Pêdarî
Dilawerê Zengî
Compte d’auteur
Her hebin her hehin,bo welat tim hebin
Pêşmergê canfida,ser bi gorî te bin
Şer û ceng me aîlan,ser bi lez tev diçin
Yan mirin yan azad,sor û gewr her hebin
Em in tev lawên Kurd,Diyakos û Xesro
Pir şerm û fedî em,îro oindest de bin
Garnasê cîhan bûn,tev bi jîr û hebûn
Bi xwîna azadî, roja cengê hebin
Rabe şêr rabe şêr, kurê Guhderzî mêr
.....
Serecem
Hebûna gel di hebûna welat / 1
Şoreşger / 2
Nayên sotin bi ar ne çilo ne ne ji dar / 3
Kurmê darê ji darê ye / 7
Neviyê Guhderz / 11
Jîn û aştî / 13
Gulzar / 15
Tu jiyan î yan jiyan ji te / 17
Agir / 19
Cizîrê / 23
Hêza serxwebûn / 27
Bilûra ber kerê / 28
Aştîxwaz / 35
Şoreşa gel / 34
Gazinek ji Amûdê / 36
Dest birê kin / 45
Aşê nezana bi xwe digere / 48
Gelê bindest bira bin / 51
Yekê gulanê / 55
Pêdar / 57
Ji bo Tîrêj / 59
Gazinê ji kê kim / 62
Birîna mezin / 66
Ne dîn im ez dîdar im / 72
Lilawer di cenga dêwê reş de / 74
Bersiva hevalekî / 77
Lêp derûn / 80
Meyxan e / 82
Fener û perwan zanavek biyan / 84
Yekîtî / 86
Ho Amed / 90
Koçeriya pez / 92
Bîranîna Seydayê Cegerxwîn / 98
Jîna qelenxûn / 104
Rûpelek ji dîroka Kurdistan / 106
Ahinga segperest / 114
Çavsor e kolê axê / 116
Meymûnê Hiso / 118
Keroşk û rovî / 122
Civîna hovan / 126
Partîzan im / 129
Keç û kur (Pirs û bersiv) / 151
Perîdax / 155
Dîlawirê yar / 155
Pesnê yar / 157
Xoşevî / 159
Perhengok / 141
PEŞGOTIN
Çi millet û gelên ku hatine rû cîhanê, tor û mêjuwek wan heye.Gelek ji wan milletan hejar û bindest mane, lê dema ku dest bi tor û mêju wa xwe kirine û ji milletên xwe re pêşkêş kirine bi hîr û bawerî, koka xwe bi destê xwe ava kirine. Ew keleha ku dijmin li dor wan ava kir bû herifandine û ji bin destê dijmin derketine û xwe aza kirine. Ji ber ku tor ser xwebûna milletan e, yek ji wan milletan miletê Kurd e. Xwedî tor û mêjuwek kevn e ne xasim di meydana(şir) helbestan de hatiye zanîn li ser çerm û ferşikan berî hezarê salan, helbestên kurdî hatine danîn. Gelek torevan û wêjevan ji milletê kurd rabûne, emê çend kesan ji wan torevanan bibêjin:
Feqê Teyran, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Melayê Xanî, Siyapoş û seydayê nemir Cegerxwîn. Helbest û pertûkên wan îro li me rohnî dikin û torevanên me yî nû dane ser rêç û şopa wan. Eger çiqasî em di helbest û pertûkên wan de peyvên Erebî û Farisî dibînin em nikarin ji wan re bikin kêmasî dibe di wê wextê de nîrê demê wisa dixwest,ji ber ku rewşenbêriya wan û ola wan Erebî bû,yan jî wisa didîtin ku ev jî zanebûn û jîriyek bû.
Lê îro torevanên me yî nû dest bi helbestên kurdî kirine.Eger ji sedî pêncî Erebî û farisî bû îro em dibînin ji sedî not û heft bi zare kurdî yê paqij tête nivisandin.
Yek ji wan helbestvanan Dilawerê Zengî ye . Lilawerê Zengî xortekî nûhatiye ji herêma Cizîrê ye li Amûdê dijî, helbestvanê me ni_ vîsandina (şir) helbest li nik wî (mewhîbe) ye ne ku(mûmarese)ye,ji ber ku helbestên (mewhîbe) xwedî cewher û pande (hikmet)e , bihna ilm û zanînê jê tê ,lê helbestên (mûmarese) çiqasî bi(wezin) û bare (qafî) be lê wek hejîra kerik orta wê vala ye û meriv tu cewherê(şir) he.lbest tê de nabînin.
Ez Lilawerê Zengî ji biçûkaniya wî nas dikim, her dem digel merivên zana û torevan û mêjû van rûdinişt û bi wan re dida û distend.
Ji ber ku Lilawer xortekî jîr û welatperwer û zana bû,êşa milletê xwe xweş naskiribû, ji wê demê de dest bi (şir) helbestan kirye ji ber ku helbest ji nîva dilekî bibirîn derdikeve.
Weha renge ev xort di biçûkaniya xwe de gel lek caran dihate cem min û helbestên xwe şanî min didan.Min nîşana (remza)(şir) di xwedûn(zatê) wî de di dît û min her demê ca ran navtêdida bi çêkirina helbestan.
Selê ez ne poşman im bi wî alîkariya min pê re dikir .Dara xebata wî îro ber girtiye û milet ji berî dixwe .
Dilawerê Zengî îro bûye wêjevanekî hêjs û bilind u hin bi hin sitêra wî di nav sitêrên torevanên me de di ezmanê Kurdistanê de diçi rise û wê demekê bê ku ev helbestvanê jîr bibe rêber ji bo gelek torevanan û wêjevanan. Em bi hêvî ne ku ên wekî wî pir bibin,ji bo vî milletê bindest.
Heloestvanê me gelek aijwarî û hejarî di vê rê ae dîtiye,lê dev ji omîda xwe berneda ye, heta gihaye armanca xwe.
Divê her kesên ku xebstê di ber milletê xwe de bike wek wî pêdar û cegersoz be,heya big hê armanca xwe û tiştek pê kêr neke.
Helbestên Dilawerê Zengî bi vî rengî hstine nivîsandin:
Remz nîşan, welatperwer, xweşxwan, marş, evînî, aştî, jîna hov û teban, dîrokî.
Helbestvanê me Dilawer bi rengekî nû û xweser û zimanekî paqij helbestên xwe çêkirne eger carna em hin peyvên giran di(şir) û helbestên wî de dibînin, ew peyv bi xwe peyv ên kurdîn e ji ber ku zarê kurdî zarekî fireh e ne hewcedarê Erebî û karisî ye ,em hêvî ji xwendan dikin ev peyvên giran nekin Kêmasî,jê tê zanîn ku ev jî ferîseta zimanê (şirîye) tiştekî pir biha û nirxe ai meydana(şir ) de.
Gelek sipasin ji wê dayikê ku Dilawer di ber himbêza xwe de û li ser kolîna xwe xwedî kiriye û bi wî şîrê xwe yî paqij ji êmîşê welat mijandiye, û li ber landika wî rûniştiye û di şevên tarî de jê re nuhurandiye bi dîrok û istiranên kurd.1 û gelek caran xew bi çavêr wê ne bûye, di wan şevên reş û tarî de, heta gihandiye warê jînê û ev xebata hêja ji milletê xwe re kiriye.
Mizgîn li te be ,Cegerxwînê Kurd
Seydayê nemir, zana û rêber
Warê tu lê bû, nemaye xalî
Di pey te îro, maye Dilawer
Şehr û bajarê tora gelê Kurd
Nemaye vala ,bêkes û xwedî
Barê te'y giran, daye milê xwe
Şopa te îro,ewî daye ser
Seyda de rakev bê derd û bê kul
Ala te îro, wa hildaye jor
Xortê çeleng û jîr û hinerbaz
Şahê evînê li textê Keşwer..
Tîrêj
22 - 6 - 1985 de .
Hebûna Gel di Hebûna Welat
Her hebin her hehin,bo welat tim hebin
Pêşmergê canfida,ser bi gorî te bin
Şer û ceng me aîlan,ser bi lez tev diçin
Yan mirin yan azad,sor û gewr her hebin
Em in tev lawên Kurd,Diyakos û Xesro
Pir şerm û fedî em,îro oindest de bin
Garnasê cîhan bûn,tev bi jîr û hebûn
Bi xwîna azadî, roja cengê hebin
Rabe şêr rabe şêr, kurê Guhderzî mêr
Rencberê dijmina ,kolîtî qet me bin
Dijminê te zorker,xûnmijê sitemkar
Serxwebûn doza me,pêşvtçûnê hebin
Canbêzar tev ra bûn,keç û kur bi hev re
Li ser rêça zanîn,lawên te her hebin
Hemû tev li kar in,aeng ji wan na bilî
Ser bi lez Dilawer,cengê de gav hebin ..
.....
Dilawerê Zengî
Pêdarî
Compte d’auteur
Compte d’auteur
Pêdarî
Dilawerê Zengî
Helbest
Wenesaz: B.Karoj
Sala : 2597 K - 1985 Z
Ji bo giriftarên şoreşa KurcListanê
ku di zindanên dijmin de berxwedana jiyanê dikin
Ji bo serxwebûn û azadiya netewiya gelên Kurdistan
Ji bo cangorî û rewanpakên Kurdistanê
Ji bo xoşeviya dil û rewanê min
Perwîn