Dara Hinarê
Yaşar Kemal
Nûdem
Çukurova çavkaniya çîrok û romanên Yaşar Kemal e. Hem Çukurovayê Yaşar Kemal kiriye nivîskarekî cîhanî, hem jî Yaşar Kemal Çukurova cîhanî kiriye. Dara Hinarê jî ji çavkaniya Çukurovayê dizê. Yaşar Kemal di vê romana biçûk de serpêhatî û qedera çend çiyayiyan bi êş û elem, bi xemgînî û dilşahî, bi reşbînî û hêviyên wan ve, bi zimanekî herikbar û destanî radixe ber çavan.
ÇENDGOTIN
Min ev romana ha di sala 1986an de bi navê Dr. Poloço wergerandibû kurdî. Paşê gava me di destpêka salên 90î de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, me di du hejmarên Nûdemê de; di hejmarên 2 û 4an de beşê pêşî ji romanê weşand. Hingî kêfa xwendevanan jê re hatibû û wan xwestibû ku em hemû romanê li dû hev biweşînin. Lêbelê, her ku çû hejmara nivîskarên kovara Nûdemê zêdetir bûn û loma her ku çû cih jî di Nûdemê de tengtir bû. Ji berdêla weşandina romanê, me maqûltir dît ku em cih bidin nivîskarên nû û em bêtir berhemên nivîskarên zimanê kurdî biweşînin. Ji ber vê sebebê ev romana ha wilo ma. Ji ber ku min ew bi destan wergerandibû û ji ber pirbûna kar, min di xwe re nedidît ku ez wê derbasî komputerê bikim. Lê gava di sala 1996an de min Yaşar Kemal li Stockholmê dît û soza çapkirina pirtûkê dayê, êdî ji min re bû barek û min xwe mecbûr dît ku ez wê derbasî komputerê bikim û mîna pirtûk çap bikim. Mîna tê zanîn min berê bi navê Dr. Poloço hem werdigerand hem jî dinivîsand. Lê min niha dev ji navê Dr. Poloço berdaye û ez bi tenê navê Firat Cewerî bi kar tînim.
Bi hêviya ku wê bi dilê we be...
FiratCewerî
Stockholm, 1998
Jina Memed li deşta bê ser û bin li ser lingan rawestiyabû. Dû re ew daqûl bû û wê bi destan erd veda. Piştî demekê, çend tov dîtin. Wê ew tov di nav destên xwe de birin û anîn. Paşê xistin nav diranên xwe û dawiyê xistin bêrika xwe.
Wê dû re xwe bi xwe got:
- Wey li min be, wey li belengaziya min be. Hemû jî riziyan e. Wey li min be.
Ew dîsan bi destan li nav axê geriya, wê çend tovên din jî dîtin. Ew jî xistin nava diranên xwe. Paşê bi hêrs tif kir, avêt û got:
— Wey, weey keda min.
Di nava erd de tu hêşinayî tune bû. Ji serî heta binî erdekî rût dixuya.
- Em ê bimirin, wê got. Em ê îsal bimirin... Wey, wey li serê min ê bi derd be.
Dû re ew rûnişt û bû qomik. Li wê deşta bê dawî dinihêrî, li wî erdê mirî dinihêrî. Ji êşê serê wê kirî biteqiya. Carê di nav re jî digot:
— Axx, ax keda min.
Ew heta danê êvarî nikarîbû ji cihê ku rûniştibû rabûya ser xwe.
Di cihê xwe de sar mabû. Wê wilo li ber xwe dida, ku te digot qey wextî ruhê wê were standin. Dû re ew rabû ser xwe û kete rê. Roj çûbû ava. Ew hat malê, bêkêf û bi dilkulî li ber kuçik rûnişt.
Memed:
- Keçê, got, çi bûye?
Jina wî bi hêrs got:
- Here. Here Çûkûrovayê, tovên ku me avêtine hemû riziyane. Em ê heta deh rojan çi bixwin? Zad hemû riziyane. Xwê nemaye. Em ji arvên buhurîn xwê nemaye.
Di nava xênî de du kehrikan bi hev re dileyistin. Çar zarokên bi kincên pertalî li hev civiyabûn, bêî ku bipeyivin, ew wilo li ser lingan rawestiyabûn. Tenê yê herî biçûk, bi kirasê xwe yê qetiyayî, bi fişefiş lîka xwe dikişand.
Memed:
- Em ê bizina belek bifiroşin, em ê ji xwe re kîsek genim bikirin û dawiya maye jî em ê ji xwe re pê xwê bikirin.
Jinikê:
- Bifiroşe, got. Bifiroşe da em ji wî pariyê qêtix jî bibin.
Memed:
- Gava ez ji Çûkûrovayê vegerim ez ê du heban bikirim, ez ê çar heban bikirim.
Jinik:
- Bikire, got. Bikire! Bifiroşe da em hişk bibin.
Memed hêrs bû:
- Ez ê bifiroşim! got. Hem jî ez ê bi xweşikahî bifiroşim.
Jinik:
- Bifiroşe, got. Bifiroşe! Bifiroşe da em bimirin.
Dotira rojê Memed bizin firot Dûre Efendiyê ji gunê hember.
Weke ku mirî ji malê derbikeve. Jinik ji bo bizina belek di ...
Yaşar Kemal
Dara Hinarê
Nûdem
Weşanên Nûdemê
Dara Hinarê
Yaşar Kemal
Wergera ji tirkî: Firat Cewerî
Dara Hınarê
Yaşar Kemal
Roman
Weşanên Nûdem 37
Dara Hinarê
Stockholm: 1998
© Kurdiya wê Weşanên Nûdem
Pergala bergê û rûpelan Nûdem
Wêneya bergê: Bişar Îsa
Çapa bergê: Jakobsbergs Tryckeri
ISBN: 91 88392-37 5
Adres:
Nûdem Box 177
177 23 jSrfölla-Sweden
Tel û Fax: 8-580 131 62, 8-583 564 68