

Bi hewildanên mezin û ezayên bêdawî, piştî bi çend carên serîlêdanên fermî her çi qas di sala 1991 de vegera ser axên welatê xwe pêkanîbe jî, umrê wî yê kin têrê nekir ku berhemên xwe yên bin axê de riziyayî ne berdewam bike, û wan bi xwendevanên xwe re parve bike.

Wek keça nivîskarî min jî li gor zanebûn û derfetên xwe hewil da ku vê erkê pîroz bicîh bînim.Vê karê de ez çi qas serkeftî bûme, ew jî êdî dimîne ji texdîra xwendevanên Kurd re. Di vî warî de jî bi taybet dixwazim îfade bikim ku ez gelek spasî bo hevjînê xwe yê birêz Tekîn Elçî diyar dikim ku wî hem dîtina weşanxaneyekê û hem jî di her xebatên vî amadekirina vê pirtûkê de alîkarî û keda xwe texsîr nekir û her dem li gel min helwesta xwe nîşan da.

Di ji nûve nivîsandina vê pirtûkê de ez gelek hestên cûda cûda jiyam, di hin hevokan de bi êş, hinekan de şad û di hinekan de jî bi rûmet bûm. Sedema yekem ya êşa min jî ev bûbû ku bavê min wisa zû û bêwext çûbû ser dilovaniya xwe û heyacana asta îroyîn ya ku milletê Kurd afirandiye nejiya. Lê ez pê gelek birûmet im ku wî di demên wisa dijwar de li hember ewqas tedayî û zordariyan jî Ii berxwe daye û berhemên wisa binirx afirandine û layiqê gelê xwe bûye.

Bi vê wesîleyê careke din ez wî bi rêz û hurmet bibîr tînim û dibêjim bila rihê wî şad, cîhê wî bihişt be.

Nesîbe Baksî Elçî

Çend gotin di bara gotinên mezinan de
(We yan pendê pêşiyan)

Gotinên mezinan weya pendê pêşiyan, zaniş û çandî û diyariyên pir bilind û gewre ne. Ji pêşî û bav û kalan ev gotinên hêja û bi rewş ji me însanan re mane diyarî û mîrate. Ev gotinên bê hempa ji hiş û mejiyên mirovên rewanpak û bijare û tûjzeka derketine. Ev însanên mezin û rewanpak, hayraz (îlham) û tecrûba xwe ji tevgera bûyerên komelî û xwezayî, li gora jêtîş (îstîdat-kabîliyet) û têgehîtin (îdrak) pêgehîtin (anlak) nav xwe pejilandine û veçirane û pişkaftine. Ji dil û can dên û bala xwe dane ser tevgera bûyerên komelî û xwezayî, heta ku jêderek (netîce) rast û dirist, bi destê xwe xistine û bi gotinên kurt û xweşwezîn îfada merama xwe kirine.
Di çandiya her gelan de gotinên mezinan di qora pêşîn de cîhekî mezin girtiye û digire. Lewra evan, şax û hêmenên (ûnsûr) çandî ne. Wekî çîrok, metelok, stran, goranî, dilok û lawjen. Bi gotinên mezinan, çîrok, metelok, stran û bi yên dimayînan dang û sewiya pêşve çûn û şaristaniya her gelê ku di qada mêjûyê de bihûrîne tê pîvan. Hema wisa gotinên mezinan, pîvanok in jibo jêtîş û hiş û zeka, engaşt (xeyal) têgehiştin, dîtin, zanîn, evînî, heskirina ji xwezayê û tevgera giyanî û civaknasî pêşveçûn û şaristaniya her milletê ku xwediyê van tiştên nemir e.

Gotinên mezinan, zanişeke xwezayî ye. Bi diyarbûna gelan, ew jî diyar bûne. Ji wan re qutabîxane, dibistan û dem û dezgehên zanînê ne lazim bûne. Her cîh ji wan re qutabîxane û dibistan bûye. Li ber qûçik û tifikan li dora...


Nûredîn Baksî

Gotinên Mezinan

Han

Weşanên Hanê
Gotinên Mezinan
Nûredîn Baksî

Çapa 1.
Berlîn / 21 Îlon2013
Wêje-Gotinên Mezinan
Berg Design: Zagros Baran
Çap û Girêdan:
Han-Grafîk

han-grafik@hotmail.de

ISBN 978-3-942735-33-9

Nûredîn Baksî
(Mele Ciwan)



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues