Mala xwede
Mahmûd Lewendî
Hêlîn
Mêrik ji dîya xwe dipirse:
-Dayê Xwedê hebînî heta nuha te çend mêr kirine?
Dayik:
- Wîîî kurê min, ma ez li ku, mêr li ku, ma tu dibêjî qey çavê dîya te jî li mêra ketîye, tevîhev 13 ji Silîva, 12 ji mala kirîva, yek Emerê Guhşelte, yek jî rehmetîyê bavê te, çirtik-pirtikên mayî jî nayên bîra diya te!
PÊŞGOTIN
Di 1985'an de min bi navê Mîrkut kovareke mîzahî derdixist, heta 1987'an derket lê paşê ji ber rewşa ekonomîk kovar nema derket. Demekê jî di kovara Berbangê de bi navê Sîrkut, paşê bi navê Tirşik min quncikek nû vekir. Pişt re jî di rojnama Armancê de bi navê Beroş min quncikek nû ya mîzahî vekir. Li gel nivîsên mîzahî û karîkaturan, me gelek caran cih dida pêkenînan (fiqreyan) jî.
Wextekê jî di kovarên Kurd Li Spänga, Dîdar û rojnama Azadî de me hin pêkenîn belav kirin. Pişt re min nihêrt ku me ji sedî bêtir pêkenîn belav kirine, yanê dikane bibe kitêbek biçûk a pêkenînan û min rabû ji wan pêkenînan ev pirtûka amade kir.
Ji derveyî pêkenînên Kurdî, pirranîya pêkenînên din ên ku di vê kitêbê de ne ji zimanên xerîb -wek Fransî, Swêdî, Erebî û Tirkî- hatine girtin. Yên ku min ji zimanên xerîb girtine, ji wan hinek min adabteyî Kurdî kirine, hinek jî rasterast hatine tercumekirin.
Li Kurdistana Bakur xwendin û nivîsandina bi Kurdî kêm e. Gava ku mirov li tîraja kovar û rojnameyên Kurdî dinihêre, mirov vê rastîyê dibîne. Ji ber wê yekê heta ji destê min hat, min tekstên pêkenînan kurt kirin daku her kes bikaribe bi hêsanî bixwîne.
Her weha heval Mamoste jî ji bo her pêkenînekê karîkaturek çêkir ku bêtir bala xwendevanan bikşîne.
Armanca sereke ya ji vê kitêbê ew e ku bi qasî dilopekê be jî feydeyek bigihîje xelkê me daku ji xwendin û nivîsandina Kurdî hez bikin. Di vê riyê de bi qasî serê derzîyekê jî em bi ser kevin, emê xwe bextewer bibînin.
M. Lewendî
Can bi Şûn de Nayê lê Rojî Tê!
Meha rojîyê ye. Lê rojî ketîye havînê. Wekî her kesî Apê Leto jî rojîyê digre. Heta nîvro îdare dike lê di pê nîvro re ji tîhna nikare xwe bigire hema bi dizîka diçe ser kanîyê û avê vedixwe. Û çima mellê gund ji wê de nayê! Dinêre ku Apê Leto avê vedixwe. Welle hema melê me xwe pik dike û diqehere û bi ser Apê Leto de diçe û dibêje:
-Lawo ma tu fedî nakî, tu ji Xwedê jî natirsî? Tu di vê rojîya remezanî mubarek de çawan dikarî avê vexwî, ma tu kafir î, tu çi yî!
Apê Leto:
-Melle, bi Xwedê ez gelekî tîh bûbûm, ji tîhna qirika min êdî ziwa bûbû û ez hinekî jî fikirîm ku çawa be rojî îsal biçe ewê salek din dîsa were, lê heke ez ji tîhna bimirim û ev can biçe êdî bi şûn de nayê!
.....
Mahmûd Lewendî
Mala xwede
Hêlîn
Weşanên Hêlîn
Mala xwede (pêkenîn)
Amadekar:
Mahmûd Lewendî
illustrasyon:
Mamoste
Weşanên Hêlîn
Çapa Yekem: Eylul 1992
©-M. Leweridî
Pergala qapaxê:
M. Serdar Karataş
Adres:
Duvedsv.7-2tr
162 23 Vallingby/Sweden
ISBN: 916301221-9