Komara Demokratik a Kurdistan - Mahabad
Kerim Hûsami
Jîna Nû
Kurdistana Îran, ku beşek ji welatê perçekirî yê Kurd e; sînorên wê, ji bintara çiyayê Agirîn û Ermenistana Sovyetê dest pê dike û heta xwarê; zincira çiyayên Zagros dirêj dibe tê.
Di aliyê rojava de, di dest pêka rojava de bi Kurdistana jor a Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana xwarê ya Kurdistana Irakê ve hevsinor e. Di aliyê rojhilat de Azerbeycan, Gola Urmiyê û hin xwartirê wê di aliyê rojhilat de sinorê wê xwe digihine Hemedan, Bextiyar...
DAXÛYANÎ
Di 22 yê Kanûna Paşî ya isal de 40 sal di ser damezirandina Komara Kurdistan a Mahabadê re derbes dibe. 40 sal berê, di 22 yê Kanûna Paşî ya sala 1946 a de, di beşekî Kurdistana Iranê de Kurdan Komara xwe îlan kinn. Lê imrê wê gelek najot. Her di wê salê de Îran êriş bir ser Kurdistan, Komara Mahabad darê zorê, bi xwinê roxand. Tevi serekê Komarê Qazî Mûhemmed gelek serokên wê tevgerê hatin dardekirin. Ew tevgera Kurdan jî di dilê têkoşîna rizgarîxwazi ya gelê Kurd de bi cî bû, di nav rûpelên dîrokê de bi herfên zerîn nexş bû.
Avabûna Komara Mahabad, têkoşina Kurdistana Îranê ya berî vê bûyera giring û roxandina wê, tesira xwe û bi tecrûbên xwe ve cihekî giring di dîroka Kurdistanê de digre. Lê gelek mixabin ku, me Kurdan wek hemû warên dîroka xwe di vî warî de jî gelek kêm tişt gotine û nivîsandine. Heta rûha bi awaki zamsti û firehi tû Iekolin, ji bal me ve li ser vê bûyera giring nehatme çêkirin. Me kil û kemasiyên wê, tesira wê ya li ser tevgera rizgarixwaziya gelê Kurd a bi gelemperi nexistiye h ber çavan ku tevgera me ya iroyin tecrûbe jê bistine û pê riya xwe ronitir bike.
40 salî ya vê bûyerê firsetek mezin e ji me Kurdan re da em li ser vî rûpelê dîroka xwe bisekinin, dibir bînin, hûr li ser rawestin û dersa jê derxistî ragihînin ber destê tevgera xwe ya îroyîn.
Bi vê bawerî û hêviyê, me vê pirtûka destê we çapkir da pareke biçûk a me ji di biranina 40 Salîya Komara Demokratîk a Kurdistan (Mahabad) de hebe. Pirtûk, ji bal ronakbîr û şoreşgerê hêja Mamoste Kerîm Hûsamî ve, bi navê "Komarî Demokratî Kurdistan an Xwûdmûxtarî" bi zaravê Soranî hatiye nivîsandin û îlona 1985 an de hatiye çapkirin. Bi taybetî ji bo ku Kurdên Kurdistana Tirkiye û hemû Kurdên ku bi Kurmancî diaxivin, feyde jê bigrin me wergerand zaravê Kurmancî û em bi tipên latînî wê çap dikin. Pirtûk her çiqas bi hecmê xwe ne mezin be jî, bûyerên dewra avabûn û têkçûna Komara Kurdistan jî gelek aliyan de derdixe ronahiyê.
Di pirtikê de hinek helbestên Soranî hebûn ku me dest nedan wan û bi zaravayê Soranî di vê çapê de jî bi cî bûn. Lê ji bo xwendevan tê bighên, me Kurmanciya wan bi awakî nesir li jêrenotan da xûyakirin.
Bi hêviya ku feyde bighîne xwendevanan.
Çapxwana Jîna Nû
Pêşgotin
Di qonaxa dîroka cîhanê û xebata gelan de, hinek bûyer û kar bi destpêka dîrokê tên hesab kirin. Di cîhanê de Şoreşa Fransa û Şoreşa Oktobr a mezin ji van kar û bûyeran in.
Damezirandina Komara Demokratîk a Kurdistan a sala 1946 an h Mahabad di xebata gelê Kurd a dûrûdirej de, bi destpêka dîroka Kurd a nû tê hesibandin. Ji ber ku yekem car e di dîroka çend sedsalen dawî de netewa Kurd, di beşekî netewa perçekirî de desthilata siyasî digre deste xwe, sistema hûkumetek bi awayî komarî, demokratîk dadimezrîne, al, arm û nîşana hûkumeta Kurd dide diyar kirin. Hêzên beigiri (nizamî) û rêxistina siyasî û civakî pêk tîne û partiyek siyasî pêşengiya vê tevgerê dike.
Ev sala nû ya bê (1364) 22 yê kanûna paşî ya 1986 a ku dê 40 sal di ser damezirandina Komara Demokratik a Kurdistan re derbaz dibe...
40 sal... Belê 40 sal di qonaxa dîrokê de gelek nîne, le belê, di rewşa siyasî, civakî, kultûrî û aborî ya gelê Kurd de her rojek vî 40 salî di beranberê salekî de ye.
Di vi 40 Salî de bi kêmasi 100 dewletên nû hatine ser nexşa (harita) cografya cîhanê. Zedetirîn ji 100 netewên picûk û mezin ku di bin destê koleti û mêtingehkariyê de bûn û di warê havçerxi, ji xêr û xweşiya cîhanê paş de mabûn, qeyd û zincîrên koletî û metingehkariyê qetandin û serxwebûnî ya xwe ya siyasî wergirtin. Zêdetirîn 100 dew- letên piçûk û mezin ala xwe ya serxwebûnê hêl kirine û di nava Koma Netewan de ciyê xwe girtine. Di sala 1945 an de, yanî salek berê damezirandina Komara Kurdistan, tenê 54 dewlet endamê Koma Netewan bûn. Lêbelê, di sala 1983 an de, endamê Koma Netewan gihîşte 158 dewletan. Di vê navê re, li Avrûpa, Asya, Afrjka û Amerika Latinî, nêzikî 20 dewletên sosyalîst avabûn, ku sermayedar û kedxwûran ji welatên xwe derêxistine. Hêza gelek xûrt a cîhana sosyalîst pêk hatiye. Li Kurdistanê ji pişti 40 sa- lan ji nû ve bidaxwaza" xwûdmûxtarî" qirkirina nijada Kurd tê kirin. Di destpêkê de Kurd bi zor hatiye misilman kirin û ku yên bi serî de hatiye, bi eşkera li ber çeva ye, em dibinin. Ji nû ve, carek din ew dixwazin bi zora tank, top û firokan "Hukumeta îslami" di Kurdistan de qaimtir bikin. Ger em di rastiyê de bê demargirtina netewi (teessûba millî) li rewşa têgihiştinî û berewpêşveçûna cîhanê binêrin; em dikarin bi awaki eşkera bêjin, ku di navbera vî 40 salî de ji bilî gelê Vietnamê yê qehreman, qet yek ji wan ne tewên ku serxwebûna xwe sitendine û dewletên xwe yên netewî damezirandine, di qonaxa bi dest xistina mafên xwe yên netewî û rizgariya niştimanî de qasî Kurdan xebat nekirine, qûrban nedane û ew qas ji wan nehatine kuştin.
Di vir de ev pirsa han tê pêş: Di van serdeman de, sîstema mêtingehkarî bişkivî û hilweşiya, Koma Netewan ji bo hemû netewan mafê çarenivîsa wan bi resmî nas kir, ji bo çi netewa Kurd a 25 milyonî her wiha bindest, perçekirî, kedxwûrî û heqxwarî maye?
Mimkune bê gotin, ku Kurdistan mêtingeh nîne. Ger ku mêtingeh bûya, heta niha ewê jî wek welatên din wê serxwebûna xwe sitendibûna û bi azadî bijiya, di rewşa peşveçûn, aşitî û havçerxiya cîhan de rola xwe bilîste. Ji ber ku, mêtingeh nîne, hewceye bindest, mafxwarî û perçekirî bimîne! Gelê Kurd ji di bin desthilatên dewletên diktator û şowenîst de bimîne û li ser doza xwe ya bi heq bê kuştin û bê derbeder kirin. Eva han ji di Koma Netewan û mafê navnetewî de, di bas û gotinên dewletên mezin ên li ser danîna mafê çarenivîsa gelan demokrasî û dadperwerî de hatiye gotin û tê gotin, her gotinek rût û bê netice û vala ye.
Lê ger ku wisa be, sed xweziya Kurdan ewe ku mêtingehkari bixwazin. Lêbelê, da em bizanin mêtingehkari çiye û mana siyaseta mêtingehkariyê çiye û çawa ye?
Wextê em li ser mêtingehkari û dewletên mêtingehkar biaxivin, heq nine ku tenê em li ser mana keliman û awayên klasiki bigrin ber çavan û bi vi awayi gotman pê ve bişidinin, ku gûya mêtingehkari tenê ewe, ku ji aliyên din ên behran hatibin û işgal kiribin, an ji li ser qewl dana xwe wan welatên bin destê xwe ava kiribin. Mane û têgihiştma mêtingeh- kar û mêtingehkari ne bi vi awayi di gotinan de ye. Cewher û mana têgihiştina mêtingeh-mêtingehkari ji derveyi peywendiyên navbera dewletên mêtmgehkar û gelên welatên mêtingeh û işgal kirina wan tişteki din nine. Ev peywendiya han beri her tişti di warê eskeri, siyasi, abori, kulturî û civaki de derdikeve pêş. Dewletên mêtingehkar wextê we- lateki işgal kirine û kirine mêtingeh û xistine bin destê xwe, di warê eskeri de hemû mûxalefet û dijitiyên tevgerên gelên wan welatan bêdeng kirine û bi zora serê singûya, li ser kuştin û kuştara gelê wan welatan desthilata xwe ya çepel di wan welatan de avakirine.
Di warê siyasi de çarenivisa kar û bare gelên wan welatan girtine destê xwe û di riya danina polis, dadgeh û karbidestên xwe de, kar û barên wan welatan li gora qezenc û menfeeta xwe bi rêve birine.
Di warê abori de, serwet û hebûnên ser erd û bin eid ên wan welatan talan kirine, welatan metingeh di rewşek paşdemayi de girtine, ked û hêzên karê gelên wan welatan ji bo pêş de birina senet û kar û barên xwe bi kar anine. Welatên mêtingeh kirine bazara kel û pelên xwe yên kevn û bikêrnehati.
Di warê kulturî de dewletên mêtingehkar, pêşi liber xûrt bûn û belav bûna kultûra gelê wan welatan girtine, kultûra mêtingehkari wisa li wan kiriye, ku jêrdesti, koleti û razibûna bi çarenivisa xwe di nav gel de rewaç ditiye.
Ji ber ku welatê mêtingeh ji serxwebûna siyasi, eskeri, abori û kulturî bê pare, di hemû beşên jiyanê de di bin destê dewleta dagirker û xwediyê desthilata wê de ye. Dewletên mêtingehkar welatên mêtingeh wek ciyên xwe yên eskeri, merkeza kel û pelên xam, kaniya karê erzan, bazara kel û pelên kevn yê bikêrnehati di bin destê xwe de digrin û ji bo berjewendê welatê metropol bi kar tinin.
Ferq di navbera peywendiya dewletên mêtingehkar li gel gelên welatên mêtingeh û peywendiya Imparatoriya Osmani û Iran li gel gelê Kurd wisa nayê ditin. Ewan ji bi esker û ordiyan ve Kurdistanê işgal û perçe kirine û gelê Kurd kirine bindest û kolê xwe. Ew kirinên eskerên Şah Abbas û ordiya Sûltanên misilmanan ên Osmani û Hûkumeta Atatûrk û Riza Şah ku dikirin, niha ji şowenistên Iran, Irak û Tirkiye li Kurdistanê dikin. Ev kirinên han ji yên dagirkerên Fransa, Ingiliz, Amerika û ji yên mêtingehkarên din li Asya, Afrika û Amerika Latini kêmtir nebûne. Wextekê Rûsya Qeyseri zindana gelên derveyi Rûs dihat hesab kirin, gelo çi ferqa wê ji Tirkiyê û îranê hebû? Ki dibeje ku Iran û Tirkiye zindana gelen xeyri Tirk û Faris ninin?
Ger em di nêzik de li rewşa siyasi, abori, eskeri û kulturî ya Kurdistan û ya gelê Kurd binêrin û peywendiya dewletên diktator û şowenîst li gelgelê Kurd bidin ber hev, ferqitiyek di navbera dewletên mêtingehkarên klasîk û van dewletên ku Kurdistan di nav xwe de perçe kirine nabînin. Peywendî, her ew peywendi ne ku rêberên tevgera komunîst û karkerên cîhanê behs kirine; eşkera kirina mafe çarenivîse ji bo wan netewan danîne, ku bindest, bê maf û hatine işgal kirin û bûne mêtingeh.
Wextê Karl Marks siyaseta mêtingehkarî û dagirkerî ya dewleta Ingiliz, Fransiz û Îspanya, Îrlanda, Amerika Nivro (cenûb), Amerîka Merkezî, Hindîstan, Çîn, Îran, Macaristan û Lehistan hukum dikirin, şerên rizgarixwazî yên wan gelan, xebat û daxwaza wan rewa didît. Ji derveyî ev gelên han azad bibin, dewletên xwe yên netewî û serbixwe li gora daxwaza xwe dabimezrînin pêştir tu maneyek vê nîne. Têgihîştina teoriya Marks di warê mêtingehkarî û xebata gelên mêtingeh her ev e û di vir de pêwistiya tefar û zire teoriyan nine.
Lenîn di têza xwe ya di ser mesela neteweyî de dibêje : "Sosyal Demokratên Rûs di temami propagandên xwe de, divê li ser vê bimeşin; ku mafê hemû netewan heye dewletên xwe yên serbixwe pêk bînin û an jî bi azadî wê dewletê helbijêrin ku dixwazin pê re bijîn." (1)
Di mesela diyarkirina mafê çarenivisê de niha hinek teorisyenên sosyal demokratên Kurd, ji bo gel xelet têbigihînin û ji bo ber dilê dagirkerê Kurdistan bigrin bi xelet tefsîr tînnin û "xwûd mûxtarî" bi awakî diyar kirina mafê çarenivîsê dixin pêş çav, ku ji derveyî danina dewleta serbixwe pê ve qet manayek wê ya din tune. Xwûd mûxtarî, ku mînakiyek biçûk a demokrasiya bûrjûwazî ye, nabe mafê diyarkirina çarenivîsê û ciyê wê nagre.
Lenîn dibêje : "Ger em bixwazin, di mafê netewan, wek diyarkirina me ya çarenivîsê tê bigehin, wê wextê em xwe bi tarifa qezayî nexapînin û tarifên hişk çênekin, ji ber ku hewceye em li şert û şirûtên dîrokî, aborî ya tevgera netewan binêrin, wê wextê naçarî em digihîjne vê netîcê, ku daxwaza ji bo mafên netewan, diyarkirina enînivisa xwe bi destê xwe ye, yanî; mafê wan heye, ku ji netewên dervayê xwe cuda bin û dewletên xwe yên serbixwe û netewi ava bikin."(2)
Mijara (behsa) me dizîvire tê ser lêgdana rewşa siyasî, aborî, kulturî û civakî ya Kurdistana Îranê di dewra Hukumeta reş a Riza Şah de û ji wir heta serihildana gelê Kurd, damezirandina Komara Demokratîk a Kurdistan û tekçûna wê diçe. Zêdetirîn lêkolîna vê mijara pêşgotinê dikeve ser milên dîroknivîs û hukukzanê Kurdan. Ji ber ku di cîhana iroyin de, qet tu neteweyek nîne ku hejmara xelkê wî bigiheje 25 milyon û ji hemû mafên xwe yên netewî bê par be û bi vi awayi bê perçiqandin, bê kuştin û bê qir kirin.
Pêwiste ku em eva han ji bêjin; li ber destnebûn û pê re negihiştina sened û belgeyên temam ji bo amade kirin û lêkolina xwe, mimkune kil û kêmasi gelek hebin. Di pêşgotina xwe de, ez doza bi bexşina xwe dikim, ji bo vê behsê, derveyî serokaniyên ku navên wan derbaz dibin, beşê pirani min ji beşdarbûn û biraninên xwe istifade kiriye.
Kurdistana Îran
Kurdistana Îran, ku beşek ji welatê perçekirî yê Kurd e; sînorên wê, ji bintara çiyayê Agirîn û Ermenistana Sovyetê dest pê dike û heta xwarê; zincira çiyayên Zagros dirêj dibe tê.
Di aliyê rojava de, di dest pêka rojava de bi Kurdistana jor a Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana xwarê ya Kurdistana Irakê ve hevsinor e. Di aliyê rojhilat de Azerbeycan, Gola Urmiyê û hin xwartirê wê di aliyê rojhilat de sinorê wê xwe digihine Hemedan, Bextiyar û Xozistan. Pani û bera axa Kuidistana îranê 125 hezar kilometre çaigoşe ye.
Kurdistana Iranê ji derveyî çem, daristan, havinwar, zozan û ciyê çêregehan, bi pit û bereket û kaniya dyên madenên bin erd e; ji bilî petrola Kirmanşanê yên din dest pê nehatiye dan û her wisa maye. Li navça Şino û gundê Seiderê, ...