La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çar Neçar


Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2017, Stembol
Préface : Pages : 62
Traduction : ISBN : 978-605-9082-93-8
Langue : KurdeFormat : 100 x 180 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kul. Çar. N° 6623Thème : Littérature

Çar Neçar

Çar Neçar

Ciwanmerd Kulek

Avesta

Çîroka her tiştî heye û vê carê tiştên ku çiroka wan nehatine gotin serpêhatiya xwe vedibêjin.
Çîrok tên gotin, gotin dibin çîrok.
Bêjeyek li xwe mikur tê, mirin dikeve dewsa jiyanê, nebûn dorê ji hebûnê distine, dawf dikeve pêşiya her tiştf.
Careke dfher tişt dema tê vegotin rasteqintir dibe.
Ciwanmerd Kulek çar çfrokên xwe yên dfji nû ve kişif dike û me li pey çfroka wan digerfne. Kevn nû dibe, nû kevin dibe, xeyal dibe rastf, rastf dibe xeyal, û her tişt çawa em dizanin, wiha ye.

Ciwanmerd Kulek di 1984an de ji dayik bû. Di 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse. Romana wî ya yekem Nameyek ji Xwedê re di 2007an de çap bû. Piştre romanên wî yên Otobês (2 010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20.39(2016)derçûn. Piştî Çar Yekê (2015), Çar Neçar duyemîn kitêba wî a çîrokan e. Yekemîn berhema wî a nepexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formên helbestî ên ji zargotina kurdî hatine bikaranîn.
Ciwanmerd Kulek ji bilî nivîskariyê karê wergêrê jî dike. Heta niha ji zimanên ingitîzî, spanî û tirkî van berhemên hanê ji edebiyata cîhanê wergerandine kurdî: HefflretflJ.M.Coetzee), Li ber Sikratê (W. Faulkner), Çîrokên Dubliniyan (J. Joyce), Serencama Mirinekê (G.G. Mêrquez), Beriya Şewitî (Juan Rulfo) Keleha Spî (Orhan Pamuk), Li Çiyayên Andê (Mario Vargas Llosa), Xewn û Xeyal (Jorge Luis Borges).


Naverok

Bîranînên bêjeyeke mirî / 13

Daxuyanî bo windayekî / 25

Xerîbek li gundê me / 35


PÊŞGOTIN

Çar çîrok in. Bi temamî ji bîra min çûbûn heta ku xwendevanekî min ez bi wan hesandim. Tarîxa nivîsîn û weşana wan baş naye bîra min. Du ji wan li ser malpereke înternetî (Diyarname), duduyên dî jî di kovaran de (W û Çirûsk) derketibûn. Di gumana min de hemû berî sala 2oioan, dema ez li Cizîra Bo- tan bûm, hatine nivîsîn.

Xwendevanê ku ew ji min re şandin di wê hizrê de ye ku “ev berhemên herî baş in ku heta niha we nivîsîne.” Di nameya xwe ya dirêj de bi heyecan sa- lix dide ku hemû tiştên ku heta niha min weşandine xwedî şopên vê berhemê ne û hetta, “bi ihtîmaleke mezin, gişt ji van çar çîrokan zane.” îşaret û sembolên ku wî ji wan derxistine û wan digel hin parçeyên romanên min û “tevn û avasaziya” Çar Yekê berawird dike, ji ber ku guhê min hîç ne li ser tiştên wiha ye, di vir de qet behsa wan nakim.

Her çîrokek serbixwe ye û xwedî qedera xwe ye; her xwendevan, xwedî şiroveya xwe ye. Wek nivîskarek, piştî gelek salan, tiştekî dî li min nakeve ji bilî ku bibêjim, “erê, ev ên min in; min ev kir.” Di gumana min de nîqaşa ku xwendevanê min ê dilsoz xwest bilind bike ji min bêtir aydî qada xwendevanan e. Ez qanih bûm ku ez nikarim derî li hêmanên birêz ên vê qadê bigirim û tişta aydî wan li bal xwe bihêlim.

Va ye, çîrok li vir in, bi halê ku xwendevan ew ji min re şandine. Bi qandî xwendevanên ku wan bidin ber berhemên min ên dîtir, dê xwendevanên ku wan bidin ber nisxeyên wan ên pêşî jî hebin. Gurrbûna şaxan û peywendiyan di nava tiştan de qedera her berhema edebî a îroyîn e, ez jî bi xwendevanê me yê micid re me di vê babetê de. Lê tirsa min ew e ku xwendin, şirovekirin û -ger hebe- destêwerdan û guhertina wî xwendevanî a li çîrokan kozika nivîskar bi serê wî de bînê xwarê û ciyê hin akter û fakterên vê pêvajoyê biguherîne. Belkî ev tiştekî baş be jî, ihtîmal pirr in, û bi saya wê ez dizanim ku evana dê ne tenê çîrokên berê, ew ê çîrokên nû û ên pêşerojê jî bin.

Ciwanmerd Kulek
Stenbol, 2017

Bîranînên bêjeyeke mirî

Ez cara pêşîn kînga ketim ser zimanan, nayê bîra min. Dema li Loristana Mezin, piştî mirina mîrzayekî xort ya ji aliyê apê xwe ve, di lavij û zêmarên pîrekan de hatim bilêvkirin, hînê kes baş di wateya min de nedi- gihaşt. Di devê zarokên Şamê yên dema Selahadîn de weke dijûn jî hatim bikaranîn. Piştî rêwîtiyên ji Misrê û Hindê bigire heta bi Qefqas, Ûris û Romê, yên çi li ser pişta hespan, çi jî di kalanê şûran, di neqeba kirasê diranan, di tûrikê dewrêşan, an di nav bende- ke û serbarên karwanan de, min êdî li sînorê sêyeka cîhanê dabû: di nav şeş elîfbeyan, neh zimanan û çardeh qewman de geriyabûm. Di qirikên peritî, zengelorkên xirxirokî, çavên rengareng, dilên cefakar, sêngên herişî, kolanên şên, ecacên xîzê, awazên mest- ker, guhên giran de weke navdêreke beza tevliviyam, ...


Ciwanmerd Kulek

Çar Neçar

Avesta

Weşanên Avesta
Avesta | Edebiyat: 591 | 139
Çar Neçar
Ciwanmerd Kulek

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Azad Aktürk
Wêneyê Bergê: Feyzi Çelik
Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2017, Stembol

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdögen Davutpasa Cad.
Güven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / Istanbul
Tel: (0212) 6131211

© Ciwanmerd Kulek - Avesta,-2017
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Sertifika no: 13193
Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi Basma Tulumba Sokak No: 5
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Fax: (0212) 251 44 80 - (0212) 243 89 75

www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com
https://twitter.com/avestayayin
https://instagram.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995
http://www.facebook.com/wesanenavesta

ISBN: 978-605-9082-93-8

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues