La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana Cegerxwîn


Auteur : CegerxwînMultimedia
Éditeur : Tereqî Date & Lieu : 1945, Şam
Préface : Celadet Alî Bedir-XanPages : 168
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Pre. Ceg. Dîw N° 803Thème : Poésie

Dîwana Cegerxwîn

Dîwana Cegerxwîn

Cegerxwîn

Tereqî

Agir û pirûskên dil û dîwana Cegerxwîn

Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e;
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e.

Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal;
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e.

Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş;
Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e.

Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes;
Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e.

Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes;
Şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e.

Rêça wergirtina taca Keyan didî ber te, lê
Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e.

Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş;
Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e.
.....


Naverok

Di Warê Welat û Miletparêziyê de
Agir û pîrûsk / 3
Dezgirtiya xortan / 4
Ji bin destan tu dcrkev / 6
Ji ber derdê ewan / 6
Ma yek ji we nabî beran / 7
Xewa birçiyan nayê / 8
Li dinvê bêserî / 9
Destê şêx maçî mekin / 9
Bilbil digot / 10
Cegerxwîn bes / 11
Divê em bibin yek / 11
Bi seydayê Xanî re / 12
Wezîfey xom / 13
Xwediyê miriyan kor e / 14
Êl yeman beg yeman / 14
Le xewî xeflet helse. / 15
Bêriya welêt / 16
Pendname / 18
Dilê Cegerxwîn / 20
Riya rast û dirist / 21
Hêj dey nakin / 22
Ji yewnana bipirsin / 22
Silav li sifra hazir e / 23
Em cegerxwînên her çaxê ne / 24
Ev awa doni nakê / 24
Ji kulan bûme Cegerxwîn / 25
Tarîxa şêx Seîdê rehnietî / 26
Qelsemêr tim dibên ax / 27
Xêza qelema Cegerxwin / 28
Ra welat û al û ol / 29
Rêberê me seydavê Xani / 30
Xanî kurd ne kir hişyar / 31
Doz li nik şûr û pera / 32
De bigirî li ser tac û sera / 33
Ya ye rê / 34
Heke mezin ranabin / 35
Em û gur / 37
Ji xameya inin re / 38
Kurdistan im ka / 39
Derdê min kûr e / 40
Eala qereçiyê / 41
Ma tê li ser kê bigrî / 43
Derwêş / 43
Qulingê perşikestî / 44
Pîra torê / 45
Dînê me tête zanîn / 46
Serxwerabûna mirîşkan / 47
Şehnana şehîdan / 50
Nezan bê ço nabê hişyar / 56
Konê reş / 57
Xanivê cotyara / 58
Xurtiya yekîtiyê / 59
Welat hêj keç e / 60
Cihan û Cegerxwîn / 61

Marş û Xweşxwan
Em guhderz in / 65
Rêçika xortan / 67
Tûtin / 67
Zilamî bêgane debinim / 68
Ola me xortan / 69
Em ne kole ne / 69
Hex felek / 70
Roja xwendevanan / 71
Kurdo marş / 72
Tev egîd û peblewan73
Çaxa me nû dest pê diki / 73
Nûroja Keyo / 74
Sermiyan / 74
Koma miletan / 75
Navtêdan / 76
Herne wa / 77
Serxwebûn / 78
Deşt û lat / 78
Keyo / 79
Şêrîn / 79
Ez ezin ne ma / 80
Dibistan / 81
Ji piçûkan re / 81
Ala min / 82

Name û Reşbelek
Ji Hawarê re / 85
Ji xwediyê Hawarê re / 86
Ji kiiiyarên Hawarê re / 87
Ji Ehmed Namî re / 88
Ji Hevalekî min re / 90
Şîna şêx Kemal / 91
Ji Elî Ewnî re / 92
Ji Qedrî Can re / 93
Ji Osman Sebrî re / 94
Ji Hişyar re / 95
Ji Wanî re / 95
Bersiva şêxekî / 96
Bersiva Evdilxaliq Esirî / 97
Pêncika min û Zibêrê kurd / 98
Ji Hisênê Emîn re / 99
Ji Şewket Zilfî beg re / 99
Ji mezinên kurdan re / 100

Şihrên Felsefî
Jîn / 101
An dirav an derw / 102
Ax pere / 104
Ez im pîrê mixan / 105
Kerê reş / 106
Erê xwîşkê / 106
Herfên nû / 107
Ji Keyo re / 109
Dinya teqreq e / 109
Ehremen u Hurmiz / 110
Dinya ne hêja ye / 112
Mirî dimrî şêrin dibî / 113

Şihrên Evîndariyê
Bi dil herkes gunehkar e / 114
Xanimekî ciwan / 115
Ji destê yar / 115
Gewrê / 116
Çavbelckê / 116
Keç / 117
Perizade / 117
Ez û bilbil / 118
Dilberên cengê / 119
Daye derê evînê ye / 120
Gulfiroş / 121
Çi ye dermanê dilê min / 121
Wek Siyamed / 122
Çavreşa min Êriş / 123
Reş mepoşe / 124
Şeva qedrê / 124
Were yarê / 125
Yar bi xêr hat / 126
Sorgul / 126
Zeriya min / 127
Ez dibrîn im / 128
Temaşa dilber / 129
Şehinşahê keçan / 129
Rojê ji bircê daye rê / 130
Şox û şengê / 130
Dûrî dijwar e / 131
Xwesriwa rindan / 132
Leylê / 132
Zilfê meqesî / 133
Ava hcyatê / 133
Hêva li çardeh / 134
Serwesehê / 134
Mahîtab / 135
Çilo ye keç / 135
Şepalê / 136
Perî / 136
Mey û ney / 137
Li seyranê / 138
Nexweşê evîn im / 138
Xezala Kepez / 139
Şeva hîcran / 140
Çarşefê bavcj / 140
Ey dîlber / 141
Gazind ji kê / 142
Li ser masê / 143
Silava ji yar / 144
Belîx / 144
Cana / 145
Li serayê / 146
Şekerlêvê / 147
Daxên sîngê / 149
Diyariya yarê / 150
Pîrî û ciwanî / 151
Gulê bê xar / 152
Keçê dilber / 153
Li bexçe / 154
Dîlbera nazik / 155
Hahî felekê / 156
Surşirînê / 157
Sertaca keyan / 158
Lavlav çi ne / 159
De zû têderanî / 160
Dengbêj / 162
Ji serleşkerekî re / 162
Bi kurtî jîna min / 154


CEGERXWÎN

Navê wî Şêxmûs e. Navê bavê wi Hesen û yê diya wi Eyşan bû. Hesen kurê Mihemed, Mibemed kurê Mebmûd, Mehmûd jî kurê Elî ye.

Li gora ko seyda ji min re goiiye ev Elî digel birayê xwe, ji nav gurdilan, ji gundê Pêkendê haliye Hesar'ê, nav dehşûriyan. Hesar bi Kercose ve ye û dikeve rojavayê Heskîfê.

Hesen keçek û du kur bebûn. Keça wî Asiya nûxwiriya wî bû. Di pey keçikê re Xwedê kurek da bû-yê, bi navê Xelîl. Di pey re û di sala 1903an de Şêxmûs di gundê Hesarê de ji diya xwe bûye.

Wextê bavê wî çû rehmetê Sêxmûs hêj kiçik bû, li cem birayê xwe Xelîl dima. Lê ji ber ko li ber destê jinbirê debar ne dikir ber bi xweha xwe ve direviya.

Hesen beriya seferberiya sala 1914an ji Hesarê bar kiri bû û hali bû Amûdê. Wextê ko çû rebmetê zarowên wî ji nû ve vegeriya bûn Hesarê. Piştî mideki dîsa hatin Amudê û li wê derê bi cih bûn.

Êdî Şêxmûs li cem xweha xwe dima. Xweha wî ew dişand ber pez û carina jî jê re paleyî û rencberî jî dida kirin.

Lê Şêxmûsê ko di kurahiya dilê wî de agirekî miqedes vêdiket qîma xwe bi vê jînê ne dianî; ji nik xweha xwe jî direvî û gund gund li medresan li xwendegahan digeriya.

Gelek ne ketin navê ew Şêxmûsê sêwî û şivan bûfeqeh Şêxmûs û çavên xwe li dinya zanistiyê vekir.
Herwekî di Kurdistanê de adet e: Şêxmûs ber li ber medreseyên xwe diguhartin. Piştî ko di medreseyên deştê de xwend, çû welatê soran û jê gihaştiye bela deşta Lehîcanê, di nav Kurdistana ecem de.

Wextê Cegerxwîn ji welatê. soran vegeriya deştê rast bi rast çû gundê Telşeirê û lê de bi cih bû û di xwendine de pê da erdê. Xwendina xwe li nik seyda lbêdilah qedandi be jî, ji ber ko mela Ibêdilah di vê navê de çû bû rehmetê, icaza xwe ji birayê wî, mela Fetilah, standiye.

Şêxmûsê sêwiyê ko bi rêve bû bû feqeh êdî gihaştibu paya seydatiyê. Wî seydayê ko piştre di nav kurdan de bi navê Cegerxwin deng bidaya.

Piştî temamkirina xivendina xwe, Şêxmûs melatiya gundan dikir. Dibû pêşnimêjê gundiyan, mehra wan dibirî, zeka ji wan dixiste rêzika şêrietê û bi vî awayî dijî.

Vê jiyinê ji gelek dom nekir. Cçgerxivin dev ji melatiyê berda û dest bi cotkariyê kir. Digel kurmancan du gund ava kirin. Navê gnndê ko bi xwe tê de rûdinişt kiri bû cehenemê. Seyda ji bo Cehenemê digot, ma ji xwe ne welê ye; miletê ko ne bi ser xwe ye qet sekana wî ne ceheneme ye.

Cegerxwîn wextê ko dev ji melatiya gundan berda bergehê xwe jî guharî. Cib û şaş avetin, riha xwe a direj û çarkenar ediland û dawiyê kete qelefata xortên vi zemanî, heriwekî suretê wî şanî dide.

Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çedikirin, di nav miletê wî de ji bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn.

Welatê jori di şerê biserxwebûnê de şikestî bûn. Qehremanên wî şerî, yên ko ji kuştinê xelas bû bûn, xwe da bûn çiyan û bera neyarên xwe didan. Hinên din xwe gihandi bûn derveyi welêt, civatin datanin û ji welatê xwe re dixebilin.

Di Kurdislana Îranê de zarowên kurdan di dibistanan de, bi herfên erebi be ji, bi kurdî dixwendin. Li Bexda, Silêmanî û li Rewandizê kovar û rojnameyine kurdî bi der dihatin.

Kurdên Rewanê, xêra teşkilata welalên Sovyêtistanê, bû bûn xwediyê elfabêke latini. Bi vê elfabeyê rojnameyên xwe derdixistin û dersa zaroken xwe di dibistanen xweser de bi vê elfabeyê û bi zimanê wan ê mader digotin.

Di Sûriyê de ji elfabeke lalînî hatibû belav kirin. Herçend ew elfabê di dibistanan de ne hatibe jî xwendin, pê kitêbine dibisianî derdiketin, kovar û rojname belav dibûn, xort û kalin jî elfabeya nû ji hev hin dibûn û her tiştên xwe pê dinivisandin.

Seyda jî şûrê xwe ji kalên kişandi bû, bera pût û latên îtiqadên batil û xurafeyan dida; şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ko dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko seydayê Xani berî sê sed salî pêş me kirine.

Seyda rast bi rast bela xwe da bû mîr û beg û axa û şêxan. Ji lewre ji xwe re dijminine xurt û dijivar peyda dikirin. Carina cih lê teng dibû. Lê seyda, bê perwa, şûrê xwe di ser serê wan re vediweşand û eşkere digote wan, ez dikim bi vi şûrî serê we jêkim.

Lê divêt bête gotin ko ji zelamên ko di sefa neyarên wî de dihatine ditin, peyayine hêja û welatparêz meyildariya wî dikirin û ji tayê wî dibûn. Nemaze rehmeti Haco axa rast bi rast destê xwe datanî pişta wî, di riya cidal û cihadê de ew dihêvot û jê re digot, "teqsîr meke her eyb û kêmasiya me bibêje, lê têkilî din û diyanetê mebe."

Tiştên ko me li jor gotî, birekî jînenîgariya (tercimey-hal) Cegerxwîn e. Herwekî, ji ber bêgaviyê di vê diwanê de me her tişt kurt û ketebir kiriye, me jineningariya Seyda jî bi kurtî got (1)

C. A. B. (Nb: Celadet Alî Bedirxan)

[1] Me dil hebû em tehlîlekê li ser şihrên Cegerxwîn binivîsînin û wesfên şairtiya wî bêxin ber Ronahivê. Lê ji ber tengiya wext me dev jê jî berda. Heke Xwede ji me re hez kir emê, wê' tehlîlê di kovarekê de dê balav hikin.

Cegerxwîn û Dîwana Wî

Ji mêj ve, dîwana Cizerî û Mem û Zina seydayê Xanî, ji meydanê kêm bû bûn. Heweskarên şeir û edebiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest ne diketin.
Vê car me dî, ji nişkave, dîwana Cegerxwîn, bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa kû Mem û Zîn û dîwana Cizerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de zman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cizerî a ahengdar bibînin.
Cegerxwîn, pirsên biyanî ji pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimaneke sade û selîs nivisine.
Qîmeta şehrên wî a mezin ji ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanekî şêrîn û şe'bî tewş bûn û zerera wan nîşan kiriye.
Ez ji şairê me î şe’bî re pêşveçûn û ji diwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.

Qedrî Can
Şam, 18-2-1945

Di Warê Welat Miletparêziyê de

Agir û pirûskên dil û dîwana Cegerxwîn

Agirî tev agir e, durî herin dijwar e;
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsale kevnar e.

Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal;
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e.

Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş;
Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e.

Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes;
Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e.

Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes;
Şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e.

Rêça wergirtina taca Keyan didî ber te, lê
Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e.

Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş;
Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e.

Dezgirtiya Xortan

Nalînek te guhê min, lê winda û nihan e,
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e.
Barek da ser milê min lê barekî giran e,
Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne.

Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e.
Dikî gazî, dikalî rabin çaxê xebat e.
Kurd û zaz û celalî, tev de çêkin civat e;
Kes xwe medin vî alî; îro roja felat e.

Xortên kurdan şiyar bûn, guh nadin van nemerdan,
Bav û kalê me rabûn hemî mirin ji derdan.
Derdên li wan giran bûn, îro li me çi ser dan.
Ne wek bav û bira bûn, yara xwe j’dest xwe berdan.

Xemlandî me seranser dezgirtiya xorta me;
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me.
Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me.
Bê tang û top û leşker, îro we ez berdame.

Kurdistana delal im; herkes tê min dixwazî;
Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî.
Ev bûn bîst û du sal-im, li ser min cengebazî.
Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî.

Rabe ser xwe binêre, hawîr me tev neyar in.
Li topan guh bidêre, li ser me ber dibarin.
Dijmin li jor û jêr e, ji cengê re li kar in.
Kundên serê şikêra nêçîr ji ber te xwarin.

îro roja xebatê; serxwebûn e doza we;
Dema jîn û felatê, li kû maye soza we.
Hon tev şêrên di latê, rovî kete koza we,
Şikestî ne di matê; dijmin biriye boza we.

Şev û rojan bixwînin, bibin serbest û zana,
Tovê jînê biçînin, ji bo dîl û nezana.
Carek hon dê bibênin van bexçe û rezana
Kurdistanê derênin ji destê van diana
.....


Cegerxwîn

Dîwana Cegerxwîn

Tereqî

Çapxana Tereqiyê
Dîwana Cegerxwîn
Cegerxwîn

Kitêbxana Hawarê
Hejmar
19

Çapxana Tereqiyê
Şam —1945

Cegerxwîn
Xwediyê Dîwanê



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues