Kurdistana Iroyîn
M. S. Lazarêv
Roja Nû
Di vê pirtûkê da gotarên zanyarên Rus û Kurd cih digrin; bi gotineke din ew, ber- hevokek e. Ilmdarên wek A4. S. Lazarêv, Şekiro X. Mihoyi, M. A. Hasratyan, 0. î. Jigalina û A. H. Bagirov, di gotarên xwe da, bi çaveki ilmi problemên tevgera ne- tewiya Kurd a nûdemi analiz dikin; bir û baweriyên xwe di vê derheqê da tinin holê.
Gotarên ku di vê pirtûkê da cih digrin, berê bi zmanê Rusi hatiye amadekirin û di navweşanên Navenda Lêkolinên Kurdi da hatiye çapkirin. Û paşê ji hatiye ver- gerandin. Em ji vergera wan a zmanê kurdi çapdikin.
Serecem
Pêşgotina weşanxanê / 5
Pêşgotina Navenda Lêkolinên Kurdi / 7
Birrê I
Doza Kurdi (Binyad, pêşveçûn û rewşa nûdemi)
M. S. Lazarêv / 9
Birrê 2
Kurdıstana Başûr li Ser Rêya Çarenûsa Netewî
Ş. X. Mihoyi / 38
Birrê 3
Kurdên Tirkîyê Radibin Şerkarîyê
M. A. Hasratyan / 61
Birrê 4
Kurdıstana Îranî dî Komara Îslamî da
O. I. Jigalina / 90
Birrê 5
Faktorê Kurdî dî Sûrîya Nûdemî da
A. H. Bagirov / 125
Paşgotin / 150
PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ
Weşanxana Roja Nû, paş "Almanaxa Kurdi" berhemeke din ya ku Navenda Lêkolinên Kurdi hazir kiriye, çap dike.
Di pirtûkê da gotarên zanyarên Rus û Kurd cih digrin; bi gotineke din ew, berhevokek e. Ilmdaran di gotarên xwe da, bi çaveki ilmi problemên tevgera netewiya Kurd ya nû- demi analiz dikin; bir û baweriyên xwe di vê derheqê da tinin holê.
Gotarên ku di vê pirtûkê da cih digrin, berê bi zmanê Rusi hatiye amadekirin û h Moskovayê hatiye çapkirin. Û paşê ji hatiye vergerandin. Em ji vergera wan a zmanê kurdi çap dikin.
Pêşgotin
Sal bi sal doza kurdi bêtir bala xelkê ber bi xwe dikşine. Çarenivisa nêziki si milyon Kurd, yên ku li ser qada netewi ya bav û kalên xwe dijin, bi dirêjiya bêtir ji 2500 sali û roleke wan a berçav heye di geşbûna dirok û kûltûra gel û welatên Asya Rojava da, lê ji dewleta xwe ya netewi mehrûm in û mêrane xebat dikin ji bo azadi û serxwebûnê. Helbet kes nikare xwe jê bê hay bike, ne li welatên rojava ne rojhilat, nemaze ew kesên bi canê dêmokratik û azad perwerde bûne, em Russiya û komarên Yekitiya Sovyeta berê ji nav wan cuda nakin. Li nik Russiya pirsa kurdi bi taybeti giring e û berjewendiya wê geleki bilind e di çareserkirina doza kurdi da, angori prensipên mafê çaremvisê, ku li cihanê hemi hatiye pijirandin, ji ber nêzikiya jêografi ya Kurdistanê û bi saya teqalidên çand û diroki. Bi rasti Russiya dihate hesabkirin weke welatê kurdolojiyê çawa ilmeki serbixwe yê rojhilatnasiyê. Û heta demeke ne dûr, nivisandinên heri hêja û buhagiran di vi warê ilmi da li Russiya hatibû weşandin.
Di bin bandoriya hin sedemên berçav di vê dema nû da hin şikestin û bê tevdiri ketin warê kurdolojiyê. Mirov dixwaze hêvi bike, ku ev rewş dem kurt be. Digel wisa ji, çapkirina lêkolinên zanyari yên tirxanbûyi ji muşkilên politiki yên Kurdistanê re, yan bo xusûsiyetên bizava netewi ya kurdi di 20-30 salên vê dawiyê da, gelek giring û gerek in. Ev berhevoka ku em pêşkêşi dadgeha xwendevanan dikin hewldaneke ji wi wari ye.
Ji ber çend sedemên ne vindar me nekaribû vê berhevokê çapbikin di wexta wê da. Lê disa ji naveroka wê, li gor ditina me, hê aktûwal e (nûdemi ye), nemaze hin gotarên wê nûjen bûn li gor demê heta digihê rojeva me.
Navenda Lêkolinên Kurdi
Kora dirokvanên niviser:
Birrê I: Profêssor M. S. Lazarêv
Birrê 2: Endamê Akadêmiya Armêniya, Profêssor Ş. X. Mihoyi
Birrê 3: Prdfêssor M. A. Hasratyan
Birrê 4: Doktora zamyariya diroki O. î. Jigalina.
Birrê 5: Kandidatê zanyari, A. H. Bagirov.
Doza Kurdî
(Binyad, pêşveçûn û rewşa nûdemi)
M. S. Lazarêv
Heta demeke ne dûr pirsa kurdi hêj nebûbû têma hoyê ragihandinên cemaweri. Ew mabû, bi awaki gişti, di nav gêreke teng a pisporên rojhilatnasan de û politologên ku, taybeti bi pirsên Rojhilata Navin mijûl dibûn. Cenga Delava Farisi balkêşiyeke giring û mezin derbareya Kurdistan û pirsa kurdi de peyda kir li holikên rojava û rojhilat û li gêrên birûrayên cihanê. Lê baweriyeke şaş e, ku mirov vê rewşê di nêrineke berjewenditiyê de bibine û şiroveke. Di rastiyê de, bihanên aktûalkirina doza kurdi di vê demê de awayeke himi digirin, xudan regezên diroki û kûr in. Herêma ku gelê Kurd lê diji, herdem warê dijwariya politiki bû, ewa ku di vê dema me de sirûştane gihaşte nuqta xeterê.
Eger mirov bixwaze sedema heri sereke ya vê dijwariyê diyarbike, bê guman dê bêje: ji hev perçebûna siyasi ya gelê Kurd û encama wê, nebûna dewleta Kurd a serbixwe ye. Milletê, ku diroka wi ya etni digihê 2500 sali û ew bi xwe, xudanê wê zeminê ye, ku ji kevnare de lê dimine, herdem mafê wi tunebû serbest biji û rêça geşebûnê bo xwe dayne. Herdem wêraniyên giran bi ser de daweşine di encamê cengan ...
M. S. Lazarêv
Kurdistana Iroyîn
Roja Nû
Weşanên Roja Nû
Kurdıstana Iroyın
(problemên tevgera netewi)
M. S. Lazarêv,
Ş. X. Mihoyi,
M. A. Hasratyan,
O. I. Jigalina
A. H. Bagirov
Navenda Lêkolinên Kurdi
Kurdistana îroyin
(Probfemên Tevgera Netewi)
Weşanên Roja Nû : 45
Çapa yekem: Tirmeh 1998
Adres: Gustayslundsv. I68A, I tr
167 51 Stockholm / Sweden
Tel: 46 (08) 26 23 75
Fax: 46 (08) 25 38 57
ISBN 9I 7672 044 6
Yê ku ji bo çapê amadekir: Unal Yardimci
Tirmeh 1998
Weşanxana Roja Nû