La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurd û Ecem: Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2017, Istanbul
Préface : Pages : 550
Traduction : ElîşêrMultimediaISBN : 978-605-9413-12-1
Langue : KurdeFormat : 130 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Emi. Kur. N° 5387Thème : Général

Kurd û Ecem: Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê

Kurd û Ecem: Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê

Salih Mihemed Emîn

Nûbihar

Ji bo ku wî wextî min sebebekî jixwe bi xwe pirsîbû; ji bo çi dema ku bûyereke Kurd li rojavayê îranê dest pê dike, beriya dewlet hêzên zorî û tefandinê bîne li ser, bi Azeriyan re tûşî şerê xwînavî dibin?
Ji ber vê ez li pey dîroka îranê ketim. Min çavkaniyên gelek zêde bi dest xistin û materyalên zêde dan hevûdu. Ji ber ku vê carê ez li pey bersiva pirsa hatî gotin ketim, gelek babetên nû ji bo min derketin pêş; min nedikarî sebebê dijîtiyên Eceman bi Kurdan re peyda bikim, lê li gor têgihiştina xwe neqla dîroka çend sedsalên borî yên peywendiyên van her du neteweyan dikarin bi awayekîji bo lêkdana sebebên wan dijîtiyan yarmetîder bin.


Naverok

Pêşgotina Kurmanciya Wê / 15
Pêşgotin / 19

Beşa yekê / 23
Rewşa Jeopolîtîk û Çarenivîsa Kurdan / 25
1-Ecem li Kurdistanê / 25
1/1- Rewşa Coxrafîk a Kurdistanê / 25
1/2. Êrîşa Tirkan a bi ser Rojhilata Navîn / 28
1/3. Damezirandina Dewleta îranê / 34
2. Sefewî Û Guherîna Rewşa Demografîk
A Rojhilatê Kurdistanê / 38
2/1. Anîna Êla Efşar a Urmiyê / 51
2/2. Berhelistên Hozên Kurd / 54
2/3. Kûrbûna Dijîtiya Navbera Kurd û Eceman / 56
2/4. Şikandina Eşîreta Bilbasî / 59
2/5. Şehzadeyên Qacar Zilmê Zêdetir Tînin Kurdistanê / 66
Çavkaniyên Beşa 1ê / 75
Beşa duduyan / 79
Nêrîna Kurd û Eceman a li Hevûdu / 81
1- Dil li Dil Dinêre / 81
2. Çaxê Sefewî / 84
2/1. Şah Îsmaîlê Sefewî / 84
- Nimûne 1:
Qizilbaş di Perspektîfa Mîrên Çemîşgezekê de / 84
- Nimûne 2:
Kurd di Perspektîfa Qizilbaşan de / 86
- Nimûne 3:
Sarimê Mukrî, Kevnegawirê Êzidî / 87
- Nimûne4:
Kurdekî Êzidî yê Bikilk / 94
- Nimûne 5:
Mîrên Kurdan û Şerê Çaldiranê / 97
2/2 Şah Mihemed Xwedabende / 99
- Nimûne 6:
Kurd: Madena Şer û Menbe'a Zêr / 99
2/3 Şah Ebbasê Mezin / 104
- Nimûne 7:
Şah Ebbas û Girtina Kela Dimdimê / 104
Beyta Dimdimê / I23
- Nimûne 8:
Letaîful-Hiyel; Qetlîama Mukrî / 129
Behsa Çûna Şah ber bi Meraxeyê,
Rika Wî ji Eşîretên Mukrî û Qetlîama vê Eşîreta Han / 131
2/4 Şah Sultan Huseyn / I35
- Nimûne 9:
Ji Serên Kurdan Minare / 135

3- Çaxê Qacaran / 143
3/1 Ehmed Xanê Muqedem Meraxeyî / 143
- Nimûne 10:
Davika Navberxerakirinê û Bapîr Axayê Mengurî / 143
- Nimûne 11:
Kemenda Tedbîrê: Îsmaîl Axayê Şikakî / 151
3/3 Ebbas Mîrza Naibus-Seltene / 154
- Nimûne 12:
Cemaeta Ekrad; Baisê Fitne û Fesad / 154
3/4 Mihemed Xan Emîr Nizam / 163
- Nimûne 13:
Hevkariya Ecem û Romê: Mîrê Rewandizê / 163
3/5 Ferhad Mîrza Mu’temeduddewle / 174
- Nimûne 14:
Xelat; Hesen Sultanê Hewramî / 174
- Nimûne 15:
Eşîreta Caf; Zindî Bi Çal / 176
3/6 Ebbas Mîrza Mulk Ara / 178
- Nimûne 16:
Teslîmkirina Qasid / 178
3/7 Hesen Elî Xanê Wezîrê Fewaid / 182
- Nimûne 17:
Destê Tedbîrê; Hemze Axayê Mengur / 182
3/8 Nizamus-Seltene / 191
- Nimûne 18:
Hurmeta Kelamullah; Ce'fer Axayê Şikakî / 191
4- Çaxê Pehlewî / 196
4/1 Emîr Ehmedî / 196
- Nimûne 19:
Temînata Riza Şah û Serokeşîretên Kurd / 196
Çavkaniyên Beşa 2an / 197

Beşa Sisiyan / 201
Destpêka Xemilîna Hişê Neteweyî yê Kurd / 203
1. Serhildana 1880an / 203
1/1 Ronîkirina Hinek Bêjeyan / 203
1/2 Îslam û Dewlet / 204
1/3 Kurdistan di Bin Desthilata Rasterast a Rom û Ecem / 206
1/4 Kurd di Yekemîn Parlamentoya Osmanî de / 209
1/5 Der barê Şêx Ubeydullah de / 210
2- Payeya Stratejîk ya Karê Neteweyî yê Şêx Ubeydullah / 211
2/1 Hewlê Bicihkirina Karên Siyasî / 213
2/1/1 Sazdana Xelkê Kurdistanê / 213
-Şêx ji bo Sazdana Xelkê Hewl Dide / 217
2/1/2 Fanatîzm yan Lêborîna Dînî / 217
1- Helwesta li Hemberî Şî'eyan / 217
2- Peywendî bi Ebbas Mîrza Mulk Ara re / 220
3- Helwesta li Hemberî Mesîhiyan / 221
2/1/3 Peywendiyên bi Mezinê Ereban re / 225
2/2 Hewlê Bicihkirina Karê Çekdarî / 227
2/2/1 Hêzên Kurd / 227
2/2/2 Artêşa îranê / 229
2/2/3 Danîna Esasê Serhildanê / 230
1. Hilbijartina Meydana Serhildanê / 230
2- Hereketa Hêzan û Şaxên Wê / 231
2/2/4 Vekêşîn û Şikestin / 236
2/2/5 Guftûgo bi Tirkan re / 237
2/3 Hewlê Bicihkirina Karên Dîplomasiyê / 238
2/3/1 Rojhilata Navîn; Meydana Hespê Rûs û Îngilîz / 238
2/3/2 Nêrînên Şêx Ubeydullah / 240
1- Armancên ji Hereketê Dîplomasiyê / 242
2- Dîplomasiya Şêr û Roviyê / 243
2/3/3 Stratejiya Navçeyê ya Rûsyayê / 244
1- Kurd û Rûsya / 245
2- Hereketê Dîplomasiyê ber bi Rûsyayê ve / 246
2/3/4 Stratejiya Navçeyê ya Brîtanyayê / 248
1- Kurd û Îngilîz / 248
2- Livîna Dîplomasiyê ber bi Brîtanyayê ve / 249
2/3/5 Neguncîna Kurdistana Serbixwe bi Stratejiya
Rojhilata Navîn ya Brîtanyayê û Rûsyayê re / 252
3- Alîkariya Çaraliyan ya ji Bo Tefandina Serhildanê / 254
3/1 Rê û Cihê Şah ya li Hemberî Rabûnê / 254
3/2 Helwesta Rûsyayê / 256
3/3 Helwesta Brîtanyayê / 257
3/4 Helwesta Bab-i Alî / 258
3/5 Tefandin / 260
3/6 Netîceyên Şikestina Tevgera 1880an / 262
Çavkaniyên Beşa 3an / 265

Beşa Çaran / 269
Şer û Aştî: Her Du Derdên Giran / 271
1- Vêketina Agirê Şerê Cîhanê yê Yekem / 271
1/1 Tirkiye: Di destpêkê de Bêteref bû, di Netîceyê de Beşdareke Temam / 272
1/2 îran: Bêterefiyeke ku Rêz lê Nehat Girtin / 274
2- / Plana Şerê Tirkan û Meydana Wê / 275
2/1 Eniya Qafqasyayê / 276
2/2 Eniya Mezopotamyayê / 277
2/3 Eniya Erebistanê / 279
3- Helwesta Gelên Ne-Tirk / 280
3/1 Ermenî / 281
3/2 Asûrî / 282
3/3 Ereb / 283
3/4 Kurd / 285
4- Plana Parvekirina Rojhilata Navîn / 289
4/1 Peymana Stenbolê / 291
4/2 Peymana Londrayê / 292
4/3 Peymana Sykes-Picot / 292
4/4 Peyman û Hêviyên Gelan / 294
4/4/1 Hêviyên Ereban / 294
4/4/2 Hêviyên Ermeniyan / 295
4/4/3 Hêviyên Kurdan / 295
5- Sala Dawiyê Ya Şer / 296
5/1 Tesîra Derketina Rûsyayê ya ji Şer li ser Çarenivîsa Kurdan / 296
5/2 Hêzên Brîtanyayê li Kurdistanê / 302
5/3 Zerarên Kurdan yên ji ber Şer 5/4 Xelasiya Şer / 303
6- Civîna Serkeftiyan Ya Jibo Parvekirina Destkeftiyên Şer / 309
6/1 Daxwaza Gelan di Konferansa Aştiyê de / 310
6/1/1 Daxwazên Yûnaniyan / 310
6/1/2 Daxwazên îranê / 311
6/1/3 Daxwazên Ereban / 312
6/1/4 Daxwazên Cibûyan / 313
6/1/5 Daxwazên Ermeniyan / 313
6/1/6 Daxwazên Asûriyan / 314
6/1/7 Daxwazên Kurdan / 315
7- Xebatên Kurdan ên ji bo Serxwebûnê / 315
7/1 Xebatên li Silêmaniyê / 316
7/2 Xebatên li Stenbolê / 319
7/2/1 Peywendiyên bi Hevpeymanan re / 320
7/2/2 Kurd û Ermenî: Aşbûna Wan di Çarçoveya Konferansa Aştiyê / 323
7/2/3 Danûstandin bi Bab-i Alî re: Têkçûna Rêzên Kurdan / 326
8- Rêxweşkirina Ji Bo Lihevkirinê / 329
8/1 Civîna San Remoyê / 329
8/2 Peymana Sewrê / 331
9- Mistefa Kemal, Paşayê Kurdistanê / 334
Çavkaniyên Beşa 4an / 341

Beşa Pêncan / 345
Asûriyên Kurdistanê / 347
1-Boriya Dîrokî / 347
1/1 Bingehê Asûriyan / 347
1/2 Peywendiyên Wan bi Kurdan / 351
1/3 Desttêkirina Dewletên Ewropî di nav Karûbarên Hundirî yên Rojhilatê de / 355
1/3/1 Hatina Misyonerên Dînî / 356
1- Misyonerên Fransî / 357
2- Misyonerên Emerîkayî / 358
3- Misyonerên Îngilîz / 359
4- Misyonerên Rûsî / 360
1/3/2 Netîceya Karê Misyoneran / 361
1- / Têkdana Tebayiya Mezhebî / 362
2- / Têkdana Peywendiyên Asûrî-Kurdan / 363
3- / Têkdana Peywendiyên Asûriyan bi Hukûmetên Navçeyê re / 365
2- Armanca Neteweyî ya Gelê Asûrî / 366
3- Tirk Û Mesîhî / 373
3/1 Pirsgirêka Dînî û Neteweyî h Tirkiyê / 373
3/2 Qetlîama Mesîhiyan (1915) / 380
3/3 Asûriyên Hekariyê / 381
4- Rûs û Asûrî / 385
4/1 Rûs û Asûriyên Urmiyê / 385
4/2 Êrîşa Tirkan li ser Azerbaycanê (Çiriya paşî, 1914) / 387
4/3 Derd û Eziyeta Asûriyên Urmiyê / 388
4/4 Hatina Rûsan a Urmiyê (Gulan 1915) / 392
4/5 Toleya Asûriyan ji Xelkê Urmiyê / 395
4/6 Koça Bikomel ya Asûriyan ji Hekariyê bo Urmiyê / 397
5- Tesîra Bûyerên Nav Rûsyayê li Ser Asûrtyan / 399
5/1 Şoreşa Sibatê / 399
5/2 Şert û Mercên Tevliheviyên Urmiyê / 400
5/3 Tijîkirina Valatiya Rûsan bi Çekdarên Asûrî / 404
5/4 Pêkanîna Yekîneyên Asûrî / 406
5/5 Vekêşîna Rûsan ji îranê / 410
6- Şerê Hindurî yê Asûrî-Ecem / 411
6/1 Vêketina Agirê Şer / 411
6/2 Kuştina Mar Şem’un / 417
6/3 Ji bo Toleya Xwîna Mar Şem’un / 421
7- Destpêka Dawiyê; Êrîşa Tirkan û Vekêşîna Asûriyan Jiurmiyê / 423
Çavkaniyên Beşa 5an / 429

Beşa Şeşan / 435
Simko: Serhildana Eşîretî Yan Tevgera Neteweyî / 437
1- Îran di Karûbarên Cîhanê Yên Wî Wextî de / 437
1/1 Hereketa Meşrûtiyeta 1324an (1906 z.) / 437
1/2 Peymana 1907an a Anglo-Rûsyayê / 443
1/3 Projeya Parvekirina îranê / 446
1/4 Nêrîna îranê ji bo Çareya Pirsgirêka Kurd / 447
1/5 Peymana 1919an ya Anglo-îranê / 450
2- Derketina Simko / 453
2/1 Paşxaneya Dîrokî ya Eşîreta Şikakî / 453
2/2 Çirisîna Simko / 457
2/3 Kuştina Mar Şem'ûn / 459
2/4 Armanca Simko ya Siyasî / 462
3- Şer û Şoreş / 467
3/1 Şert û Mercên Giştî yên îranê / 467
3/2 Plana Kuştina Simko / 468
3/3 Tayîna Hakimê Nû yê Urmiyê / 470
3/4 Şerê Propagandeyê / 470
3/5 Guftûgoyên Biserneketî / 474
3/6 Dirêjkêşana Şer / 475
3/7 Muameleya Simko bi Dijmin re / 477
4- Simko û Rojnamevanî / 478
4/1 Rojnameya “Kurd” yan “Roja Kurd-Şeva Ecem” / 478
4/2 Simko di Heftenameya “Bangî Kurdistan” de / 480
5- Pêkanîna Artêşa Nû ya Îranê / 484
5/1 Artêşa / 484
5/2 Jariyên Simko / 488
5/3 Leşkerkêşiya Yekem a Artêşê / 488
5/4 Dawîn Leşkerkêşî / 491
1. Plandanîna Êrîşê / 491
2- Girtina Çehrîqê / 494
6- / Peywendiyên bi dewletan re / 495
6/1 Îran / 495
6/2 Tirkiyeya Kemalîst / 498
6/3 Brîtanya / 501
6/4 Rûsya / 503

7- Salên Derbederiyê / 505
7/1 Êrîşa Bişev a Tirkan / 505
7/2 Simko li Kurdistana Xwarê / 506
7/3 Guftûgoyên Îngilîzan û Simko / 506
7/4 Peyamên Simko û Şêx Mehmûd / 508
7/5 Serdana Silêmaniyê / 511
8- Vegera Lı Ser Sînor / 518
8/1 Hewildana bi Sovyetê re / 520
8/2 Hevdîtina Riza Xan û Simko / 521
8/3 Peymana Tirkiye-îranê / 523
8/4 Derbasbûna Kurdistana Iraqê / 526
9- Vegera Îranê û Kuştına Wî (Hezîrana 1930an) / 527
Çavkaniyên Beşa 6an / 533*

Çavkanıyên Gıştî / 537


PÊŞGOTINA KURMANCIYA WÊ

Çend sal bûn projeya amadekirina Kurmanciya vê lêkolîna hêja ya Dîroka Siyasîya Kurdên îranê di rojeva xebata min de bû. Lê niha firset bi dest ket ku ez vê lêkolînê bigihînim ber destê Kurdên me yên Kurmancîaxêv, ku ez bi vê jî gelek kêfxweş im. Ez di wê baweriyê de me ku piştî xwendina vê berhemê dê xwendevanên wê vê nêrîn û qenaetê bi min re parve bikin û heq bidin min.

Nivîskar di pêşgotina ji kitêbê nivîsandiye jî de dibêje ku ev xebata wî lazim bû neh beş bûbûna, lê ji ber qewimîna bûyerek li Başûrê Kurdistanê, sê beşên wê di esnayê vê bûyerê de winda bûn û şeş beş tenê di destan de man. Ka em serpêhatiya vê xebatê ji devê nivîskarê wê bixwe seh bikin: “...Ev behsa han, wekî ez fikirîbûm, diviyabû neh beş bin. Şeş behs ew in ku niha hene. Sisê jê winda bûn. Di navbera beşa duduyan û sisiyan de diviyabû beşên din jî hebûna; beşa sisiyan der barê Loran de bû. Di wir de dîroka Loran jî hatibû nivîsandin, wê behsê sebebê cihêbûna Loran ji neteweyê Kurd dikola. Beşa çaran, neqla dîroka damezirandin, bicihbûn û jinavçûna Mîrektiya Erdelan bû. Dawîn beş, yanî ew beşa diviyabû bikeve piştî behsa Simko, behsa Hukûmeta Mahabadê bû, wê ji bilî çavkaniyên biyanî, pişta xwe bi belge û rewşa balkêş a Kurdan, ji wê jî rojnameya Kurdistanê û weşanên wî wextî yên serdema Mahabadê girê dabû...”.

Belê, mixabin em dibînin ku berhem ji sê behsên hêja mehrûm derdikeve. Bi taybetî behsa der barê Loran de ku dîroka wan û sebebê cibêbûna wan ji neteweyê Kurd jî tê de hebûye. Ez hêvîdar im firset bikeve destê nivîskarê vê berhemê careke din ew beşên ku îro ne di nav kitêbê de ne, temam bike, yan jî hinekên din bi îstifadewergirtina ji çavkayên îranê behseke wiha bikohn û bigihînin ber destê kesên di mereqa dîroka neteweyê xwe yê Kurd de ne. Ji ber ku mehrûmbûna ji nezanîna bûyer û serpêhatiyên dîroka xwe, wekî korbûnî ye.

Milekî din ê giringiya dîroka Loran (mebest hem Lora Mezin û hem jî Lora Biçûk e) ew e ku gelo meseleya mezhebî çiqas alîkariya windabûna wan kiriye? Yan jî gelo faktorên din jî di windabûna wan de rol leyîstine ku îro ew bi piraniyeka zêde xwe Faris dizanin? Ev bêguman xalên gelek giring in û muhtacê lêkolînê ne.

Wekî me da diyarkirin, kitêb ji şeş behsan an bi gotineke din şeş beşan pêk hatiye. Beşa yekê, behsa rewşa jeopolîtîk û Çarenivîsa Kurd e. Ew di bin sernivîsên “Ecem Li Kurdistanê, Rewşa Coxrafîk ya Kurdistanê, Êrîşên Tirkan Li Rojhilata Navîn, Damezirandina Dewleta Sefewî, Rewşa Demografîk a Rojhilatê Kurdistanê, Anîna Êla Efşar a li Urmiyê û Şehzadeyên Qacar” de hatiye nivîsandin.

Nivîskarê kitêbê beşa duduyan, bi navê “Dil li Dil Dinêre amade kiriye û ew jî di bin sernivîsên “Dema Sefewiyan, Dema Qacaran û Dema Pehlewî ya Riza Xan” de vekoliye. Gelek nimûneyên balkêş yên bûyerên di wan deman de qewimîne neqil kirine. Yek ji wan jî bûyera Kela Dimdimê ye. Varyanteke destana wê ya li navçeya Mukriyan heye weşandiye. Me jî ji ber qîmeta wê ya folklorîk dest li zimanê wê neda û çawan hatiye nivîsandin bi wî awayî ew weşand.

Beşa sisiyan, “Destpêka Xemilîna Hişê Neteweyî yê Kurd” e. Ev jî di bin sernivîsên han de amade kiriye: “Serhildana 1880an a Şêx Ubeyduhah, Payeya Stratejîkya Karê Neteweyîyê Şêx Ubeyduhah, Alîkariya Çarah ya ji bo Tefandina Serhildanê (Helwesta Şah, Rûsya, Brîtanya, Bab-i Alî û Netîceyên wê)”.

Nivîskarê kitêbê navê beşa çaran kiriye “Şer û Aştî: Her du Derdên Giran”. Ev jî di bin van sernivîsan de girtiye dest û lê kolaye: “Vêketina Agirê Şerê Cîhanê yê Yekê, Plana Şerê Tirkan û Meydana wê, Helwesta Gelên Ne-Tirk, Plana Parvekirina Rojhilata Navîn..., Xebatên Kurdan ên Ji bo Serxwebûnê” û hwd.

Beşa pêncan ji “Asûriyên Kurdistanê” re veqetandiye û van sernivîsên han jê re bijartine: “Boriya Dîrokî, Armanca Neteweyî ya Gelê Asûrî, Tirk û Mesîhî, Rûs û Mesîhî..., Şerê Hundirî yê Asûrî û Eceman”.

Beşa şeşan jî ku dawîn behs e, ji bo Simko û tevgera wî amade kiriye û navê wê daniye: “Simko: Serhildana Eşîretî yan Tevgera Neteweyî?”. Ew jî di bin van sernivîsan de girtiye dest û lê kolaye: “îran di Karûbarên Cîhanê yên wî Wextî de, Derketina Simko, Şer û Şoreş, Simko û Rojnamevanî..., Salên Derbederiyê, Vegera li Ser Sînor û Vegera Li îranê û Kuştina wî (30 Hezîran 1930).

Dema ku mirov behsa Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) bike, eger hinek jî be zanyariyeke mirov der barê malbata wî de hebe û mirov wî wekî îbret ders jê bê wergirtin neqil neke, nabe. Her çend dîroka Kurdistanê tijî bi van awa bûyer in, lê çar nesil li pey hev bikevin davika dewletê û bawerî bi soz û gotinên wan bînin û jiyana xwe tê de winda bikin û bêyî jê dersekê werbigirin, di dîroka gelek kêm netewe û gelan de heye.

Îsmaîl Axa yê bapîrê bavê Simko, ku dixuyê navê Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) ji wî navî hatiye, di sala 1819an de, her çend ji bo tefandina serhildanên eşîretên Kurd ên di bin desthilata Osmaniyan de gelek alîkariya dewletê kiribe jî, lê piştî hinek jî be bikaribe xwe li ser piyan bigre, tirs dikeve dilê “dostên wî” û ji aliyê dewleta îranê ve tê kuştin. Kurê wî Elî Axa, yanî bapîrê Simko, li ser bac û seraneyan serokeşîrtî ji destan tê wergirtin û di cihê wî de yekê ji eşîreta Efşar dikin serokê eşîreta wî û ew heta mirênê bi mehkûmî dijî. Kurê wî Mihemed Axa, yanî bavê Simko, penaber bi Osmaniyan dibe û dema ku bûyera Ridwan Paşa li Stenbolê diqewime û malbata Bedirxaniyan bi kuştina wî tên tawanbarkirin û hemî aîleya Bedirxaniyan nefiyê li ha û li wir dikin, Mihemed Axayê Şikakî jî bi hewl û fîta Îngilîzan bi wan re digrin û nefiyê Trablûsê dikin û ew li wir dimre. Piştre bangkirina Ce‘fer Axayê birayê Simko a ji aliyê dewleta îranê ve û kuştina wî li Tewrîzê, herwiha serpêhatiya Simko û banga wî ya li Şinoyê û kuştina wî ya bi awayekî necamêrane, hê di hiş û bîra herkesî de ye. Aqibeta kurê Simko Tahirxan jî nêzîkî ya pênc neslên beriya wî ye.
Wergera salên koçî yên şemsî û qemerî li ser salên zayinî ji aliyê nivîskarê kitêbê ve nehatibû kirin, min ew wergerandin ser salên zayinî. Lê ji bo ku roj û mehên gelek salên koçî tunebûn, min du alternatîfên zayinî li ber danîn. Ev di wergera salên koçî li ser zayinî de metodek e tê bikaranîn. Min dest li salên teqwîma Şahînşahî a ku li îranê tê bikaranîn neda. Bi rastî di vî warî de ez zêde ji programên heyî ne emîn bûm û ji bo tevliheviyek neyê kirin, min ew wekî di kitêbê de derbas bûn hiştin.

Belê, wekî her carê ez dixwazim vê yekê bêjim, eger min bi vî karê biçûk karîbe erkekî li ser milê xwe yê li hemberî neteweyê xwe bi cih anîbe, ez xwe bextewer û şad dihesibînim.

Di dawiyê de jî ez sipasê hemî xebatkarên Weşanxaneya Nûbiharê dikim û bi taybetî birayê delal Yunus Dilkoçer. Eger keda wî û bi hûrgili carek din xwendin û dîtina hinek kêmasî û hetta şaşiyên di esnayî wergerê de çêbûbûn ji aliyê wî ve nehatibûna dîtin, ev bi rêkûpêkiya niha di vê berhemê de heye, pêk nedihat. Carek din mala tevan ava be.

Ziya Avci

Pêşgotin

Di sala 1979an de Partiya Demokrat a Kurdistana îranê civîneke girseyî ya mezin li Nexedeyê çêkir.
Civîn di navbera Kurd û Azeriyan de bû sebebê şer.

Rêxistinên Kurd û liqên rêxistinên Îranî yên li Kurdistanê, her yek bi awayekî li ser vî şerî axivî. Hukûmeta wî wextê ya îranê jî bi awayekî din di dezgehên xwe yên ragihandinê de ew şirove kirin.

Min beriya wê seh kiribû û xwendibû ku çawan li Biradostî, Mukrî, Bilbasî, Mengurî, Mameşî, Zerzayî, Şikakî, Celalî... zorî hatibû kirin, serhildana 1880an çawan beriya hêzên dewletê bên ser wan, tûşî dijitiya giran a Eceman bûbû. Simko jî duçarî eynî astengê bûbû. Di dema Komara Mahabadê de jî, pirsa diyarkirina sînor û awayê muameleya kêmatiya Kurd û Azerî di nav her du hukûmetan de bûbû sebebê girjiya peywendiyan û giliya Rûsan ji serokên Kurdan.

Bûyerên Nexedeyê ji nû ve ew di serê min de vejandin.
Ji bo ku wî wextî min sebebekî jixwe bi xwe pirsîbû; ji bo çi dema ku bûyereke Kurd li rojavayê îranê dest pê dike, beriya dewlet hêzên zorî û tefandinê bîne li ser, bi Azeriyan re tûşî şerê xwînavî dibin?

Ji ber vê ez li pey dîroka îranê ketim. Min çavkaniyên gelek zêde bi dest xistin û materyalên zêde dan hevûdu. Ji ber ku vê carê ez li pey bersiva pirsa hatî gotin ketim, gelek babetên nû ji bo min derketin pêş; min nedikarî sebebê dijîtiyên Eceman bi Kurdan re peyda bikim, lê li gor têgihiştina xwe neqla dîroka çend sedsalên borî yên peywendiyên van her du neteweyan dikarin bi awayekî ji bo lêkdana sebebên wan dijîtiyan yarmetîder bin.

Min navê Xwedê lê anî. Min dest bi berhevkirin û xwendina çavkaniyan kir, wekî dibêjin gotin gotinan vedike, çavkaniyan jî çavkanî vekirin. Materyaleke gelek zêde li ba min berhev bû. Ez ketim ser bîra nivîsandina babeteke lêkolînî. Mijara min mij û tevlihev bû. Min çarçoveya lêkolîna xwe diyar nekir. Min dest bi nivîsandinê kir û min pêşnivîsa (reşnivîs, taslax) hemî behsan temam kirin. Min paknivîsa hinekan jî kirin. Lê ez pê re negihiştim paknivîsa tevan temam bikim, lewra di yek ji wan karesatên wî wextî li Kurdan qewimî de, gelek materyalên min winda bûn. Ew bûyer derbas bû û piştre ez cardin salûnîvekî din pê mijûl bûm, heta ku evên li ber destê we jê derketin.

Ev behsa han, wekî ez fikirîbûm, diviyabû neh beş bin. Şeş behs ew in ku niha hene. Sisê jê winda bûn. Di navbera beşa duduyan û sisiyan de diviyabû beşên din jî hebûna; beşa sisiyan der barê Loran de bû. Di wir de dîroka Loran jî hatibû nivîsandin, wê behsê sebebê cihêbûna Loran ji neteweyê Kurd dikola. Beşa çaran, neqla dîroka damezirandin, bicihbûn û jinavçûna Mîrektiya Erdelan bû. Dawîn beş, yanî ew beşa diviyabû bikeve piştî behsa Simko, behsa Hukûmeta Mahabadê bû, wê ji bilî çavkaniyên biyanî, pişta xwe bi belge û rewşa balkêş a Kurdan, ji wê jî rojnameya Kurdistanê û weşanên wî wextê yên serdema Mahabadê girê dabû.

Ji bilî van netemamiyan ez bi xwe jî dizanim hinek kêmasî tê de hene; min bi dehan wêneyên hêja û nexşeyên pêwîst amade kiribûn ku ez bi mijaran re bikar bînim, lê di dema çapê de di warê hunerî de min nekarî ez wan deynim vir. Min xwest ez salên cihê yên mîladî, hicrî qemerî, hicrî şemsî û şahînşahî, ku li îranê tên bikaranîn, hemiyan bikim yek, ji ber ku çavkaniyeka bibawer a ez wan wergerînim ser hevûdu û îstifadeyê jê werbigrim bi dest neket, bi naçarî min ew wekî wan hiştin.

Di îlaweya kitêbê de diviyabû bîbliyografya hemî çavkaniyan, her wiha fîhrîsta navê şexsan, eşîretan, êlan, netewe û ciyan bê çêkirin, lê mixabin min nekarî ez wê temam bikim. Çi kesê bikaribe ji bo ew şaşiyên ez ketimê rast bike, yan ji bo tijîkirina valatiyekeka min hewil bide, ez gelek kêfxweş dibim û ez ji niha ve spasê wan kesan dikim.

Eger Xwedê alîkar be, temen baqî be û firseteke guncaw bi destê min bikeve, ezê hewil bidim behsan wekî ez fikirîbûm temam bikim, qasî taqeta min bigihijê ez kêmasiyek tê de nehêlim.

Ji bo nivîsa vê behsê min gelek îstifade ji çavkaniyên Farisî, Erebî, Kurdî û Îngilîzî wergirtin û wan yarmetî dan min û karê min hêsan kirin, min pêşniyar û nêrînên gelek hevrêyên xwe jî wergirtin. Ne mumkin e ku ez behsa navê tevan li vir bikim. Lê qencî û mirovatiya tevan di bîra min de ye.

Ez hêvîdar im eziyet û keda min vala neçûbe.
Eger min bi vê karîbûye goşeke dîroka gelê xwe ronî bikim û xizmetek ji neteweyê xwe re bikim, ez xwe bextewer dihesibînim.

Salih Mihemed Emîn
Bexdad, havîna 1991an

Beşa Yekê

Rewşa Jeopolîtîk û Çarenivîsa Kurdan


1- Ecem Lı Kurdıstanê

1/1- Rewşa Coxrafik a Kurdistanê

Her çend faktora jeopolîtîk roleke aktîf a kêrn di biryardana li ser çarenivîsa gelan de heye, lê lêkolîna dîroka kevin û nû ya neteweyê Kurd, bi eşkere dide nîşan ku rewşa coxrafîk a cihê jiyana Kurdan a li ser dinyayê, roleke wê ya biryarder di diyarkirina çarenivîsa borî û niha ya wê de hebûye.

Rojhilata Navîn ku ji aliyê xwarê ve Xelîc û Oqyanûsa Hin- dê, ji aliyê rojavayê ve Deryaya Spî, ji milê jorê ve Deryaya Reş * ve hatiye pêçan, sê reşayiyên mezin ên kevin ên avadanî yên dinyayê: Ewropa, Asya û Afrîqa bi hev ve girê dide. Rêyên şer û bazirganî yên van hersê navendan ji vir derbas dibin.

Cihê jiyana Kurdan, yanî Kurdistan, ketiye nav cergê vê nav- çeyê ku di dirêjahiya dîroka mirovatiyê de, di her qonaxekê de bi awayekî giringiyeke wê ya cîhanî hebûye.

Di wê serdemê de ku împaratoriya îranê ji rojhilatê, împa- ratoriyên Yûnanî û Romayî ji rojavayê ve, du navendên hêzên mezin ên dinyayê, di nav reqabeta firehîxwazî û pelavêtinê de bûn, hinek leşkerkêşiyên wan ên mezin di nav cihê jiyana eşî- retên Kurd de derbas dibû, hinek ji şerên giran ên xwînavî jî li ser erdê Kurdistanê qewimîn.

.....


Salih Mihemed Emîn

Kurd û Ecem
Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê

Nûbihar

Nûbihar
Kurd û Ecem
Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê
Salih Mihemed Emîn
Ji Soranî: Ziya Avci

Nûbihar
Pak Ajans Yayincihk Ltd. Şti. Bûyuk Reşitpaşa Cad.
Yumni iş Merkezi No: 22 / 29 Vezneciler - Fatih / îstanbul
Tel & Faks: 0212 519 00 09
www.nubihar.com | email: nubihar@gmail.com

Yayin Sertifika No: 16919

Weşan No: 136 | Dîrok
Kurd û Ecem
Dîroka Siyasî ya Kurdên îranê
Salih Mihemed Emîn
Ji Soranî: Ziya Avci
Navê kitêbê yê orjînal:
Kurd û Ecem: Mêjûyî Siyasîyî Kurdekanî îran

ISBN: 978-605-9413-12-1
Çapa yekem: 2017

Gerînendeyê Weşanê
Süleyman Çevik
Edîtor
Yunus Dilkoçer

Berg
ÎHB Reklam Ajansi

Çapxane
Alioglu Matbaacilik Bas. Yay. ve Kag. San.
Tic. Ltd. Şti. Orta Mah. Fatin Rûştû Sk.
No: 1-3/A Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 0212 612 95 59

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues