La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Li Rojhilatê Dilê Min


Éditeur : Metis Date & Lieu : 0006, Istanbul
Préface : Pages : 70
Traduction : Rûken Bağdu KeskinISBN : 975-342-131-1
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mûn. Roj. N° 3696Thème : Poésie

Li Rojhilatê Dilê Min

Li Rojhilatê Dilê Min

Murathan Mungan

Metis

Murathan Mungan di sala 1955’an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Zarokatî û xortaniya wî li Mêrdînê derbas dibe. Li Zanîngeha Ankara di Fakulta Zimên, Dîrok û Coxrafyayê de Bêşa Tiyatroyê dixwîne. Di vê beşê de master kir. Wek dramatûrg li Tiyatroya Dewletê ya Ankara şeş sal û li Tiyatroya Bajêr a Stenbolê jî sê salan xebat kir. Demekê bi karên weşanê jî daket; di Rojnameya Söz’ê de berpirsyariya rûpelê “çand û hunerê” kir û ji Weşanxaneya Remzî re rêzeke wêjeyî ya taybet amade kir.
Berhemên Murathan Mungan di nav çeşnên edebî de xwedî cihekî fireh in. Helbest çîrok, pexşan, ceribîn, rexne û lêkolînên wî di rojname û kovarên cûr be cûr de hatine weşandin, li gel van lîstik û gotinên stranan, senaiyo jî nivîsandine. Heta niha bi vî şiklî li dor 20 kitêbên Murathan Mungan hatine weşandin. Êdî bêhtir bi helbestên xwe yên di Sahtiyan û Yaz Geçer de, di çîrokan de jî bi çîrokên xwe yên Cenk Hikayeleri û Kirk Oda hatiye naskirin û hejmara xwendevanên wî zêde bûne. Kitêba wî ya yekemîn a bi navê Mahmûd û Yezîda ye (1980). Di 1981 'î de ji şiîrên Orhan Velî lîstikek çêkir. Lîstikên wî yên “Mezopötamya Ûçlemesi’’ piştî weşendina Azzzyê’ û Geyikler Lanetler dawî li wan hat. Di 1994'an de ev hersê lîstik li pey hev salekê li Tiyatroya Dewletê ya Antalya û Festîvala Tiyatro ya Navneteweyî li Stenbolê hatin leyîstin. Mungan ji bo koma Yeni Türkü jî gotinên stranan nivîsî û ew stran baş deng vendan.
Murathan Mungan li welêt û derveyî welêt beşdarî gelek programên hevpeyvîn û xwendinê bûye.
Niha Ii Stenbolê dijî û ev demeke dirêj e ku jiyana xwe bi nivîskariyê didomîne.


Naverok

Berê / 7
Xwîn Xwê Mırî / 8
Me Ji Bîr Nekır / 9
Erdên Bêdeng 16 Mîrên Payîzê / 17
Kurtik / 18
Sextiyan / 20
Şivanên Şevê / 33
Dû Kêr / 34
Barîna Hespan / 35
Guher / 36
Xewnên Prensesên Şiyarbûyî / 37
Azad / 46
Berbang û Şahmaran / 47
Varaka / 49
Çıya û Kapîtal / 50
Rawırên Xwînê / 52
Qerenfîl / 53
Kêr / 60
Pırsa Kêmnetewetıyê / 61
Ew Teyrên Kelaşan e / 62
Metala Eşqê Ya Tarî / 63
Kêrên Jibîrkırî / 64

 

 


BERÊ

Xulavî dibûn li nav dilê min
çiyayên hildikişiyam wan
dadiketim çemên hênik û bêdeng
berî xezalan

karibûn ez bişûştama wan deman avê
nav hewşa dilê min didît tavê

digizgize di xewê de
melêva nav dilê min
xwîniyê wî bûm min ew kuşt
zêde bûn xeyalên min
xewa radizêm li şûna me herduwa ye îndî
dibêqey ez im mirî ew e zindî
her şev her şev her şev

(1991) 10 Adar 1993

Xwîn Xwê Mırî

diguhêze xwîna xwe bi avê
miriyê ji fetlaneka wê de bi çend gavê
xwêya xwe dişo behr
gava diguhêze ava xwe çemê wê

belav dibe tilsim li behrê
gulle belav dibe li rûwê wê giran
giran
gulle
du sê mirî li her badekê
her ku çem çend tew xwe bade

sonda hat xwarin li ser rojhilatê
xwîn, xwê, mafê miriyan
çemên zêde dibin li milên wê
coxrafya ku dide ber çav pêşeroja xwe
dema digrin sond û dîrok dor li axê

17 Heziran 1992

.....


Murathan Mungan

Li Rojhilatê Dilê Min

Metis

Weşanên Metis
Li Rojhilatê Dilê Min
Murathan Mungan
Werger: Rûken Bagdu Keskin

Weşanên Metîs
İpek Sokak 9, 80060 Beyoğlu, İstanbul
Rêza Wêjeyî ya Metîs - 116
Li Rojhilatê Dilê Min, Murathan Mungan
© Murathan Mungan
© Weşanên Metîs, Hezîran 1996
© Wergera Kurdî: Rûken Bagdu Keskin, Hezîran 1996

Helbestên di vê kitêbê de bê destûra nivîskar nikarin di bandekê de bên
xwendin, di antolojî an jî berhevokekê de cih bistînin. Bikaranîna wan î bi
her awayî bi destûra nivîskar e.
Çapa Yekemîn: Cotmeh 1996
Hejmara Çapê: 3000

Berpirsa Weşanê: Muge Gursoy Sökmen
Dîzayna Bergê: Bulent Erkmen
Amadekariya Çapê: Işil Döneray
Fotograf: Tulin Altilar
Rastkirina li ser kompîturê: Volkan Duran
Çapa Bergê: Ofset Yapimevi
Tîprêzî: Weşanên Avesta
Çap: Yaylacik Matbaasi
Cild: Ömek Mucellithanesi

ISBN 975-342-131-1

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues