La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Êzidyatî: Wane bo qutabîyêt êzidya


Éditeur : SILC Date & Lieu : 1996, Dihok - Kurdistan
Préface : Pages : 84
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 165 x 235 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sil. Ezi. N° 6235Thème : Religion

Êzidyatî: Wane bo qutabîyêt êzidya

Êzidyatî: Wane bo qutabîyêt êzidya

Xidir pîr Silêman

SILC

Waneya êkê


Êzidî miletekî xudê perêse:
1- Xudê êke yî bê şirîke u bê heval.
2- Her ewe, her ewe. ne xuwarine ne xewe,
şehda dînê min bi navê Xudê u Tawsî Melek di bit rewe,
3- Amîn amîn, tebarek el dîn, ellah ehsen el xaleqîn.

Waneya duwê

Heft Milyaket:
Xudê dilovan heft Milyaket ji nûra xo afirandin ku evene:
Izrayîl, Cibrayîl, Mikayîl. Dirdayîl. Şemqayîl, Ezazîl u Israfîl.


Pêrist:

Pêşgotin / 1

Naverokê pola Êkê / 3
Naverokê pola Dû / 6
Naverokê pola Sê / 10
Naverokê pola Çar / 19
Qesîda Tawsî melek / 19
Tawisgêran / 21
Beytacindî / 22
Beyta subê / 29
Du'aya xudanê Malê / 34
Naverokê pola Pênc / 37
Afrindina kinyatê / 37
Qewlê Şêxu bekir / 42
Xudan li cem Êzidya / 45
Çînêt Êzidyan / 45
Qewlê Imane bi cî nîşan / 46
Qewlê Hesedê al Tewrî / 50
Naverokê pola Şeş / 55
Şêx hesen / 55
Qewlê Melî şêx sin / 50
Şêx Fexir / 59
Qewlê Şêx u Aqûb / 59
Mîr Ce'Ferê dasinî / 69
Şêşims / 69
Qewlê Şêşimsê Tewrêzî / 70
MicêwrêGundî     / 71
Qewlê hezar u êk nav / 71
Qewlê îmane bi çî nîşane / 74
Kiras Gihorîn / 75
Qewlê Seremergê / 76


PÊŞGOTIN

Mamosîayêî hêja
Eve yekem care babetê wanêt ola êzidyan bo qutabîyêt seretayî bête berhev kirin u çapkirin.Her çend di salêt çilan da u heta sala 1963 li qutabxanêt Iraqî wanêt ola êzidyan di hate xundin u hindek micêwr u qewl zana wane di gotin lê ne bi vî rengî bû. Bê kitêb u bê nivîsandin her yekî ji cem xo tiştek di got. Ewêt wane jî di gotin ne di xundewar bûn.

Her çawa bit ew derfete jî hingî ji dest ço, niha li vî parçê Kurdistana azad ta radeyekî me dît derfetek baş hatîye pêşe vê valayê pir bikîn. Û nawerokekî li gor zanîna xo bo qutabîyan darêjîn bo her şeş pola wek piroje.

Bê guman dê layenêt sist têda hebin çî ji layê nawerokî ve yan jî rêkxistina babeta eve sal u nîve me çab nekir belkî destê me u kesêt şareza li vi biwarî nexasme rêberêt ola êzid- yan bigehte hev.
Her çend ew jî çî Mîrê Şêxa u çî Babê Şêx u dîndarêt me aga- darî vî pirojeyne u ev hingave pîroz kirîne. Lê me di xiwast serncêt xo ji mera bêjin, diyare bi asanî destê me na gehte hev lewa ji neyê ji koseyê.

Sebaret xala duwê ankû rêkxistina babeta, çaverênî serincêt mamostayêt wanbêiîn ji mera binvîsin da li çapêt bêt da raçav keyn.

Bo pola yek u dû u sêyî seretayî her mamostay dê kîtêb hebit.

Lê pola çar u pênc u şeş di vêt her qutabîyek kitêbek hebit, u heke qewlek yan beytek ye dirêj bitin hemûyê pê ne dete ji ber kirin belê di vêt hemûkê ji wan ra bixûnin u bi kêmasî wa- taya qewlî yan beytê bizanin evê çendê jî ji çend layave sûd heye.

Lê di vêt her qewlekî- beytekê çend sebeqa jê ji ber ken.Wê çendê jî dê bêjîn : ku me hewl daye êzidyatîyê bi kurtî bi qu- tabîyêt xo bidîn nasîn.

Lê yê bi vêt pîtir zanyarîya li vê biwarê peydaket di karit bizi- virte çendeha kitêba ku di van salada li ser ola êzidyan hatîn çapkirin. Ji bilî têkistêt di govar u rojnamada hatin çapkinin ji layê danerê vê kitêbê u hêjayan D. Xalîl Cindî u Ido Babe Şêx u Bedel Feqîr he cî u çendekêt dî.

Daner
12-8-1994

Naveroke Pola Eke

Waneya êkê

Êzidî miletekî xudê perêse:
1- Xudê êke yî bê şirîke u bê heval.
2- Her ewe, her ewe. ne xuwarine ne xewe,
şehda dînê min bi navê Xudê u Tawsî Melek di bit rewe,
3- Amîn amîn, tebarek el dîn, ellah ehsen el xaleqîn.

Waneya duwê

Heft Milyaket:
Xudê dilovan heft Milyaket ji nûra xo afirandin ku evene:
Izrayîl, Cibrayîl, Mikayîl. Dirdayîl. Şemqayîl, Ezazîl u Israfîl.

Ewin heft Melekêt kibîr
berî xasa çendî bedîl
çon u hizreta wan Melkê Celîl.

Waneya sêyê

Laliş:

Padşaye u her çar yare,
li merkebê di bûn siware.
li laliş sekinîn got: heq eve ware.
Laliş cihê pîrozê me êzidya, Kanya Sipî u Zimzim u Qub u Aqidêt çendeha xas u babçakêt me êzidya nexasmet Şîxadi u Hesinmeman u Şêşims (H.T.D) lê hene.
.....


Xidir pîr Silêman

Êzidyatî: Wane bo qutabîyêt êzidya

SILC

Swedish Liberal Centre
Êzidyatî: Wane bo qutabîyêt êzidya
Ji pola (1-6) qunaxa seretayî
Danana: Xidir pîr Silêman

Çapa êkê
1996 – Dihok

Li Ser Erkê Rêkxırawa SILC ya Siwedî Hatîye Çapkirnê

Higher Education Press

Li ser erkê rêkxirawa
Swedish International Liberal Centre – SILC
hatîya çapkim

Higher Education Press / Arbil



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues